Heyder Omer Me berê gotibû: Gelek hewildanên, ku xwediyên wan li ser Feqî yê Tîran û helbesta wî tişet nivisandibûn, negîhabûn hewesa lêkolînên wêjeyî û rexneyî, ew hewesa, ku hin lêgervanan helwl dabûn, bigihên wê. Abdulreqîb Yûsuf yekek ji wan e, weha die, ku „helbesta Teyran gelek rewan, xweş hêsan in, yanî di sewiya zimanê rojane de ye, ku gel diaxive“[1].
Lê bi baweriya me, bingeha vê boûna A. Yûsuf ne ji ber tevlihevbûn û hevguncîna mizûka helbesta wî û ya folklora kurdî bû; ew hevgunûina, û pê re jî derbirîna hest û xweyîtîya xelkên civakê, bi bawerriya me, sedema hezkirina helbesta wî bûn, ji ber ku birê duwem, yê ku di pey peyva yanê, hevgihêneka şirovekar re hatiye, dide xuyan ku hêsaniya zimanê helbesta Feqî bingeha hejêkirina helbestên wî bû, ev jî yeka jî boûna rexneyî li kêlek banê zimanê wî dihêle, û rê nade da derbas kûrahiya wî zimanî bibe, û tiliyê bide ser hêrsdariya hevbeş, a ku ev ziman di navbera derûna xwediyê xwe û derûnên xwendevanan de peyda dike.
Ev hêrsdariya hevbeş, ji kû de peyda dibe? Bi baweriya me, ji ber hevtêkiliya hevbeş a helbestvan û xwenerê helbestê li gel mizûka helbesta gel a ciwan, a ku hevgêhêştina (tewasul) hunerî, ya helbestvan û kelepûra lêvane wek kulam û destanên gel, li hêlekê, û li hêla din hevgihêştina helbestvan û xweneran kûr dike, peyda dibe.
Di vê xalê de, rengdêreke hunerî ya helbestvaniya Feqî xuya dibe, û wê di qunaqa navbeyan folklor û wêjeya kurdî, ya ku hewl dide, da alavên huneriya kilasîkî, yên ku pêjnên wan ên pêşîn li ba Elî Herîrî xuya bûn, û li ba Feqî ber bi kemalê de diîn.
Kurdologa navdar, Margarita Barişovna Rudenko bala xwe dabû vê nêzîkbûna helbesta Feqî ji folklora kurdî de, vê lomê jî gotibû: „Hinek helbestên wî felsefî û stiranê giranbiha hene , di awayê komên folklorî de ma ne“[2]. Her weha Prof Dr. Qanatê Kurdo jî ev yeka dupat kiriye, vê lomê weha die ku ji helbestê n wî “şêr û beyt û lûlanên wusan li nav xelqê Kurd belav bûne, ku bi piraîya xweva bi zargotina cimaetêra hatine girêdanê, li nav wanda gelek caran xwaşxan, malîk û bendên şêran, beytan ji folklorê ketine nav nivîsara wî, û wusan jî gelek şêr û beytên wî ketine nav zargotina cimaeta Kurdan û têne hesabkirinê hunerê zargotina cimaetê“[3]. Ev yeka li pêş herdu lêgervanên hevbira Ordîxan û Celîlê Celîl jî sayî bû, ewana di pêşgotina pirtûka xwe mesele û metelokêd Kurda de ev yeka nîşan kirine[4].
Bê guman nerîn û boûnên van lêgervan û rexnegiran berhema lêkolînên hêdî û hişmend bûn, ku berhemên Feqî yê Tîran û gencîneya wêjeyî û hunerî, ku xwe bi ser de palda bû,vekolanadibûn, û hevgirêdana zimanê wî û zimanê wê gencîneyê, ku di helbestên wî de diyar bû, li pêş wan numa û zelal bû. Lê hemiyan jî tiliyên xwe nedabûn ser diyarbûna rengdêrên mêldariya kilasîkî, ku di numabûna hevakan û herikîna jêhej a şêweyê derbirînê û mizûk û alavên rewanbêjiya wêjeya kilasîk a rojhilatê de, i kînayat bin û i jî îstîare û wekhevkirin (teşbîh) bin, de zor numa ne.
Pêjna wê yekê ji ewan rengdêrên hunerî tê, ku helbestvaniya Feqî yê Tîran gaveke hukardar û girîng di rêveûna helbesta kurdî de, ber bi hevtewawiya kilasîkî de qevaztiye. Ev xal li pêş prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl sayî hatiye xuyan, ji ber jî ewî Feqî yê Tîran wek „xeleka navbera wêjeya kilasîk a rojhilatê û wêjeya kurdî ya lêvane, û gavek ber bi hevtewawiya kilasîk de“ nirxandiye[5].
Bi rastî jî gava me helbesta wî vedikoland, diyar bû, ku ji folklora kurdî de ne ternê gelek nêzîk e, belê di boûnên xwe yên li ser surûştê û evînê û mirinê de, tevlê dibe, lê tevî vê hevguncîna li gel folklor jî, dengek di helbesta wî de bilind dibe; ew jî dengê Feqî yê Tîran û ramanên wî ye.
Di îroka helbestî ya Şêx Senn de rengdêra mirovatiyê zor numa ye, tê de dengê mirov bilind dibe, û banga evînê û serketina vîna ciwan û baş bi awayê diramatîk bilind dibe. Helbestvan vê banga xwe di wê helbestê de bi ziman lehengê wê Şêx Senn diyar dike, lê di helbestên din de bi xwe dibe dengê bilind ê mirov, û raman û têgihêştina bûyerên dîrokê sayî dide xuyan, wek awa tê xuyakirin, ku bi pêşveûnê re gav bi gav e, banga şikestina kedxwariyê û serkeftina nûbûnê ye.
Ev helwest ne wusa xav tê xuyan, belê bi derbirîna hunerî, ya ku li gor serdema wî, nû ye, û hewl dide da alavên rewanbêjiya kilasîk, wekhevkirin û kînayet û îstîare, derbas wêjeya kurdî bike, û avên xwe jî li awaza kilasîka rojhilatê ne, ya ku di kêşên El-Xelîl Bin Ehmed El-Ferahîdî de diyar in, ku Feqî nêzîktirînên wan kêşan ji awaz û kêşên gelêr ên kurdî, ku di kulam û helbesta gelêrî kurdî de diyar in, veqetandine.
Feqî yê Tîran, bi vî awayî, ne tenê dibe xeleka navbera wêjeya kilasîk a rojhilatê û wêjeya kurdî ya lêvane, belê bi ser de jî dibe nûnerê qunaqa rêveûna wêjeya kurdî ya lêvane ber bi awayê kilasîk, ê ku diyardeyên wê di helbesta wî de diyar bûn, û bi zîrekiya Mela yê Cezerî jî gîhan tepela hevtewaw.