Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî .. Xelek 14 ( 1/4 ) Ramana civakî

Heyder Omer

Helbestvan di êkologiya civakê û di nav civakekê de dijî, hevparê boûn û bawerî û nirx û pêdiviyên wê ye, lê nabe dîlê wan nirx û baweriyan, belê heye wan bipejirîne, û heye jî  hinekên wî û yên civakê her tim li hevdu neguncin, û î yê wan nirxan bipejirîne û i jî nepejirîne, bi rastî û dilsozî di helbesta xwe de pê re têkildar e.
Helbest, bi vî awayî, ne tenê awêne (neynik) ya xweyîtiya helbestvan e, belê awêne ya wê xweyîtiyê tev têkliyên civakî û realîteyê ye, carê pejirîn û hevpariya wî, û carê jî nepejirîn û rikberiya wî dide xuyan, pê re jî jiyana civakî ya helbestvanan dibe berdewamiya xweyîtiya wan li derveyî wê xwetiyê de.

Ev tiştan hemî dibine naveroka berhemên wan, ew naverko, ku hem xweseriya wan û hem jî mêldariya wan a civakî dide xuyan.
Feqî yê Tîran jî, wek hemî helbestvanan, di êkologiyeke civakî de jiyaye, rewş û pergalên wê civakê di helbestên wî deng vedane.
Eger têgeha netewî hewcedara ramana alak e, da di nav cemawerê civakê de numa û zelal belav bibe, evê yekê jî di serdema helbestvanê me de bi awayê berbiav rû neda bû. Lê cudabûnên civakî bi jiyanê re gav bi gav in, mirov tenê piekê bipûnije, û derdora xwe bimeyzîne, dê kûrahiya wan cudabûnan û perebûnên, ku di penaha civakê de peyda dikin, bibîne.
Ji ber vê yekê ye, ku boûn û ramana civakî ya Feqî yê Tîran, ji ramana wî ya welatperwerî û netewî numatir û pêşketîtir e. Sedema vê yekê jî, bi baweriya me ew e, ku têgeha netew di serdema wî de tenê ageheke hestewerî bû, negîhabû asta ramana têorî, û bi ser de jî ageha olewerî,  ya ku sultanên dewleta Osmanî ji xwe re bikar dihanîn, sîbera xwe dikşand ser her ageheke din. Ji ber vê jî têgeha welatperwerî, di helbesta Feqî yê Tîran de, her tim dîla nerîna mijane bû, nikarîbû sayî bibe, tevî ku ji sayîbûnê ve nêzîk bûbû, nemaze gava mebesta pevûnên her du dewletên Osmanî û Sefewî li ser axa welatê xwe nas kiribû, û zimanê netewî dipesinand.
Ji vir û pê de, emê rûdawên ramana civakî ya Feqî yê Tîran vekolin, û pêşî emê li ba têgeha (Kar) rawestin.
Kar:
Ramana civakî ya helbestvanê me bi boûneke gelemper dest pê dike; ew li jînê û dunyayê dinêre, ku ji bo hemî kes û miletan peyda bû ye, da ewleh û bêhnfireh tê de bijîn, kesek nikare wê ji xwe tenê re bibe û bike milkê xwe:
Dinya qence ji bende ra.
Şênatîş biye ji hemiya ra[1].
Helbestvan, bi vê nerîn û boûna êdyal, û bi vê rastiya bê guman, û bi vê derbirîna sade, ku ji boûna gelerî ve gelek nêzîk e, dest pê dike, ji ber ku rastî her tim bi vî awayê zelal diyar dibin. Lê realîte pirê rcaran rastiyan bi kend û bendan re rû bi rû dike; yanê realîte tiştek e, û heyîna xweristî tiştekî dine.
Hebûna dunyayê ji bo hemî kesan rastiyeke bê guman e, lê ev rastiya berz û zelal nikare rê ji her kesî re veke da bi hêsanî sûdê jê werbigire. Xuyaye ku ev yeka li ba hişyariya Feqî yê Tîran jî sayî û zelal bû, vê lomê dibêje:
