Ji Evîna Rojên Kevin -20-

Konê Reş

Dibistana min ya pêşî gund û bênderên wê bûn. Ez ji wan fêrî zimanê Kurmancî, çîrok, çîvanokên folklorî, mamik, gotinên pêşiya û lîztik û hejmarên lîztokên zarokan bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne û min ew ezber kirine wek: (Hebû Kêzikek, hebû qirş‏ikek, hebû tertikek, ba hat, qirş‏ik firya, baran hat, tertîk hilya, hingê Kêzê kenya kenya rovîtirtirka wê qetya), an (Çîrokê  çîvanokê, xetxetokê golika xalo, çû piş‏t malo, golkê go: err, kalo go: tir pîrê go: Kezîkê min kur) û wiha bi sedan. Hem jî çîrokên wek: ‏Şengê û Pengê, Miş‏ko mi‏şkaviro, Kêzê kêzxatûnê û Pîra du diran… û her wiha me ev gotin jî ji hev re digotin:

– Pezê mîra li kû diçêre?
– Li qelêç
– Çi dixwe?
– Nan û kêç
– Çi dirî?!
– Safî herî.
-Dawta kê ye?
An me ev çîroka (Rovî Rovî Rindik), ji hev re digot: (Rovî, rovî, rindik, serê terya Rovî bi gulpincik, rovî çûye mala xala, herin Rovî bi qute dara bi hejmêr heger ne bît û çare qetla Rovî helale.)
Ji Mamikan jî, me wek van mamikan an şertokan davêt ber hev û ji hev re digotin: (zîq û zîq, du ling û hey‏şt çîq, çiye? (çotkarî ye), yek din: (Diçim serê banekî, dikutim bismarekê, deng diçe hezarekî, çiye? Dengê Birûsk û Tavê ye).
Gundê min, gundekî nimûne bû ji gundên Beriya Mêrdînê re bi tev xisletên xwe ve. Ez ji xelkên wê fêrî gelek irf û adetên kurdiya orjînal bûm, wek: Dawet û şahiyên zewacê û stranên kêfê yên ku di wan de dihatin gotin, şîniyên miriyan û gotinên ku jinan li ser miriyan digotin, nexweşiyên zarokan û çareserkirina wan bi nivişt û duayên seyidan, paleya dexlan, gêrekirina sap û dêranê.. Digel berberiya gundiyan a xwe bi xwe ji betalî, xeşîmî û nezaniyê..
Di nav vê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek irf û adetên Kurmanciya xelkên beriya Mêrdînê bûm û tev ji min re bû bingeh, di warê hebûna min a kurdewariyê de, nexasim piştî ku min bi zimanê erebî xwend û serwextî irf û adetên ereban bûm, hingê ji min ve hat xuya kirin ku kultura me, bi deh taq ji ya wan zengîntir û bi rêk û pêktire..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…