Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 35.. Va ye kûrahiya me ya isteratîcîk a herêmî

Dr. Ehmed Xelî
Wereger: Heydedr Omer

Em Kurd, bi bandora erdnîgarê û dîrokê, neçareyî hevtêkiliya li gel gelên rojhilata naverast bûne. Ew gelan jî bi ser sê gurûpan ve parve dibin:
*Gelên neteweyên, ku welatê me dagîr dikin.
*Gelcînarên me yên ne misilman.
*Gelên rojhilata naverast ên hatine kolonkirin.
Kîjan ji van gelan heye bibe kûrahiya me ya istertîcîk a herêmî?

Yekem: Glên Faris û Turk û Ereb-bûyîyan:
Bi bandora çanda nepejirandinê, ya ku ji sedsalan de li rojhilata naverast serdest e, mêldariya kînê li nav gelên vê deverê belav bû ye, û hîna jî rêvebireên Faris û Turk û Ereb-bûyîyan vê mêldariyê di nav gelên xwe diçespînin. Ewana xwediyên pirojeyên berfirehkirinê ne, ev yeka jî tenê bi hebûna artêşa şerkariya olî pêk tê: ew artêşa, ku ji bo herifandina gelên ku ji hêla olî û rêbazî û netewî ve ji wan cuda ne, amade ye.
Erebên şîe, di çarçewan çanda kînê de nasnameya (Newasêb), bi wateya Sinne yên ku dijmantiya malbata pêximber dikin, pêk anîn. Û Erebên sinne jî nasnameya (Rewafêd), bi wateya şîeyên, ku xîlafeta Ebû Bekir El-Sedîq û Omer Bin El-Xetab û Osman Bin Efan napejirînin, pêk anîn, û nasnameya (Mecûs / agirperest) bi ser Farisan û Kurdan ve kirin, û Turanan nasnameya (pîs millet / Gelê ne bas) bi ser Ereban ve kirin, û Ereban jî her rengdêrên zorkariyê û paşvemayînê bi ser Osmaniya ve kirin. Û rêvebirên pirojeyên berfirehkirinê di her qunaxekê, li gor hewceya polîtîkî, van rengdêran û hinên din jî bi kar tînin, hin caran bi hêz dixebitînin û hin caran jî bi paş de didin.
Ji bo me, pêwîst e, ku em entilcênsiya (rewşenbîr û siyasetdemedar û hukumdaran) û cemawer tev lihev nekin; entilcênsiya ya Farisan û Turkan û Ereb û Ereb-bûyîyan ji ber dagîrikirina welatê me de, û ji ber koloniya me de, û  ji ber xişmên bi ser me de hatine de, û ji ber tunekirina me de berpirsiyar in, lê gel li pey entlilcênsiya diçe, wek çawa kerî li pey şivên diçe. Lewre jî divê ji hêla isteratîcîk de, heya ji me tê, em têkiliyên dihevgihêştinê û dostaniyê li gel van gelan ava bikin, û nasnameya xwe û rastiya azarkêşana xwe bi wan bidin naskirin. Ji bo pêk anîna vê armancê, divê em pilaneke çandî û medyayî deynin, da em wan gelan bi van xalê jêrîn bidin naskirin:
*Dîrka Kurd a kevin û dewlemendiya çanda kurdistanî.
*Rola şaristanî ya pêşiyên Kurd li rojhilata naverast.
*Rola Kurd di berevaniya rojavayê Asiyayê de li hember talankeran.
*Zorkariya, ku bi sedema pirojeyên talanê, gîhaye Kurd.
*Metirsiya çanda şovenîst û faşistî li ser gelan.
Duwem: Gelcînarên me yên ne misilman:
Cînarên kurd bilî misilmanan ev in: Kaldan, Aşûrî, Suryan û Ermen. Ew jî xiristî ne, her weha di nav Kurd de kêmhateke cuhû jî he ye, hinekên xiristî û cuhû Kurd in, û ji ber ku Kurd, ji ber sedemên cûrbecûr, neçareyî misilmantiyê bûn, û çanda îslamê û bûyerên dîroka îslamê di kesê misilman de çanda kînê, li hember bawermendên olên din, peyda kir, ev cûre yê perwerdeyê gîha hinek Kurdên misilman jî, û bûyerên nakokiya olî di navbera Kurd û cînarên wan ên xiristiyan pêk anî, û ev nakokî, bi rêveçûna sedsalan re, bû nakokiyeke hevedudanî, ku ramana olî û ya netewî tê de tev lihev bûn.
Kurdan, ji bo nakokiyên li gel cînarên xwe yên xiristiyan (Aşûrî, Keldan, Suryan û Ermenan) buhayê mezin dan, ev jî yekek e ji sedemên, ku nehêştin dewleta Kurdistanê di vê serdema nû de were avakirin. Ji bo vê yekê, avakirina isteratîcîk a kurdistanî ewqas giring e, da çarçewa gelemper a têkiliyên Kurd li gel cînarên xwe yên xirstiyan sînor bike, û divê ev isteratîcîk li ser van bingehên jêrîn ava bibe:
1.Divê civaka Kurd ji çanda kînên dij xelkên din were paqij kirin, û çanda pejirandina olî û netewî, di navbera rêbazên hînkirinê û medyayê re, were belavkirin.