Dinê qenc e ji mêran ra.
ceb mulk e ji şêran ra.
Ku avakin ji xêran ra.
ceb mezre„û qar e[2].
Ev boûna helbestvanê me banga karkirinê ye, ji ber ku tenê bi karkirinê dunya (xwerist, surûşt) ji bo sûdwergirtinê tê avakirin. Helbestvanê me dizane, ku (dunya) xêr û bêra xwe bi hêsanî nade mirov, belê divê mirov wan xêran bi ked û cefayê xwe biberhimîne (bi dest xîne); yanê divê mirov ji bo bidestxistina wan xêran bilebite û kar bike, surûşt tev xêr û bêra xwe heye, lê divê mirov wan xêran di riya kar re bixwaze.
Peyva (avakin-avakirin) bi wateya xwe ya aborî dibe nîşana tevlihevbûna gelek awa û cûreyên kar, ku hemî vêkre (bi hev re) dikarin berhemeke xwedî nirx, ku ji bo mirov sûdar e, biberhimînin. Pê re jî em dikarin weha biin, ku gava Feqî yê Tîran pêwîstiya avakirina dunyayê (surûştê) nîşan dike, da ji bo mirov bibe zeviya bê hempa, di heman demê de tevlihevbûn û hevpariya gelek awayên kar pêwîst dibîne, da xêr û bêrên duyayê ji bo jiyana mirov bêne bi destxistin, imkê hewceyên mirov gelek û cûrbecûr in, awayekî kar bi tenha nikare wan hewceyan biberhimîne.
Ev yeka li ba aborzanan xaleke gelek girîng e, û eger helbestvanê me, di wî warî de ne yekem kesê, ku ev xal nîşan kirî ye, belê hinek zanyarên din, wek her du ramanbîrên misilman El-Xezalî (1059-1111) û Îbin Xeldûn (1332-1406), beriya wî dest dane ser vê xalê, lê bê guman dibe hevparê avakirina ramana aborî kurdî.
Kar bi vê yekê awayê civakî, yê ku di pey Feqî yê Tîran re, bala gelek felsefeyan kişandiye, û  dikşîne, distine. Pê re jî em dibînin, ku banga wî ji bo kar ne bangeke sade û xav e, belê bi hişyariya durist kar û mirovatiya mirov û parastina rûmeta wî li gel hevudu dibestîne:
Her bendeyo awa merî.
Wekî nav dinê de bidebirî.
mel lazim e tu bigerî[3].
Wek awa em dizanin, ku kar, ji bo bihêzkirina bingeha aborî ya civakên mirovatiyê, girîngtirîn hêman e, pê re jî zelalî û duristbûna nerîna helbestvanê me di tenga girîngiya hêmanê aborî di jiyanê de, tê naskirin û zanîn. Ev yeka şûna pêşengiyê, di vî warî de, dide helbesvanê me, nemaze jî gava parastina rûmetê li gel kar dibestîne.
Kar ew tişta ye, ku mirov hêjayî jiyan dike, û mirovatiya wî diparêze, û wî ji kedxwarinê rizgar dike. Helbestvanê me vê yekê baş dizane, vê lomê ew bi tundî bi rûyê kesên ku ji kar baz didin, de derdikeve, û lomeyên giran ji wan dike, ji ber ku ewana bi xwe mirovatiya xwe erzan dikin:
Her bendeyo mesekine.
Diniya ron e, disekine.
Rojêd payîz dûmke kin e[4].
         

[1] Zargotina Kurda, beşê 2ê, rû 79. Bende: Mirov.
[2] Dîwana Feqî: 122-123.  Xêza 4ê tev bi zimanê erebî ye. ceb: bi wateya bê hempa bikar haniye. Mezre û qar: zevî ye.
[3] Zargotina Kurda, beşê 2ê, rû 80. Bende: mirov. mel (erebî): kar. Lazim (erebî): pêwîst, divê.
[4] Heman jêder, û heman rûpel.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…