Berê digotin me: „Teslîmiyet!“

Cankurd

Di dema geşbûn û gurrbûna PKK de, peyva „Teslîmiyet“ pir ji devê kadroyên wê derdiket. Gava em ji wan dipirsîn, gelo hûn bo çi davêjin ser KUK û DDKD, ji me re digotin: „Evana teslîmiyetcî ne!“ Heta ku derê ev rewşa ku dihat bilêvkirin rast bû, me baş nedizanî, û wan hêjayan jî ji me re xweşik û zelal nedikanîn baş  kat bikirana, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkî (Kurdî) nedizanîn, û her bawer bikin, ku kesekî niha di nav wan de xudan nav e, baş nedizanî peyva „Kurdistan“ bigota, wî „Kürdîstan“ digot, û gava min xwest ji wî re rast bikim, gote min: „Bira, min ev gotin li Almaniya bihîst, berê min tew nedizanî „Kürdîstan“ li ku ye û çî ye.“  

Teslîmiyet“ ew raman û siyaset e, ku seriyê xwe xistiye tewala dewletê, û di koka xwe de peyveke Erebî ye, ne Türkî ye û ne jî Kurdî ye, bi wateya „Xwe spartin“e û „Dest ji ber xwe berdan“ e. Ciyê xwe yê rast di Türkî û Kurdî de jî girtiye, ji ber siyaseta „Erebkirinê“ ya demdirêj di welatê me de.
Li ba Apociyan, her kesekê/keseka ne li gel wan bû neyar bû, lê gava ew kes di nêv partiyeke Kurdî ya ne li pey PKK bû, ew „Teslîmcî“ bû û partiya wî xudan siyaseteke „Teslîmiyetê“ bû. Divê her Kurdek biba Apocî, û her jineka Kurd jî biba „Heval“. Ta niha ez nizanim, bo çî Apociyan peyveke ne Kurdî li şûna „Heval“ bi kar ne anîne…  
Me ji wan dipirsî,  birano! Qey hûn kadroyên partiyên Kurdan, li bakur û rojavayê Kurdistanê dikujin? Ji me re digotin: „Evana xayînin, bê şeref û bê namûsin, ji ber ku evana li hember ramanên şorişa me derdikevin, xwe „teslîm“ dewletê kirine û Teslîmcî ne“. Lê gava me digotê, ku vaye serokê we di hembêza Hafiz Esed de daniştî ye. Digotin me: „Ev polîtîk e.“   
Niha ji teviya gelê Kurd re diyar bûye, ka „Teslîmiyet“ çî ye û „Teslîmcî“ kî ne, lê pirs dimîne ew: „Gelo, ma qey di nêv PKK de kesek nîne, ku dîsa dengê xwe bilin bike û li ser „Teslîmiyetê“ gotinekê bi mêranî bike?“
Bimînin di xêr û şadiyê de
Cankurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…