Dr.Abdurrahman ADAK mêvanê komela Subartu li Qamişlo

 Roja Şemiyê 08.08.2015 û bi amadebûna beşek ji nivîskar, siyasetmedar, û nûnerên rêxisin û komên civaka sivîl li navenda Subartu- Qamişlo simînarek bi navê:
Ronahiyin li ser Dîroka Wêjeya Kurdî (ya kilasîk) ji hêla Dr. Abdurrahman ADAK –Serokê beşê ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha Mardin- hat pêşkêşkirin.
Dr. ADAK da xuyanîkirin ku wêjeya kurdî ya devikî kevne, lê ya nivîsandî na, weha jî da xuyanî ku dîroka wêjeyê berî misilmantiyê tariye.
Di sedsala 9an –serdema Abbasî- de nivîskarekî siryanî di pirtûkek xwe de bi navê – Şewqul musteham fî marîfet rumûzil eqlam- diyar dike ku alfebêteke kurdî heye û sîh 30 pirtûk bi wê alfabêtê hebûn û 2 du  ji wan wergerandiye zimanê erebî.

Wêjeya kurdî ji kurdistana Rojhilat dest pê kiriye ji sedsaliyên 9,10,11an de, ji baba tahir ê Hemedanî.
Ew di dema mîrektiyê de geş bû, çiko desthilat kurdî bû, ziman kurdî bû û weha jî perwerdekirin. Û her ku desthilat xurt dibû wêje ligel xurt dibû.
Dûvre hat ser bandora nakokiyên di navbera herdu İmpiratoriyên Osmanî û Sefewî li wêjeya kurdî.
Di sedsala 16 û ya 17an de baş nav derbûn; ji wan Melayê Cezerî yê ku yekemîn dîwan helbest ji wî gihaye me, û Feqeyê Teyran yê ku dastane –mîna Şêxê Sen`anî- nivîsand, û Elî yê Herîrî, û li dû wan Şêx Şemsê Xelatê yê ku dengê heywanan di helbest û nivîsandinên xwe de bikar anîn. Li paş wan Ahmedê Xanî hat xwediyê Mem û Zîn ê. Taybetmendiyên Xanî ew bûn: warê netewî û daxwaza yekîtî û lihevkirina kurdan li gel rexna mîran. Û Murad xan ê Bayezîdî yê ku Zembîlfiroş nivîsand.
Di sedsala 19an de çend nav berz bûn lê di bin bandora Xanî de man; j, wan: Harisê Bedlîsî: Leyla û Mecnûn û Yûsif û Zelîxe.
Û Mewlûd a bi kurdî yekemîn car bi destê Melayê Bateyî tê nivîsandin.
Li nav behdînan ev nav dertên: Mele Mensûrê Gelgaşî, Bekir Beg ê Erîsî. Û Şêx Xalidê Zîbarî xwediyê dastana qehremanî olî “Qewlê newala Seysebanê”.
Di sedsala 19an de çend şêwe riyên olî diyar bûn: Neqişbendî û Qadirî, wan jî bandora xwe li wêje kirin; mîna Pertewê Hekkarî, Wedaî, Nûreddînê Birîvkanî, Siyapoş û Mele Xelîlê Sêrtî.
Bi hilweşandina mîrektiyan re wêje jî ket bin wê bandorê de.
Li nav Soran baş nav diyar bûn, mîna: Nalî, Salim, Mihoyî, H.Q.Koyî.
Di sedsala 20an de wêjeya nûjen li Şam, Amed, Qefqas û Silêmaniyê dest pê kir.
Hêhayî gotinêye ko amadekirina vê simînarê ji hêla endamê komela Subartu; Ibrahîm Abbas Ibrahîm ve hatiye pêkanîn.

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…