Tîrêjek Ronahî ji Serdana Min a Hewlêrê

Konê Reş

Her ku ez diçim Hewlêrê, berî her tiştî diçim serdana Mîrzade Sînemxan Bedirxan, silavekê lê dikim û ji nêzîk ve serwextî rewşa wê dibim.. Di vê serdana min a dawî de, ji 21 ta 25 nîsana 2015an, digel mamoste Mesud Tek çûm mala wê.. Piştî sihbeteke xweş, wê çend pirtûkên bavê xwe Mîr Celadet û mamê xwe Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, dane min. Ewên ku nû, di weşanxaneya Avesta de, li Stenbolê hatine çapkirin. Ewjî ev bûn:
Gazinda Xencera Min, Xwedndina Kurdî, çîrokbêj-çîrokên kurdmancî, Elfabeya Min, Elfabêya Kurdî, Hevind û Dersên Şerîetê.

Ez jî, ji dil û can spasiya Mîrzade Sînemxan Bedirxan dikim, Xwedê temenekî dirêj di xweşiyê de bike ji para wê. Her wiha spasiya mamoste Abdullah Keskîn, xwediyê weşanxaneya Avesta jî dikim ku wiha bi berdewamî daye ser şopa Bedirxaniyan û berhemên wan ji nû ve çap dike.
A din, berî pêlekê, Hingur xanim, keça Apo Osman Sebrî ji min xwest ku jêre bibejim; ev helbesta bavê wê a li dor Ala Kurdî, di kîjan kovar an rojnameya Bedirxaniyan de belavbûye:
Min divê tu her bilind bî
Ala rengî kesk û zer..
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu î xemla banê min
Ger bivê, derman mirin bî
Bo te gorî canê min..
Hingî, çendî ez li Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê geriyam, min nedît.. Piştî ku Mîrzade Sînemxan, ev pirtûk dane min, û ez zîvirîm Qamişlo, û li malê min li wan mêzekir, min dît ku ew helbesta Apo Osman Sebrî, di pirtûka Mîr Dr. Kamîran Bedirxan a bi navê (Xwendina kurdî) de hatiye belvkirin. Ewa ku yekemîn car di sala 1938an de, ji rex Kitêbxaneya Hawarê ve li Şamê hatiye çapkirin.
Va di nav van gotinan re ez dengê xwe digihînim Hingur xanim û wê serwext dikim.

Konê Reş, Qamişlo, 07.05.2015  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…