Di 100 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û zimanê Kurdî..
  Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya şaş kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..

Van yekan hişt ku Kurd di gelek waran de paşketî bimînin û gunehkar bibin  û gelek tiştên ne baş di derheqî wan de bêne nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêz bixwedî derketine û ew ji kuştin û qirkirinê parastine.. Belê kêm kesan ev yek (parastina ermenan) ji rex Kurdan ve aniye ziman..
   Erê bi min xweş e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermenan; Kurd, êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv..
   Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamişlo re girêdan û xweş kirin, nexasin ewên ku di nav eşîra Rema û deşta Bişêriyê de mezin bûne, ewên ku bi kurdiyek sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê, gundê Caksa ne.
  Di fermana Ermenan a sala 1915 an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv yê ermenî destpêkir û got: Em ti carî qenciya eşîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuştina fermana sala 1915 an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kirin û wiha em û zarokên wan bi hev re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Şikrî û Huseyin ji ber tirkan revyan xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê Tilbirêc û gundê Qetraniyê girtin, careke din em û wan di xêr û şerê hev debûn.. Nexasim ku Huseyinê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamişlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aşxane ye..

Qamişlo, 01.05.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...