Geşt û sema

Nizar Yosif

Ez bê çare me 
Derya kûre  
Kinar winda

Rû ji Tavê  
Sêwana xwe li jor rada
Ji nişkave  
Bi xweziyên birçî veda
Rewşena wê
Bi ser de barî
Nem li tîbûnê weşiya
Bê zar ziman
Rawestiya
Hûnik ba yê wê
Nermî li min da
Tora Buharî
Bi min ve aland
Sêncek şitil û lem
Li dora min veda
Paşhest tejî bîn
Hest pêy di çêjin
Çav di nûşin
Bengî girêdan

Şemaliye  
Hisna ewê
Lewendiye telesm da
Hevrîşmê dêm û gerdenê
Bi seyr hiştim
Di hizreta wê de ez mam
Ji meremên dildariyê
Bi şeydayî hatim rêsan
Ji zû ve
Li bendî vê sûdê bîm
Wê bi xwesteka min veda
Tîrêjên dilê min girtin
Bi hîviyên dilê xwe ve pêçan
Herdû dil baskan hilandin
Danîn warek nerm û tena
Stêr di jenin
Perî di xwînin
Di çeperê de
Geşt û sema.

12.09.15

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…