«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE … xelek (13)

Deham Ebdulfettah

Watedariya Hin Hevalkarên Cihî Li Gora Paşgirên Pêvebestî

Hevalkarê cihî ew nav e ,[1] yê ku hêlekê yan cihekî ji cîhan destnîşan dike , wek “ser , bin , nav , pêş , paş , jor , jêr , dûr , nêz , nêzîk , hêl , alî , lay , rex , rast , çep , bakur , başûr , rojava , rojhilat  . . . . .”. Ev hevalkar cihê bûyîna karan didin nasîn  .
Wek :
– Zînê pirtûk danî ser maseyê
– Pirtûk ket bin maseyê
– Çivîk çûn nav daran
          – Çivîk hat ser darê

Bo vê têkiliya di navbera van navan û bûyerên karan de , navê “hevalkar”li wan bûye
Ji hêla zayendê (nêr û mê) ve jî , ev hevalkar , digel ku zêderên (veqetandekên) nêrînî û mêyînî “ê , a”digihêjin wan jî ,lê ne rasteza ne . Anku , ne nêr û mêyên rasteqîne ne
Wateya hevalkarên cihî li gora şêwazê bikaranîna wan di pêvajoya hevokan de berçav dibe . Em dizanin ku hevalkarên cihî di raweya xwe ya resen de rût (bê paşpirtik) jî tên xebitandin  .
wek :
– Ez dûr çûm
– Rizgarî ji me ve nêzîk dibe
– Penaberên me ber bi rojava ve diçin
Lê ku paşpirtik (paşgir) bigihêjin hevalkaran , hingê wateyên wan , li gora cor û celebên paşpirtikan tên guhertin .
1- Ev zêder •veqetandek “ê ,a ,ên”di raweya palvedanê[2] de digihêjin navdêran , zayend û jimara wan destnîşan dikin  .
Vêca ku ev zêder bigihêjin hevalkarên cihî , wan jî dixin rêza navdêran . Hingê wateyên wan ji navdêriya wan berçav dibin , anku weku navên asayî tên xebitandin .
Nimûne :
-Rojhilat : Rojhilata Navîn zengîn e
(herêma rojhilata navîn . . .)
-Başûr : Başûrê Mezin rizgar dibe
( parçeyê başûr ji Kurdistanê)
-Bakur : Bakurê me raperiyayî ye
( welatê me yê bakur . . .)
-Jor : Mizgeft li jora gund e
( mizgeft li tara ser gund re ye)
-Rojava : Kurdên Rojavayê welêt şiyar in
(kurdên parçeyê rojavayê welêt . .)
Di van mînakan de hevalkarên (rojhilat , başûr ,bakur , jêr , rojava) , bi sedema zêderan , bi wateya navên cîgehan tên xebitandin .
2- Paşpirtika “î”jî , di raweya palvedanê de , digihêje hevalkarên cihî , bêyî ku watedariya wan a hevalkarî bê guhertin . Anku , wateyên wan ên cihî wek (hêl ,alî , rex , layî . . ) tenê destnîşan dikin  .
Nimûne :
-Rojhilat : Duhok rojhilatî Qamişlokê ye
( Duhok li hêla rojhilatî Qamişlokê ye)
-Başûr : Başûrî gundê me qadeke beyar e
( beyar li aliyê gund ê başûr e )
-Bakur : Em ê herin bakurî bajêr
( em ê herin hêla bakurî bajêr )
-Jêr : Seyrangeha me li jêrî gund e
( seyrangeh li aliyê gund ê xwarê ye )
– Rojava : Pezê we li rojavayî çiyê diçêre
(pezê we li rexê çiyê yê rojava diçêre)
Diyar e ku hevalkar di van mînakan de bi wateya (hêlekê , rexekî , aliyekî , layekî . . .) hatine , ne weku navekî asayî  .
têveliya di navbera watedariya navdêr û hevalkarê cihî de hûr e , gelek caran tevhevî di navbera wan de peyda dibe . Bo zelalkirina her dû wateyan , em ê , di van mînakên jêrîn de , wan beranberî hev bikin :

