Yekbûn û Serhişkî!

Rojnama Newroz/Desteya sernivîser*

ker û kûr jî zanin, ku rewş li Rojhilata Navîn bi tevahî û li Sûriyê û Îraqê bi taybetî, li ber guhertinên mezin in. Ji wan guhertinan, belkî ya tewir mezin be jî, di pirsa gelê Kurd de çê dibe. Gelê Kurd, bi saya qurbandayînên giran ku ji du sed sal de dide, îro derdikeve ser rûyê dîrokê.
Ker, kûr, biçûkên di zikên diya xwe de û miriyên di goran de jî zanin, ku li demeke wiha dîrokî, zor pêwîst e, ku li her beşekî Kurdistanê yekîtiyeke siyasî bi lez û bi hêz çê bibe.
Lê belê…!! Berê digotin Kurd serhişk in, û me jî zanî ku em wilo ne, lê me ew sincî di xizmeta xebat û di parastina heyîna xwe de didît û bikar tanî.

Lê mixabin! Xuya ye Kurd tenê ji hev re serhişk in û “ gurên canê hev in“. Roja îro gerek e em tenê li ser doz û mafê gelê xwe (serhişk) bin, ne ji bo wê êdiyolciyê, vê rêbaz, vî partî, wê zarav, vî serokî, û hwd. Dem ne dema wan e. Îro roja milet e, roja welêt e, roja nivîsandina dîrokek nû ye, eger destê hemî nofên gelê me tê de tunebe, ewê beravêtî bibe û neçe serî. Bila em çav, guh, hiş û dilê xwe ta dawiyê ji hev re vekin, û serhişkî û êdiylocî û seroktî û berjewendên partîtiyê jî ta dawiyê berdin. Dem ne dema ku em li ser wan li hev nekine. Berjewendiya gelê me di kû de ye, bila em li ser wê pêdar û (serhişk) bin, bila ji bo wê “yeka me kêm be“, ji bo wê ji hev re dînin û çavên hevdû jî maç kin.
Ma çê dibe, ku Kurdên Sûryê bi dû nûneran di Cinêv (III) de beşdar bin? !. Kî ji wan kane bêje ku ez nûnerê Kurda me?!. Ev perçebûna li berjewendiya kê ye?. Kî sûdê jê werdigire?. Gelê me?!. Bêguman na?!
Roja îro berjewendiya gelê me di yekbûnê de ye, di jinûveçalakirina “Lêvegera Siyasî“ de ye, ew ji me re zor pêwîst û giring e. Loma jî kî asteng û keleman dixe pêşiya çalakirina wê, dîrok wê wan rûreş bike û gelê Kurd jî wê hesabên giran ji wan bixwaze.
* Rojnama Newroz – hejmar /109/ –   Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…