Ziman û Şaristanî

Merwan Berekat

 Bêguman rola zimên di avakirina hemû warên şaristaniyê de roleke girîng e, û pêşketina şaristaniya miletekî ew jî roleke bingehîn di jiyana zimanê wî de dilîze, wê lomê jî di navbera pêşketina şaristaniya miletekî û pêşketina zimanê wî de pêwendiyeke hertimî heye.
Dema pêşketin dikeve jiyana wêje, raman, felsefe, koltor, warên perwerdekirinê û hemû karûbarên girêdayî bi sistema civakî ya miletekî, bandora wê pêşketinê bi şêwakî erênî li jiyana zimanê wî jî dibe. Pêşketina zimanê her miletekî bi pêşketina wî ya şaristanî ve tê girêdan.
Bêguman dema miletek ji jiyana gundîtî û çandiniyê derbasî jiyana bajarvaniyê dibe, gelek guhartin di jiyana wî de çêdibin, ew milet ji jiyana çandiniyê derbasî jiyana bazirganî, pêşesazî û warên zanistiyê dibe. Piştî ku ew milet derbasî wê jiyana nû dibe, hêdî hêdî zimanê wî jî di hemû waran de nûjen û firehtir dibe.
Dema miletek şaristaniya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî ava bike, bêguman ew bi navê wî tê danasîn, û kesek nikane wê şaristaniyê bi dîroka miletekî din ve girêde. Lê dema miletek hemû warên şaristaniya xwe bi zimanê miletekî din ava bike, ew milet ne xizmeta dîroka xwe û ne jî xizmeta zimanê xwe dike, û li dawiyê ew şaristanî ne bi navê wî tê nasîn. Eger şaristanî bi zimanê kîjan miletî were avakirin, ew şaristaniya bi navê wî miletî tê nasîn.
– Bandora xwaknîgariyê li jiyana zimên:
   Siruşta xaknîgarî ya her welatekî bandora xwe li zimanê rûniştimaniyên wî welatî dike, û li gor vekolînên zimanzan, lêkolînvan û dîroknasan, miletên ku di xaknîgariyên beyabanî de jiyan dikin zimanê wan kêmbêje ye, lêvkirina wî sert û giran e, rêzimanê wî ne li saz e û ew nikane di warên zanistê de rola xwe  bilîze. Lê miletên çiyayî û deştî ( yên ku li çiya û deştan jiyan dikin) zimanê wan pirbêje, nazik û dewlemend e, û ew kane rola xwe di hemû warên zanistê de bi şêwakî pir fireh bilîze.
Eger mirov li dîroka şaristaniya mirovahiyê vegere dê bibîne, ku di hemû serdemên dîrokî de şaristanî li çiya, deşt û nêzîkî jêderên berdewamiya jiyanê wek çem, derya û cihên çandiniyê hatiye avakirin, û zimanê wan jîngehan ji yê jîngehên beyabanan dewlementir bû.
Ma gelo kesek kane li pêş pêşketina zimên bisekine?
Bêguman kesek nikane li pêş pêşketina zimên û bi taybet zimanê miletên zindî bisekine û wî di yekastê de rawestîne, ji ber ku dema miletek zindî be, ew her tim û bê rawestandin hewil dike, ku jiyana xwe berve şaristaniyê bibe, belkî di hin waran de bi ser nekeve, û di hin waran de jî bi dijwarî encama serkeftinê werbigre, lê bêguman ew di gelek waran de encama serkeftinê werdigre. Di wan hemû gavan de ziman jî liber xwe dide, ku pêşketinê têxe jiyana xwe, ango şaristanî û ziman gav bi gav, qonax bi qonax di zagonên pêşketinê re derbas dibin, lê dema miletek di hemû warên jiyana xwe de li paş mabe, zimanê wî jî li paş dimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…