Navdêr                                    Hevalkarê Cihî
– Rojhilata me … (herêm ..)      Rojhilatî me … (hêl/ alî …)
– Başûrê me … (parçe ..)          Başûrî me …(= / = )
–  Rojavayê me …(welat …)      Rojavayî me … (=   =)
–  Bakurê me …(= =)                Bakurî me … (= •=)
– . . . .
Têbînî
Ne hemû hevalkarên cihî , di warê kiryarî de , bi van her dû şêwaz û wateyan bikar tên , lê ku hatin xebitandin , hingê wateyên wan li gora pêvajoya hevokên wan destnîşan dibin .
Nimûne :
1- Bakurê dil : Xoşewîstê dil , ê bakur
– Bakurî dil : Hêla dil , a bakur
2- Dûrê min : kesê min ê dûr
-Dûrî min ket : ji min dûr ket
3- Li Başûrê me (li welatê me yê başûr)
-Li başûrî me : (li hêla me ya başûr)
-……ê

Navê berkar ( berkarî)
Navê berkar (berkarî navekî dariştî ye , ji karên derhingêv tenê tê dariştin . Ev nav wateya bûyereke qewimî bi xwe ve digire û di pêvajoya hevokê de weku hevalnavekî (rengdêrekî) rewşa wê bûyerê bi ser rewûdarê berî xwe ve berdide .
Wek :
1– Reşo goşt biraşt
2– Goşt biraştî ye (hatiye biraştin)
Di hevoka (2)ê de bêjeya ” biraştî) navê berkar e .
Ev nav di pêvajoya hevokê de bi van diyardeyan berçav dibe :
a–Navekî dariştî ye , ji karê “biraştin”saz bûye .
b–Li gel ku nav e jî , wateya karê “biraşt-biraştin”bi xwe ve digire û dibe hevalnav (rengdêr) , rewşa navê berî xwe “goşt”diyar dike :
–   Ev goşt biraştî ye  .
–   Reşo goştêbiraştî dixwe  .
Navê berkar ji binyata dema borî ya karê derhingêv (têper) û paşgira “î”pêk tê , anku : – ( binyata karê borî + paşgira “î”= navê berkar )
Wek :
jêder           binyata borî        navê berkar
– Kuştin               kuşt                      kuştî
– Raxistin             raxist                    raxistî
– Çandin              çand                     çandî
Berkar û navê berkar ji hev cuda ne .
Em dikarin wê cudahiyê di van xalên jêrîn de bipelînin :
– ji hêla binesaziyê ve , berkar dibe ku navek ji her celebê navan be (pendî , nependî  ,dariştî , ne dariştî , bernas , giştî . . .) yan cînav be  .
Wek :
– Min pirtûk da Zînê
– Ez Te dinasim
                   – Kê girtiyên zindanan berdan ?
Lê navê berkar navekî dariştî ye , ji karên derhingêv û paşgira “î”tenê saz dibe  .
– ji hêla erk û rolê ve jî , berkar ew nav e (yan cînav e) yê ku bûyera karê derhingêv lê dibe . Lê navê berkar di reseniya erkê xwe de , hevalnav (rengdêr) e .
Hindek caran navê rewşdar1 ji hevokê tê avêtin û hevalnavê wî cihê wî digire  .
Wek :
1– Mirovekî girtî hat berdan
( Girtiyek hat berdan)
2– Min mirovekî girtî xelat kir
( Min girtiyek xelat kir )
Di hevoka yekê de navê ” mirovekî”kara ye . Dema ku ev nav hat avêtin hevalnavê wî ” girtî”li şûna wî bûye kara . Di hevoka duwê de jî , navê “mirovekî”berkar e  . Dema ew jî hat avêtin hevalnavê wî jî “girtî”li cihê wî bûye berkar  .
Me berî nuha gotibû , ku corek ji “navê kara”weku “navê berkar”bi alîkariya paşgira “î”saz dibe  . Ev “î”li dawiya wan herdu navan tê nivîsîn , wek “Azad ketî ye”û “Azad girtî ye”2  .Gelek caran bi egera vê “î”yê , tevheviyek di navbera “navê kara”û”navê berkar”de peyda dibe . Bo zelalkirina vê kêşeyê , gerek em di bîra xwe de bînin , ku navê kara ji binyata borî , ya karê nederhingêv û paşgira “î”saz dibe .
Wek :
– Azad ketî ye
– Baran bariyayî ye
Lê navê berkar ji binyata borî[ ya karê derhingêv û paşgira “î” saz dibe wek :
– Azad girt , ye
– Berx serjêkirîye
Li gora vê pîvanê jî , em dikarin “navê kara”û”navê berkar”di pêvajoya guhertina yek hevokê de ji hev binasin .
Wek :
1– Çavên mirîşka Fatê Rijiyane
( Çavên mirîşka Fatê rijiyayî ne (navê kara)
2– Fatê çavên mirîşka xwe rijandine
( çavên mirîşka Fatê rijandî ne (navê Berkar)
(1) Navê rewşdar ew nav e , yê ku hevalnav (rengdêr) pê ve girêdayî ye û rewşa wî diyar dike  .
Wek :
( Gula sor [ dergehê girtî) ]
(2) Azad hatî ye : (hatî) navê kara ye ( )
Azad girtî ye : (girtî) navê berkar e ( )
