Adarê Dêmê Qamişlo

Konê Reş

Adarê !
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de

Dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre..û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
*          *          *
Adarê  !
Di sibehên te de
Dêmê Qamişlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tene xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê de
Li hev vedigere..
*          *          *
Adarê !
Wek rêwîkî windayî
Di bin pencere û hêtên Qamişlo re
Di buhirim
Çîrok û serboriyên
Her malekê di huşê xwe de
Tomar dikim :
Dayikek kezebker
Ji kerba kurê xwe yê girtî
Bi êşa zirav ketiye
Bavekî dilovan
Ji daxa zindankirina kurê xwe
Sewsî bûye
Xuşkek dilevîn
Ji êşa nebedîbûna birayê xwe
Dîn bûye
Malek rêzdar
Ji zora setemê
Şerpeze bûye
Malbatek welatparêz
Ji ber parastina welatîbûna xwe
Ji hev bela wela bûye
Êlek niştimanperwer
Ji ber berxwedana xwe
Bûye sed perçe
Û
Tev ji sibê ta bi êvarî
Bi dûv nanê zikê xwe de
Dibezin
*          *          *
Erê adarê
Dêmê Qamişlo
Di sikak û kolanan de
Di girî, digirî…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…