Taca zêrîn.. Şanoyeke bo zarokan

Ehmed Smaîl Smaîl
Wergerandina: Fewaz Ebdê

Diyarî

Ji bo Jînê; keça min di buhara xwe ya yekemîn de, li hêviya buhareke geştir bo wê û zarokên nifşê wê
Dîmenê 1
(Qesreke [avahiyeke] mezinî berkeftî, bi peyker, nexş û wêneyan xemilandiye, şah Koreş li ser textê fermandariyê rûniştiye, li nêzîkî wî serokleşker û şêwirdarekî wî rûniştîne, serokê dergevanan li ber deriyê bilind e. Bi dengekî bilind û bi saw bang dike)

Meznê dergevanan : Şandê Aşûrî
(Şah Koreş serê xwe dihejîne, şandê Aşûrî derbasdibe.. bi heybet bi pêşve tên û serokê şande sebetek [sindoqek] hilgirtiye. Nêzîk dibin, bejna xwe ditewînin. Sebetê datînin û û diçin. Çaxê derdikevin serokê dergevanan bang dike)
Şandê Hissî
(Careke din şah bi serî fermana derbasbûnê dide.. derbasdibin, diyariya xwe datînin û derdikevin)
Şandê Mîdî
(Dêmên şah tên hev, bi pirsîn li şêwirdar û serokleşker dinere.. kêlîkin dibûrin û şah dudilî dimîne. Şah bi livekê ji serê xwe fermana derbasbûna wan dide. Endamên şand derbasdibin û sebetên xelat û diyariyan hilgitine.. Şah û derdorên xwe bi saw li wan dimeyzînin. Diyariyan datînin).
Serokşand : Şahê me yê hêja Koreşê giranbuha! Bi navê me û bi navê hemû mîdiyan, em zor zor spasiya te dikin ezbenî, ji ber ko te em ji Ezdehakê zordar rizgar kirin.
Şêwirdar : Spasî tenê ne bese gelî mîdiyan! Çiku şahê me yê hêja, ji bo ko zorê ji ser we rake, wî serî li ber kalkê xwe Estiyak hilda.
Serokşand : Canê me bi gorî şahê me Koreşê hêja.
(Şah serê xwe bi erêtî dihejîne) Tiştê we ji mere kir gelekî hêja bû.
Şêwirdar : Ev raste gelî mîdîyan. Heger xwediyê we Koreş bi we ve nehata û hûn ji zordariya şahê we rizgar nekiriba, hûnê niha yan di wan çiyan de windayî bana, yan jî hûnê bê serî bana; serjêkirî di goran de bana.
Serokşand : Mîdî tev qenciya padîşahê me Koreş dizanin, ji ber wê jî her sibe, bi rojhilat re tev destê xwe ber bi jor ve dikin û lav û du`a jê re dikin.
Şêwirdar : Jibîrnekin ko hûn vêya ji zarokên xwe re jî bêjin ha!
Serokşand : Belê ezbenî, emê bêjin. Xwedayê me Ehoramezda xweşiya padîşah bidomîne, û wî ji çavên xirab biparêze.
(Şah bi serî ji wan re  amaje dike, Serokşand  xwe ditewîne, yên pêre jî xwe ditewînin û derdikevin. Şah wan bi nerînin matmayî wan oxir dike.. bi derketina wan re şah dest bi kenekî bilind dike)
Şah Koreş : Ehmeqno! Ev miletekî bodîleye [ehmeqe]! Min dest daniye ser şaneşîna wan û çi tiştê têde; ji gencîna, peykera ta bi nivîsandinan, û ew hatine diyariyan ji min re tînin û spasiya min dikin!!.
Şêwirdar : Lê te serê wan ji şûrê kalkê xwe Estiyak parast ezbenî. Ma ne bese!
Şah Koreş : Serîne valane, di heqê wan de bû tiştê bi serê wan dihat.
Şêwirdar : Û wê vala bimînin jî.
(dikenin.. leşkerek bihnçikyayî derbasdibe)
Leşker    : Ezbenî! Padîşahê minî hêja. Cin ezbenî, cin!
Şah  Koreş : Çi? Ev leşker kiye? Û çawa derbasî vir bû?
Şêwirdar : Bihna xwe berde û bêje, ka çi bi te re çêbûye?
Leşker    : Padîşahê minî hêja! Çaxê me ew şûnmayên wan, tabloyên ji heryê, peyker, û gencîne ji peristgeha Aqbatanê paytexta Mîdiyan, di guhestin, me dît ew neqşên li ser wan perçê ji heriyê nivîsandî dilivin, û weke mirovan dipeyivin.
Şah Koreş : Ev tu xurifiyî, kuro!
Leşker : Ez bi çi ji we re sûnd bixwim ko min bi van herdû çava dîtiye, û bi van herdû guhan heskiriye!
Şah Koreş (bi bihntengî): pasvanno!
(bihtir ji pasevanekî derbasdibin)
Du psevan : Belê ezbenî.
Şah         : Vî leşkerê dîn bibin û wî bavêjin zindanê.
Herdû paseva : Belê ezbenî
Leşker (bi tirseke mezin) : Ez ne dînim ezbenî. Ez bi çi sûnd bixwim ko min dît ew dilivin û li ser zanîn û zanistiyê û li ser.. li ser.. li ser te jî dipeyivin ezbenî!
Şêwirdar (radibe) : Rawestin pasvanno!
(ji şah re)  Bibûre ezbenî.
(Şah bi destan ji pasvanan re amaje dike.. xwe ditewînin û derdikevin)
Tiştê ko ev leşker  dibêje, bi metirsiye ezbenî.
(ji leşker re) Lê bi rastî ji min re bêje, û derewan neke, te bi rastî  ew tişt dît û hiskir kuro?
Leşker : Belê ezbenî. Û we divê ezê sûnd jî bixwim. Ne bes min tenê ev tişt dît, çi leşkerên li wir ev dîitin û hiskirin, ta bi serwerê me jî.