Bi wê rêpîvana dariştina navê berkar , ku ji binyata dema borî , ya karên derhingêv û
Paşgira “î”durist dibe . Ew nav ji her sê corên karên derhingêv (xwerû , dariştî , û lêkdayî) pêk tê  .
Nimûne :
1 Karên xwerû :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Şandin               şand                     şandî
– Xistin                xist                       xistî
– Bihîstin             bihîst                    bihîstî
– Çandin              çand                     çandî
– Sotin                 sot                        sotî
– Çinîn                 çinî                       çinîyî
– Dotin                 dot                        dotî
– Firotin (firoştin)          firot                      firotî
– Guhestin            guhest                   guhestî
– Kuştin               kuşt                      kuştî
– . . . . . . . . . . . . . .
2 Karên dariştî :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Ragirtin             ragirt                    ragirtî
– Rakirin              rakir                     rakirî
– Daxistin            daxist                             daxistî
– Vekirin              vekir                     vekirî
– Vedan                veda                     vedayî
– Dahîştin            dahîşt                             dahîştî
– Rûkirin              rûkir                     rûkirî
– Rûdan               rûda                      rûdayî
– Vekişandin        vekişand               vekişandî
–  . . . . . . .
3 Karên Lêkdayî :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Pêxistin             pêxist                             pêxistî
– Têdan                têda                      têdayî
– Têvedan            têveda                   têvedayî
– Sorkirin             sor–kir                 sorkirî
– Binpêkirin                   binpêkir                binpêkirî
– Çavşikandin      çav–şikand           çavşikandî
– Destjêkirin         dest–jêkir             destjêkirî
– Rastkirin           rast–kir                rastkirî
– Pêvedan             pêveda                  pêvedayî
– Avdan               avda                     avdayî
– . . . . . . . .
Diyar e , ku ji hêla wateyê ve , navê berkar têgeha raweya karê nediyar (nepenî) berçav dike .
Wek :
1– Şêro berxê xwe serjêkiriye
2– Berxê Şêro hatiye serjêkirin
3– Berxê Şêro serjêkirî ye
Bi wê pîvanê jî em dikarin bibêjin :
– Hatiye kuştin = kuştî ye
– Hatiye revandin = revandî ye
– Hatiye belavkirin = belavkirî ye
Lê ji hêla teşe û ruxsarê ve , berçav e , ku raweya her du mijaran bi paşgira “î”yê digihêjin hev , lê :
– Navê kara ji karên nederhingêv saz dibe (reviyayî)
– Navê berkar ji karên derhingêv saz dibe (revandî)
Me ev mijar di pirtûka “kar”de belav kiriye , lê ji ber ku pirrê caran tevhevî3  di navbera “navê berkar”û “karê dema boriya sergihayî”de peyda dibe me ev mijar careke dî dûbare kiriye .
Ji hêla rastnivîsê ve jî her dû mijar ji hev cuda ne  .
– Di nivîsîna karê boriya sergihayî de paşkok “e , ye”bi kar ve tê nivîsîn :
Wek :
– Te name nivîsîye (nivîsiye)
– Min pirtûk xwendiye
– Wî mar kuştiye
– Di nivîsîna navê berkar de ew paûkok cuda tê nivîsîn :
Wek :
– Name nivîsî ye ( hatiye nivîsîn )
– Pirtûk xwendî ye ( hatiye xwendin )
– Mar kuştî ye ( hatiye kuştin)
Paşkokên kesanî yên dîtir jî wisan tên nivîsîn :
 boriya sergihayî            navê berkarî
– Min hûn vexwendine            hûn vexwendî ne
– Min tu jî vexwendiyî            tu jî vexwendî yî
– Wan ez vexwendime             ez vexwendî me
–  . . . . . . . . . . . . . .

(3)- Bi sedema vê tevheviyê gelek nivîskarên me di rastnivîsa van mijaran de şaş dibin  .

[1] – Hevalkar jî, weku hevalnav (rengdêr), jêder û navên jêderî… dikevin bin sîwana
navan .
[2]-palvedan: (Izafe)–”Navlêkirina Seyda Sadiq Behadînê Amêdî ye “.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…