Daxuyanî

Beyana HNRKS bo bîranîna 117 salan li ser zayîna rojnamevaniya kurdî

Di 22 nîsanê de, 117 sal li ser bîranîna rojnameya kurdî, a bi navê ”Kurdistan”, ku zanyarê kurd Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre-Misir derxistibû, diqede.
Ev roj li cem hemî rojnamevan û ragehandinên kurd li Kurdistanê bûye rojeke taybet, ku bîranîna rojnameya yekê di nav xwe de bibîr tînin. Herwiha li dîroka rojnamegeriya kurdî vedigerin bê çawa ev rewş hatiye bi pêşxistin ji wê demê ve ta bi roja îro.

Em li HNRKS vê rojê bibîrtînin û hewldanê didin ku hemî mirovên komîta rojnameya ”Pênûsa Nû” vê rojnameyê bi pêşbixin, ta ku bibe berdewamîyek bo rojnameya yekem ”Kurdistan”, lewra hemî endamên komîta birêvebir bi herdû beşên xwe ve, çi kurdî, çi erebî, hewl didin ku bibe rojnameya yekê di nav kurdên rojavayî Kurdistanê.
Ev sebaret li ser kurdên me derbas dibe, di demeke pir dijwar û aloz de, û rojnamevanên me bûne du beş, her beşek bi alî hêzeke siyasî ve diçe, û hin caran li dij hev jî kardikin, digel ku welatê Sûriyê bi gelemperî û herêma kurdî bi taybetî di karesatekê de derbasdibe, di dema ku ji me tevan tê xwestin û nemaze ji kesên rewşenbîr (çi rojnamevan, çi peyamnêr) ku doza yekîtiya civaka kurd bikin, ne karê wan ê çandeyî û şêwirdanî bo parekî ji gel re be, divêt karê wan bo hemî gel re be!.
Ji ber vê hindê, HNRKS di vê rojê de, roja rojnamevaniya kurdî de, dozê li hemî rojnamevanan dike, ku xwe bidin ser hev û di bin sîwanekê de karbikin, û xebata wan têkeve ber bi berjewendiya gelê kurd tevan de.
Bijî roja rojnamevaniya kurdî.
Serfirazî bo xwedanê rojnameya yekê zanyar Miqdad Medhet Bedirxan.
Sermedî bo şehîdên gotina azad û hemî şehîdên welat.
Hevbenda Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriyê (HNRKS)
22.04.2015

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…