Parastina zarokên me, parastina gelê me ye.

Mihemed Zekê Mihemed

Weke tê Zanîn, nifşê nû l cem hemi miletên cîhanê, hêviya paşerojê ye, ji ber vê yekê guhdaneke mezin li wan tê kirin, da ku li ser kesayetiyeke serbixwe bêne perwerdekirin.
Li nik gelek miltên pêşketî, roja yekemîn ji sala xwendinê, rêvibir û mamosteyên wan bixêr wan dikin, silavê li wan dikin, ji wan re dibêjin: Emê saleke nû bi hev re bibûrînin, hêviya me ewe, ku em tev bi kêf û şadî vê salê bi hev re bidomînin, dema ku em tev bi çave hevaltî û biratiyê li hev binêrin.

Em dizanin ku mirov nikare ji her kesî hez bike, lê em hêviyan li ser avadikin, ku win bi rêz bi hev re bidin û bistînin,win hev nêşînin, bi vî rengî emê saleke bi şadî bi hev re derbasbikin, di heftiya pêşî de emê we hênî şêweyên ku alîkariya we bikin, ta ku tev bi rêz li hev binêrin û sala xwe berdewam bikin.
Ji wan şêweyan mina girûpên bo çareserkirina têderxistinokan ( mamik ) ….hwd, û car bi car endamên wan girûpan diguhêrin ta ku bi hev şêrîn bibin, ev li hêlekê, li hêla din ji wan re dibêjin, kirête ku mirov bi havalên xwe bikene û henkên xwe bi wan bike, nemaze ew kesên ku kîmasî di wan de peyda dibin, ji ber ku bandora xwe li rewşa wanî derûnî dike,xwendekarên xwe li rêzgirtin û demoqrsiyê xwedî dikin.
Lê li cem me, zimanê me qedexe bû, dibistanên me tinebûn, zarokên me li dibistanên erebî dixwendin, ji loma gelek asteng didêtin, ta ku hînî zimanekî nû dibûn, ji bilî vê jî, şêweyên perwerdekariyê li cem me ne demoqrasî bûn,cudawazî di navbera xwendakarên Kurd û Ereb de hebû, tevî ku lêdan qedexe bû, lê mixabin li gelek deveran bikar dihat, ev li hêlekê, li hêla din xebateke bê westan dihate kirin, da ku mejiyê zarokên bişon, û kurdîtiya wan di çavên wan de reş bikin, hestê netewî li cem nifşê paşerojê, biçilmisînin û pûçbikin, ev ji bilî rewşa aborî ya zor û dijwar ya ku li ser miletê me dihate ajotin, û encama sejimara awarete  (bê nasnamekirin) bandoreke xurt li gelê me kir, û hişt ku pareke mezin ji miletê me zarokên xwe ji dibistanan derînin, ji ber ku şandina wan bê sûde didîtin, ev bo sedemeke serke ku zarokên me di temenkî biçûke de ketin bi kar de, û hin bi hin dûrî malbatên xwe diketin, û rê û şivîlên çewtiyê li ber wan vedibûn.
Li hemberî van buyer û kiryaran erk û stûbarê me tevane, ku em li çarena bigirin, da ku em nifşê xwe yê nû biparêzin, dibe ku sûde ji xalan bête dîtin:
1-Encama van kiryaran ji dê û bavan re bête şîrovekirin, ta bighêjin baweriyê ku ev kiryar bi mebesta dûrxistina zarokên me ji xwendinê bû.
2-Em li zarokên xwe xwedî derkevin, zû bi zû wan bi kolanan de berndin, wan nêxin bi karên giran de.
3-Hezkirina zimanê dê û dîroka kurdî di giyanê wan de biçînin, di riya çîrok û stranên folkilorî re, bêgumane, ku her kalemêrek an pîrejineke kurd pirtûkeke folkiloriye,û di van salên dawî de gelek nivîsar û pirtûk jib o zarok û nifşê nû hatine çapkirin, nemaze yên ( Mihemed Emîn Boa Erselan, malbata Celîl……), û dansîna Mûzîka kurdî ya resen bi nifşê nû.
4- Rola gelê kurd di avakirina şaristaniya rojhilata navîn de, pir bilind û berz e, tevî hewildanên bincilkirinê.
5-Nivîskar û helbestvanên me ne kêmtirî yên miletên cîhanê ne ( Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şerfxanê Bedlîsî…..).
6- Di dirêjahiya dîrokê de, gelê kurd gelek kar û xebat û mêrxasî kiriye, ta xwe ji êrîşên biyaniyan parastiye,mina mêrxasiya kurdan di Kela Dim Dimê de, bi serkêşiya Xanoyê Çeng zêrîn û gelekên dîtir.
Dema ku mirov ji xwe re rezekî biçîne, û berê rezê xwe ne parêze û av ne de, guhdarî û nobedariyê li rez neke, bêguman wê tu berî jê nexwe, nifşê nû jî mina rezekê ye, eger mirov lê xwedî dernekeve, wê li ber pêlan here, ji loma em dibêjin, Parastina zarokên me, parastina gelê me ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...