EZ… DABEŞKIRÎ ME

Bêkes Reşîd
 
 Min tu ji bîrê nekiriye bo  ji te dest pê bikim, min tu tewaw nekiriye û ne te bi dawî kiriye.
    Çavşaşbûna wî mirovê ku her beyanî di riya min de rawestiyaye, bêhemd û ji fedya, bê silav nema dikarim derbasbibim, geh gunehê min pê tê, û geh jî bi min tê. Bo min bênav e, hevalê silava biyan. Ji min qufloktir e – çi sosrete – herdem bi kurk û kum e, carnan piyaleke çay di destan de ye, pif dikiyê, bo mîna xwe, sar bike.

    Dîsan sozê didim te, ew soz bixwe, bêyî ti guhertin. Tê bîra te??.
    Wî çaxî em bihevdiketin, lihevdiketin, çaxekî mîna riwê te bû, dema min sîleyek lêxist, di nav wan darên ku ji mêj de ti kesî li wan nenêrî bû, sîleyek û maçek. Dikim nakim bo we zayîneke nû  ji nûdemekê peyda nakim, mîna gera ciwanekî li yareke mirî. Ez ne yek ji wan bûm. ji xwe; ti kes xwe nake nav hevkêşiyeke wiha de, ancex dînek be, yan mirovekî şîzofrênî be, yan jî mîna hevalcêwiyê min be.
    Berî ku raze hertişt lê dicivin, berî ku dest pê bike hertişt jê sildibin, berî ku bimire dibe hertişt. Heger ez vê carê  jê rêzgar bibim – ji xwe qet ev nebûye – ezê ji nû spas bikim. Reveke ji hêzekêşeke hestîyî bênav, bi armanca miştkirina hemû xaleyên min. Mîna mezinbûna gerdûnê bê çilo herdem hewldide ku ti valayiyê di xwe de nehêle, û ji hêleke din ve jî hemû valayiyan diafirîne… Yek gerdûn, gelek gerdûn, windayî. Jiyanek, gelek jiyan, bendewarî. Xwedayek, gelek Xweda, ateîstî. Wilo digot: Heger mirin were min, ezê mercekî di rê de raxînim “ herkesî bi min re bibe ”, ji mirinê ditirse, lê ji hertiştî jî ditirse… Xweberîtiya bêdaw e. Dibe ku hertişt ne bi tijekirinê ye, ne bi hevgirtin û yekîtiyê ye, ne jî bi teqandinê ye. Ne bi ferebûn û tengbûnê ye. Ango; ne bi van yaseyan tên pîvan… Ev jî ne nûtirîn teorîye. Valayî di xwe de, bi rêmaneke ramanî, hesteyî, tê nasîn. Bandora xaleyî ya gerdûnî. Li gor windayiya ku herdem xwe mezintir dike, ku bihêtbûn û matbûnê bêtir dike. Di vê bîskê de, di her bîskê de, bê çilo hemû fîzîknas lixwe diterpilin… Ez jî mîna herkesî – mafên gotinê di bin piyên min de – di bîskekê de, dibim piçek zanyar, dibim piçek fîlosof !!!.
     Çilo bertekiya wijdanê aktrîstekî ( her mirov ) di drama jiyanî de dihêle ku yaxîkirinekê di hundurê wî de rêkûpêk bike?. Çima wê neke?. Hemû diyalog û senaryo, bo herkesî ne… Bi kêmanî.
    Dizanim gelek rêzên min bûne xêz, li xwe dizîvirin, diherbilin, digelicin, grêkin bêjeyî çêdibin, grêkek ji grêkan çêdibe. Vegerek arişî li xwe dicivîne. Di tirimbêlê de bûm, ya ku bo hertiştî dibe, xêl, bar û mirin jî, dema ku min çav lêkir – ew hezkirina yekemîn bû –  ji xwe; di hertiştî, her deverê û her heyamê de, dibe. Rojeke tevlîhevî bû, ji demsalan bihar bû, navê wê jî Bihar bû, li hertiştî bihar bû… Aya  ji mirinê re jî bihar heye??. Mebest; binyada dijayetiyê ye, ev dîmen; dahûrandina dawî bo wê nîye, ev jî mîna rexnên ku wê li vê nivîsê bibarin.
    Sawêrên min û we li pey min in, di nav gotinan de direvim, bi helkehelk radijim ramanan, dizin, diteqin, hin dikevin, diperçiqin, ji min didizin, di paşla xwe  de vedişêrin, lê ranawestin. Dibin hezkirin, kîn, razan, hişyarî… Dibin mirin, hevalcêwî, rewan û dibin ez… dema ku ez dibim hûn. Ev angaşt pêşbirkeke hêja ye ku di derûnên we de – bêyî ku hûn pê zanîbin û hestyar bibin – têr bilîze, belkî tiştin di hundurê we de jî avizbibin, û ti kes bê zarûzêç nemîne… û wilo; ti kes bê perîn jî namîne.
