100 Saliya Kumkujiya Armeniyan û Çîroka Pîrika min

Konê Reş

Di rojek mîna (24.04.2015)an de, berî 100 salî, komkujiya Armeniyan destpê kir û di encam de melyon û nîvek Armenî ji jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin kuştin, sirgûnkirin û dûrî xaka welatê xwe Armenistanê ketin.. Qehremanên vê qirkirinê hikumeta Osmanî û ev hersê efserên tirk bûn: (Taleet, Anwer û Cemal) bûn. Pîrika min, anku diya bavê min (Osena Nersîsyan: Sara Abdo), jî di nav wan de bû û yek ji Armeniyên wê qirkirinê bû.. Xweş tê bîra min; dema ku wê çîroka kuştin û qirkirina malbata xwe ji me re digot û dibiland.. Û çawa ku berê wê û mirovên wê digel kerwanekî mezin ji Armeniyan dane Helebê û Dêra Zorê û ji wir, ber bi Şedadî û Merged ve rêkirin û ajotin… Digot; ew kerwan ji jin, mêr û zarokan pêk dihat û pirraniya wan bi rêkê de mirin..

Navê pîrika min Osena Nersîsyan bû, lê, navê wê yê nû bibû (Sara Abdo). Li ser ola xwe ma û razî nebû biguherîne. Dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinihirand, kezeba mirov bi nuhirandina strana wê re dişewitî.
Erê îsal (24.04.2015), tam sed sal 100 sal di ser komkujiya Armeniyan re derbas dibe. Sala 1915an saleke reş bû ji bo Armeniyan. Di vê salê de wek ku tê got, milyon û nîvek Armenî ji warên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê ji Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuştin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Armenistanê hate birîn..
Îro, dinya tev dibêje ku komkujiya Armeniyan dewleta Osmaniyan gunehkar û sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî yên dewleta Osmanî ev plan biriye serî..
Vêca wek wefadarî ji bo vê bîranîna diltezin û ji bo giyanê wê û giyanê tev Armaniyan, min îro gotarek di vê derbarê de bi zimanê Erebî belav kir, da ku Armeniyen nizanin bi kurdî bixwînin û serwext bin..
Silav li giyanê tev şehîdên ku di ber azadî û xweşiya welatê xwe de canê xwe ji dest dane.
Konê Reş, Hewlêr, 24.04.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…