Nivîskar û wergêr Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kir

 Konê Reş
 

Îro, 07.06.2015, bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina nivîskar û wergêr mamoste Ehmed Qazî bihîst.. Ez ji Qamişlo, sersaxiyên xwe ji malbata wî, ji tev gelê kurd li Rojhilat û ji tev rewşenbîrên Kurdistanê re pêşkêş dikim.. 
Îro, 07.06.2015, mamoste Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kiriye û sibe 08.06.2015, wê termê wî bi rêûresmekî mezin bê guhestin goristana Gelkoyê Zanayan li Mehabadê..

 Çilo min rehmetî Ehmed Qazî naskir? Berî 5 salan, di roja 18-22/06/2010 an de, digel hevalên xwe Derwêşê Xalib, Deham Ebdulfettah, Mihemed Hemekoçer, Nafi Beyro û Bavê Selah, li ser daxwaza parlamentera bajarê Wanê, xanima hêja Gulşen Orhan (Keça mîrê Miksê Nacî Orhan), em çûn Wan û Miksê ji bo 2 mîn Festîvala Feqiyê Teyran. Li hotêla Şahmaran, ez çav bi şanda ku ji rojhilat hatbû, ketim; Ew şanda ku bi serokatiya mamoste Ehmed Qazî bû û ji van kesan pêk dihat: Dr. Qutbeddîn Sadiqî, Eta Nehayî, Kafî Elewî, Bahram Waladbaigî, Xatûn Nesrîn Caferî, Sîmîn Çayçî, Seîdi Qazî, Mohammad Alî Soltanî, Siware Fotouhî, Ehmed Behrî.. û wiha di wan rojan de me hev naskir û çend rojên xweş me bi hev re derbas kirin..
Di wê festîvalê de nivîskar û wergêr Ehmed Qazî, li ser navê şanda kurdên Rojhilatê xweşhaliya xwe, ji bo  lidarxistina vê festîvala Feqiyê Teyran anî ziman û diyar kir ku cara yekem ligel zext û astengiya li ser ziman û çanda kurdî, bi festîvalên weha pêşî lê hatiye vekirin. Ehmed Qazî, di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku hemû ziman û çand di nav serbestî û demokrasiyê de bijîn û hemû rewşenbîr guhdanê li klasîkên kurdan bikin..
Serê malbata wî, rewşenbîriya Kurdî û gelê kurd sax be..
Ev wêneyê me berî 5 sala ye.
Qamişlo, 07.06.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku…

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…