Silav…
    Pêşwaziyeke bê sînor bo hemû raman û têgihên xwe dikim… Wan sar dikim, germ dikim. Wan li xwe dikim, xwe li wan dikim. Wan dihêlim, xwe nahêlim… Ev pileyeke nûye, waneyekî nûye, mirineke nûye, hebûneke nûye. Ev in hin çaxên ku bi pîverên me netên nasîn. Ev hemû; hin nebûn in bang dikin: Ka em liberxwe bidin, reseniya xwe binasin. Ka em di çavên kesan re li xwerûya xwe negerin, belkî em hindekî jê bibînin.
    Em wênekêş in, bêtir ku guhdar û bîner bin. Hertişt di xwe de têvel e, em jî revendeya dualî ne, komên me li devernan dibin giyangel ( Komgiyan ) û li dever in din dirm, baktêrî, mîkrob û gelek tiştên din, yên bi şan û bê şan. Giyan jî dize, giyanan dide – ev di xwezayê de. Gorra daringî, parçebûn e, vejîneke nûye. Û eger hebe, gorra giyanan?. Ma em bêdaw in?. Di van galaksiyên nû de ev pirs bi çi awayî tên kirin?… girtîgeha dînîtiyeke arişî çarenivîsa hêleke min – bi kêmanî – dirêse. Ango; naveroka min rehendê nenas e, bi çikkayî hebûna min li we dihêle… Xweberîtiya ku ajaweya derûnî dike kujer.
    Ez ê te bibim, niha û herdem, li qolîka xwe bikim û li demekî, te bigerînim, te bibim taxa Qenatswêsê li qîrînê, çarlepkiyê, rêveçûnê, axavtinê,  revê… di bin dilopên xanî de, bi werdek, mirîşk, karikê sêwî re… bi hemû lîstikan re, gog, çavgirtink, pel û tehto, komikên axê, xar, kulkulî… te bibim cem ‘Evdo û Cim’o yên Hecî Remo, qursikekî nanê tenûrê ji destên dayika wan bixwe, ‘Amir ( kirîv ) li mala wan têr bixwe û vexwe – mane weke mala te ye – Nezîr ( Şêro ), Ciwan, ‘Îmadê Xelîlê Heştwanê ku ti carî li ser te nedaye, Emînê Hecî Hisên, Osmanê Seyid, Ehmedê Selîmo, Raşidê Newafo, Yûsiv, Remo… bi keçikên taxê re dîsan bi gog û qehfik, werîs û pûlan bilîze… dikana Mirado, Newafo û ‘Ebasê Seyid… di nav kolanên herrî, yên reben û perîşan, hemû cil û bergên pînekirî… mal û mizgefta kalikê te ( Mele Silêman ) xwe bi bêhna dapîra xwe mişt bike, bi ken û henekên apên xwe, dîsan xwe bi mezintirîn hêvî bike… bi şev li mal vegere, bi xwîşkên xwe re bi heftok û marşo, û bi birayê xwe re bi goga ji goreyan çêkirî, bilîze… dêbavên te ji şevbuhêrka mala Zibêr û Şemse, û hemû malên taxê vedigerin. Tu jî ranazî, ji tirsa xewnan, ne xem e… Ji dema ku te bi gewdeyê xwe, wexer ji wê taxê xwest, tu şiyarî, binyada rewanê te li wir digere. Sawêrê wê taxê tuyî… Belkî tu jî wê diparêzî.
    Xwelî li qidoş, şadî,  xweşî û li min bibare, ku ji bilî rabirdûyê ve ti tişt  teqez û misoger ji me re nas nebûye û li me xwedî derneketiye… Ez nexweşiya xwe me, jê ranebûme, di saxiyê de bi mirinan dijîm. Tenê kêferateke rewanî û ramanî dikim. Dizanim gelekên min diyarbûn, û di vê bîskê – bixwe – hemû û hin in din, yên nenas ji min, pêkve diherikin vê nivîsandinê. Belkî tê de bimînin, ta ku hûn wan bihejmêrin!!!.   
………………………………………………………………………………..
Qenatswês: Taxek ji yên Qamişlo ye.
Gog, çavgirtink, pel û tehto, komikên axê, xar, kulkulî, heftok, marşo, werîs, pûl, gog û qehfik: Navên lîstikan e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…