2.Divê têkiliyên Kurd li gel cînarên xiristiyan e werin belgekirin, û sazûmanên, ku wan têkiliyan organîze dikin û ber bi pêş ve dixînin, werin avakirin.
3.Divê her tistê, ku wan têkiliyan ji hev dixîne, li holê nemîne, û rê li ber oldarên Kurd were girtin, da ne bi gotin, û ne jî bi tevdîr, neqenciyan bi cînarên xwe xiristiyan nekin.
4.Divê rê li pêş azadiya çand û ola xiristiyan û cuhûyan vekirî be, ku bi azadî û wek ku ew dixwazin, baweriyên xwe biderbirînin.
5.Divê em alîkarên xiristiyan bin, da mafên xwe yên polîtîkî bi dest xwe xînin, ji ber ku me gelek êş û azar ji dest kolonyalista dîtin, vê lomê kolonkirina xelkê ne layiqî me ye.
Sêyem: Gelên rojhilata naverast ên hatine kolonkirin:
Gelên rojhilata naverast, ku hatine kolonkirin ev in: Bulloş, Keldan, Sabîe (Mendaî), Aşûr, Suryan, Maron, Qibt, Emazîx, û hin gelên Efrîkayê. Evana ketin ber destên dagîrkerên Faris û Ereb û Turk, û hîna jî ji hêla netewî de, bi pişaftinê re rû bi rû dibin, û çanda wan tê riswakirin û ji holê tê rakirin, û digel ku welatên van gelên kolonkirî, tev sermiyan û rengdêrên xwe yên ciyopolîtîkî wek qezencên cengê ketin destên rêjîmên dagîrker, van dagîrkeran hişên van gelan jî ji bo karmendiya çanda dagîrkirinê û hêza navdariya xwe xebitandine.
Dîlîtiya van gelên rojhilata naverast, ku hatine kolonkirin, ji dîlîtiya Kurd ne kêmtir e, berjewndiya wan ew e, ku cefayên xwe, li hember dagîrkeran tev li hev kin, pê rê jî dê bibin hêzeke çandî û aborî û leşkerî gelekî giring di rojhilata naverast de, bi ser de jî dê di têkiliyên hêzên mezintir de, bibin hêzeke giring, nemaze di vê qunaxa, ku terora îslamewî tê de serberdayî bû ye, û ev herêm xistiye nava nakokiyên çandî û polîtîkî giran de.
Rêvebirên kolonyalîstên Farisî û Turkî û Erebî û Ereb-bûyan giringiya van gelan, nemaze jî yên misilman, ji bo pêk anîna pirojeyên talanê yên nû baş nas kirine, vê lomê ewana ji xwe re kirine kûrahiya isteratîcîk; Faris wan ji bo îslama şîe, û Turk û Ereb û Ereb-bûyîyan ji bo îslama Sinne bi kar tînin, û hatiye zanîn, ku naka mujahîdên (şerkarên) îslamî yên van gelan tev li pirojeyên Farisî û Turkî û Erebî û Ereb-bûyî bûne û şer dikin, û gelekên wan, nemaze jî Emazîxan, naka li başûr û rojavayê Kurdistanê şerê me dikin.
Ev gelên kolon bûne ji bo me hevlbendên isteratîcîk in, pêwîst e ku em vê çeka metirsî ji destên rêvebirên kolonyalîsta rojhilata naverast derxînin, û keç û kurên van gelan ji xwe re bikin dost û şervanên, ku li kêleka me şerê rêjîmên kolonyalîst û rêxistinên wan ên îslamewî terorîstî bikin, û divê em ji bîra jî nekin, ku piraniya van gelan ketine mista dagîrkerên Ereb / Ereb-bûyîyan, li weletê, ku bi sextekarî bi navê (welatê erebî) natiya navandin.
Kurd, bi sermiyanê xwe yê têkoşîna dûr dirêj, kandîdatên alîkariya tevgerên van gelan in li hember dagîrkerên Faris û Turk û Ereb û Ereb-bûyan, têkiliya Kurd li gel rewşenbîr û siyasetmedarên wan gelek giring e, da berjewendiyên isteratîcîk hevbeş gengeşe bikin, û pirojeya tayebet ya têkoşîna gelên kolonkirî li dij pirojeyên dagîrkirinê yên Farisî û Erebî û Turkî, organîze bikin. Hêjayî gotinê ye, me ji berî pênc salan de pirojeyeke hevtewaw amade kirî.
Belê…di dîroka me her tim çiyayên me tekdostên me bûn, lê dostaniya çiyayan tenha ne bes e, divê dostên me li tevayê cîhanê û di nav hemî netewğyan û olan de hebin.Çima em dostaniyê bi gelên cînar re, yê ku wek me ji dest zora dagîrkerên Faris û Turk û Ereb û Ereb-bûyan dinalin, girênadin?
Gelên rojhilata naverast, ku hatine kolonkirin, ji hemiyan pirtir in, erdnîgariyan wan firehtir e, karînên wan yên çandî, polîtîkî, şerkarî bilindtir in, ewana geline zîrek û wêrek in, dîroka wan dûr dirêj e, eger em cefayên me û yên wan, di çarvewa (kombeda gelên rojhilata naverast ên kolonkirî) de tev li hev bibin, dê çendî sûdar be?!
                       Û çi dibe, bila bibe, dive Kurdistan rizgar bibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…