Şêwirdar : Û bi rastî, li ser şahê me peyivîn?
Leşker     : Belê ezbenî.
Şah Koreş        : Çi gotin?
Leşker : Dengê wan dihat, li ser zanistiyê, şaristaniyê, şaristaniya Mîdya dipeyivîn, û ji nişkêve çûn li ser şahê me peyivîn [ştexilîn].
Şah Koreş: Û çi gotin?
(Leşker bi tirs bê deng dimîne)
Biştexil kuro!.. Çi li ser min gotin?
Şêwirdar : Bêje, netirse. Bêje.
Leşker (bi tirs û devê wî lihev dikeve): Ez ezbenî! Digotin: Ko..Ko..reş derewçîn e.. Koreş Mîdya dizî.. Kooo
Şah Koreş (bi tundî): Hiş.
(şahradibe ser piyan weha jî Şêwirdar û serokleşker ê ko şûr ji kalan kişandiye)
Serokleşker: Ezbenî! Heqê vî leşkerê hov şûreke, ko serê wî ji gewdê wî hilqetîne.
(serokleşker dike ko şûr li serê leşkerê bizdyayî xe, şah destê xwe bilind dike, ew disekine û şûr vedigerîne).
Şah         : Û dûvre? Bi dûde çi çêbû?
Leşker     : Wan jinaweran xwestin ji cihê xwe derkevin, û çi mefer dîtin tê re derketin, û berê xwe dan bajêr.
Şêwirdar : Reviyan?
Leşker     : Na ezbenî, na. Em pey wan ketin, û piraya wan, me ew girtin. Serkirdeyê me ji me re got: Pasvanno bighin wan û wan vegerînin vir ji ber ko wê xelkên Ekbatanê xerabikin û aqil ji serê wan bibin.
Şah Koreş (matmayî li şêwirdar dinere): Ez dibînin tu ne ser xweyî, çi bi te hatiye? Çi heye?
Şêwirdar : Heger ev tiştê ko leşker  dibêje rast be, çi tiştên ko me ji mîdiyan talan kirine; gencîne, erd, mîrek, û zanist, wê tev li wan vegerin, û ev tîpin yên ko vî tiştî bikin.
Serokleşker (bi germî): Û ev kî wêre vî tiştî bike? Bi sûnd ezê wan biperçiqînin, weke ko çawa serê wan û yê hemi mîdiyan biperçiqînim.
Şêwirdar : Ev tîpin ezbenî; tîpên wan ên weke Sîmurg hatine vejîn, ew in ên ko alîkariya wan di vî warî de bikin.
Şah Koreş        : Tîp û tabloyên ji heriyê vejiyan?! Bê goman pîlanin li pey hene.
(Şêwirdar radibe, hinekî dûrî şah dikeve, dirame)
Serokleşker : Ti tişt xwe li ber şûrê leşkerên te nagire ezbenî, ne tîp û ne artêş..
Şêwirdar : Te bi navê Dêw bihîstiyî, ezbenî?
Şah Koreş : Dêw?
(dirame. Piştî çend kêlîkan) Belê, ew ji jînewerên xerab e.
Şêwirdar : Ev Dêw ewe yê ko van tîpan biperçiqîne. Ji wî pêve  wan têk bibe. [zora wan nabe]
Şah Koreş (bi tundî) : Tu henekê xwe bi min dikî şêwirdarê min?
(Serokleşker dest li şûr dipelîne û bi ziştî li Şêwirdar dinere)
Şêwirdar (bi tirs): Haşa ezbenî. Kî wêre henekê xwe bi şahê şahan û damezerê impiratoriya me bike?
Şah Koreş : Naxwe, çi wateya wê ye, ko tu dibêjî: Ti kes ji bilî Dêw nikare zora tîpan bibe?
Şêwirdar : Ebenî! Peyv, jînewerin ko ne bi tiştekî tarî û xirab be, zora wan naçe. Û tu ne wehayî.
Şah Koreş : Lê ev tiştekî efsane ye, ne rastiye.
Şêwirdar : Belê Ezbenî. Tu rast dibêjî. Lê dibistana wî miletî ya pêşî ew vejîn.
Şah Koreş : Dibistana pêşî?
Şêwirdar : Dê; dayikên wan.
(çavên şah kûr di kêlîkike bi raman de diçin.. dûvre dikene)
Şah Koreş : Aferim şêwirdarê jîr. Te çîrokên diya min anîn bîra min, çaxê ez zarokekî jirêçûyî bûm. Dema min nedixwest xewkim, wê ez bi Dêw, jin û pîr`ebokan ditirsandim..
Şêwirdar : Bibûre ezbenî, jiber ko diya te ji wan bû; Mîdî bû.
(herdû dikenin, serokleşker jî xatraneyî wan dikene, dêmên wî lihevketîne)
Şah Koreş : Rabûna wan wê xweşiya serkeftinên me jî bibe. Lê ka emê derbarê wanê revyayî de çi bikin?
Serokleşker : Emê pey wan kevin ezbenî. Em nahêlin ew xweşiyê bibînin. Ta yên mane jî tev dengin ti form û kesim ji wan tune, emê wan bigrin û wan biperçiqînin.
Şêwirdar : Na, wê Dêw bi vî karî rabe.
Serokleşker : Dêw?!
Şêwirdar : Divê her û her Dêw li ber çavê wan be. Ji bo wilo ez dibînim ko em bi lez xwe bighînin şahên bakur û rojava û başûr, da ko alîkariya me di vî şerê dijî wan bikin.
Şah Koreş : Başe, emê bikin. Û niha ez dixwazim Dêw bibînim.
Şêwirdar : Dêw derbaskin.
(tev nerînin çavnêrî û şadî li hev dinerin. Jînewerikî girs çar rû derbasdibe. Şah matmayî lê dinere û dikene. Şêwirdar amajeyî Dêw dike ko li dor xwe bizîvire, kenê şah zêde dibe. Dêw xwe ji şah re ditewîne. Şah Koreş mask ji ser ruwê wî radike, dide ber ruwê xwe û qêrîneke bi tirs dide)

