Dema zarokên me bi Kurdî dinvîsin

Idrîs Hiso

Biraziya min ji Rojavayê Kurdistanê nameyek ji minre şandiye Başûrê Kurdistanê, nameya wê mîna namayên berî serdema Entirnêt û torên pêwendiyên civakî ye, nameyek kaxetiye bihna Hibrê jê difûre û dewsa pencên wê jî li sere, nameyek bi rewane.
Biraziyamin zarok e, temenê wê 11 sale ji min re di nameya xwe de çîrokek nivasndiye tê de behsa nêçîra çivîkan li daristanê dike, wê çîrok wisa nivîsiye:

 “Hebû Tinebû reheme li dê û bavê min û we bû.
Hebû çûkek xweşik di nav daristanê de dimeşiya û ji xwer raman bû û got: Eger nêçîrvanê çûkan werin wê min bibin û ji xwere bikin xwarin, û di wî wextî de nêçîrvan hat û Çifteya xwe ya nêçîrê hazir kir jibo ku çûk bikuje, lê çûk firiya û çû xwe veşart di nav pilkên darê de û nêçîrvan jî li pey wî çûkî çû, lê wî çûk nedît û nêçîrvan jî di dema çûnê de bû, lê wextê meşiya sûretê çûk li ser avê dît û xwe avêt ser çûk û di avê de werbû û piştî demekê nema hat wî cihî û fêrbû ku bes çûkan bigre ti carî û xeynî xwe jî fêr kir.
Evîn Hiso……”
Biraziyamin ya 11 salî çîrok bi vî hawî ji minre kirye name û ji Rojavayê Kurdistanê rêkiriye û xwestiye çîroka bê weşandin, helbet ez bivan gotinên biraziya xwe gelekî kêfxweşim ku mendalek di vî temenî de bizanibe Zimanê xwe bixwîne û binvîse tev ku dibiistanên welatê me li Rojavayê Kurdistnê heta roja îro jî zarokên me bi zimanê dagîrkeran fêrî xwendin û nivsandinê dikin.
Lê pirs ewe ku em dê çawa zarokên xwe fêrî zimanê dê  û bavan bikin, dema ku dibistan nebin?
Gotinek kurdan heye dibêje: “Zarok li ber destê mezinan fêrdibin”, zarok peyrewê dê û bavê xwe ne zarok li dê û bavê xwe dinerin û wek wan dikin, heger zarok bibînin dê û bavê wan dema dinvîsin bi kurdî dinvîsin wê demê dê ew jî wek wan bikin, di rewşa zimanê kurdî de gerek her malak bibe dibistanek, gereke beramberî nebûna dibistanan her malek bibe dibistan, gerek dê û bav û bitaybet dê û bavên ku berê dizanin bixwînin û binvîsin çi bi Erebî be çi bizimanekî dinbe xwe fêrî Kurdî bikin û rojane ji zarokên xwe re bi kurdî çîrok û çîvanoka bixwînin û wan jî li ber destê xwe fêrî xwendin û nivisandina Kurdî bikin.
Di vê mijarê de rola ciwanan û dê û bavên xwendevan roleke serekî û mezine, çimkî ciwan û dê bavên xwende dibin nimûne bo zarok û sîpeyên civata hawîrdor, ji bilî rola kesayetiyên navdar di civatê de ku xelk peyrewiya wan dikin gereke zimanê jiyana wan kurdî be.
Zarokên xwe li ber destên xwe bi kurdî kedî bikin zarok li ber destê mezinan fêr dibin vêja loman ji zarokên xwe ti carî nekin lê di xwe de biramin bê hûn çidikin nakin wê demê hûn dê nasbikin zarokên we çidikin dema hûn nasbikin bê hûn çidikin.
Kesnezan 02.08.2015 Rojnameya Kurdistan 01.0902015z

 

Wêneyên nameya biraziya min.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…