Xişm û bêtare hîro

EHMED QASIM

Bi xewnêra, dikenim ez
Bi hêvîra serxweşim ez
Di cengêda bi hêzim ez
Mixabin şêr bê rêberin
……………Çi xişm û bêtare hîro

Di cengêda pehlewanim
Gurçik ji pola ne hêsanim
Bawermendim bi rêzanim
Canfîdayê kurdistanim
…………….Lê xişm û bêtare hîro
Xişm û bêtar li nav meye
Li dinyayê wusa heye?
Şêr û piling li nav şerbin
Rovî li ser serê waye
…………….Loma ev bêtare hîro
Li Kobanî tiştek nema
Qîr û hawar li şûn xwe ma
Kavil bû em çûne sema
Wêran bû neçûye xema
……………..Boye ev bêtara hîro?
Filêketa vê kuştinê
Kî tawanê bi xwer tînê?
Bêtarîya komkujînê
Kî vê heyfê wê hilînê?
……………..Qey ev ne bêtare hîro?
Kom kujîna li kobanî
Nakevê nav bazirganî
Kengî Almaz dibê çanxil?
Hey bê qîret rûmet kanî?
……………. xişm û hem bêtare hîro
Kela berxwedanê ewe
Mêrga şehîdan tim ewe
Gula li nav baxçan ewe
Lê ê bê rûmet tim tuyî
………………xwînê dikî îpê hîro
Ev pîlan û hêlebazî
Ku tu dikî bi berazî
Ji bo kêye ceng u kuştin
Ger tu b,welat qet ne razî?
………………Rastîya xişmêye hîro
Ev lêhengin xwe dan kuştin
Deryak hêsir şûn xwe hîştin
Kezeb neman tev biriştin
Bi xwînê ax tev tê şiştin
……………….Zanî çi bêtare hîro?
Bazirganê xwînê milet
Bese idî ev mixenet
Pîlana ku te daye dû
Aşkere kir li te sûfet
………………Tawanê vê bêtarê hîro
Hezar şehîd bi rêdane
Kobanî kefenê wane
Erd û ezman bi halane
Şîn û girî û giryane
………………Kî xwedî bêtarê hîro?

27/6/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...