Bîçim ê deştê

Nizar Yosif

 

Ev e deşta baran jê zivêr bûyî
Ruh lewaz 
Zeviyên wê tî 
Rûspî yên 
Avên wan ne di cuhekê de        
Di koşeyên xaniyên bê dilop de
Bînahiyên mest û melûl 
Li zeviyên firk di pûnijin 
Zivistana rûniştî li demsala nû dike xwezî.

Destpêka biharê
Şil û zuwa derbas bî
Destên bi du`a yan ve ragirtî
Di delîvetên teng de li hev pirsîn
Lê di xêra zeviyê de cudatî!

Nêva biharê
Bîçimên deştê ruh vedan
Patoz ji bê kariyê vekişiyan
Cewên xwe bi hesan ên dostan
Ji şewba havînê re tûj hêlan.

Barkêş
Birçiyên salane
Berg û kurtan
Li piştan ve danîn
Li dûv verêja zeviyan
Ruhê gewr dibirin
Sermiyan li ber lekeleka
Perwaneyan dikin sema
Xurcik û piziyan ji kedê dadigirin.

Dawiya havînê
Karwanên barkêşan
Li çavlirêyan vedigeriyan
Di rewêjin bermayên patozan.

Rûvî yên fersendan!
Di tevlîheviya demê de gewî dibin!
Dizên kedî dibin malxwê!
Zengil ji melaqan re lê dide!
Pirber serweriya verêjê berze dikin
Dewlemendî hejariyê werdigire
Bayê pahîzê
Hertiştê zeviyê li ber xwe dibe.

15,04,10

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…