Gotina Min di 40 Rojiya Bihiştî Ciwan Mîranî de

Konê Reş

Di navbera 40 rojî de, ez di wefadarî û dilsoziya mamoste Xalid Cemîl Mihemed de, ji rehmetî Ciwan Mîranî re ponijîm; her ku min Net vedikir an derbasî Facebookê dibûm, ez rastî çend gotinên wî, yên bi kul û xem derbarî Ciwan û koçkirina wî dihatim, digel ku wêneyekî wî jî pêre belav dikir.. Tevî ku min rehmetî Ciwan nedîtibû, lê min, di van çil rojên ku derbas bûn de, bêtir û baş ew nas kir.. Min naskir ku Ciwan Mîranî, ji wan kesan bû, yên ku xwe ji hevalên xwe re dikin pir, da ku hevalên wî bi selametî, derbasî peravê serketinê bibin..

Û wiha di encam de, ji min ve hat diyarkirin ku ew, ne heyranê berjewendiyên xwe bû.. Ew, heyranê zimanê Kurdî yê qedexe bû.. Heyranê peyva kurdî a resen bû.. Heyranê rewşenbîriya kurdî a bê guhdan bû..
Erê, ez van gotinan di pesnê wî de dibêjim, bêyî ku ez wî bibînim, dibe ku niha hin ji we, matmayî dimînin.. Na, matmayî nemînin.. Min ew ji nêz ve, di rêka wefararî û dilsoziya hevalên wî de naskiriye.. Ewên ku baweriya min bi wan mezin e, ewên ku wek mêşa hingiv in, ku ne li ser kulîlkê be danayînin.. Helbet Ciwan Mîranî kulîlkek bi hilm û bîn bû.. ta ku mêşa wan li ser danî bû.. Ez bi hêvî me ku hevalên wî di demek nêzîk de Ciwan Mîraniyekî din bibînin…!
Kurdan ji mêj ve gotiye: (Yek bi sedî ye û sed ne bi yekî ye), helebet rehmetî Ciwan Mîranî bi sedî bû.. Vêca, ez bi hêvî me ku, ev guhdana pê hatiye kirin, bibe guharek di guhê me de û em berê xwe bidin wan xisletên Ciwan.. Hem jî gotine: (Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne).. Erê, her wê navê Ciwan Mîranî di nav me de bimîne û besî wî ye ku îro, em li pey navê wî li vir civyane û pesnê çakiyên wî didin..
Bêguman, koçkirina wî di vê dema hestyar, ziyan û xisarek mezin e ji rojnamegerî û rewşenbîriya kurdî a têvel re. Ez omîdewarim ku di demek kurt de, cihê wî bê dagirtin..
Spasiya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê dikim ku, di vê roja pîroz de, roja 117 saliya rojnamegeriya Kurdî de, 40 rojiya koçkirina wî, bi rêk û pêk bi bîr anîn..
Silavek gerim ji bo we tevan, sersaxiyên xwe pêşkêşî we dikim, pêşkêşî malbata wî dikim û dibêjim: Serê we sax be, serê gelê kurd sax be, serê rewşenbîriya kurdî sax be û silav li giyanê mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Ciwan Mîranî bibare..

Konê Reş, Hewlêr, 22.04.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…