Dîmenê 2
(Perestgeheke, yan cihekî weke mozîxanekê, komên tiştên pellixî û dû, dengê Bedlîsî tê, distirê)
Dengê Bedlîsî : (distirê)     Zarokno! Delalno! Wa hat Şerefxan
Ji Hewlêr, ji Efrîn, ji Amed û Wan
(derbasdibe, li cih dice û tê û stirana xwe dûbare dike)
Zarokno! Gelî nişteciyên Sobarto! Ey neviyên Key Exsar û zarokên Bedirxan. Derkevin, netirsin. Ez im Şerefxan. Şerefxan ê Bedlîsî.. Pêxemberê [Peyamnêrê] Newrozê.
(Tîp ji nav wê gemarê radibin, giryê mirov bi rewşa wan tê, tev zîvar zîvarî ne, Bedlîsî sar dibe, matmayî li wan dinere)
Tîp (bi dengin navhevketî): Ez, kîme ez? Ez kîme? Ez.. kîne em?
K (bi zor di bîra xwe tîne): Ez, navê min Kê ye.. ez Kê me.. kê.
Bedlîsî : Çi bi serê we hatiye?
K (bi zor) : Dêw.. dêwekî nav dilê me qetand.
Bedlîsî    : Dêw?
K           : Dêwekî çarserî.
(Tîp nerînin bi tirs li hev dinerin, lihevketîne)
Tîpek   : Çiqasî bi tirs  bi tirs û saw bû!
Tîpek   : Ez ditirsim
Tîpek   : Wê me veçirre.
Tîpek   : Wê serê me daqurtîne.
Bedlîsî : Bihna xwe ferehkin dostno!
Tîpek   : Emê vegerin çiyê.
Tîpek   : Ji çiya pêve kes palpişt ji me re tune.
Tîpek   : Ti war û cî ji çiya pêve tune ko serê me û jiyana me biparêze.
Tîp       : Derkevin çiyê, derkevin çiyê.. (dikin derkevin)
Bedlîsî : Bê mefaye şêrînên ber dilê min.
(bê deng dimînin û lê dizîvirin, bi awirin xerîb lê dinerin) Belê, bê mefaye.
Berê, hûn xwedî nav, deste û şêwe bûn.. we karîbû xwe û serê xwe biparêzin, lê niha, û piştî ko hûn weha parçe bûne, hûn bûne jînewerin nedîtî, tenê hûn mane deng, dengin têne bihîstin nayêne dîtin. Hûnê li wir winda bibin, û wê dijmin bi hesanî rastî we bê û wê serê we daqurtîne bêyî ko kes di hewara we were.
(dengê borrîna Dêw tê, tev ji tirsa lihev dikevin)
Tîp       : (bi tirseke mezin) Heware.. heware.
Bedlîsî : Ti sûde ji parskirina hewarê tune.
K          : Dêwe ezbenî.
Tîpek   : Wê me veçire.
Bedlîsî : (bi fermanî)Heydê bidin pey (dû) min.
K          : (bi fermanî) Bi kû de?
Bedlîsî : Bidin pey (dû) min.
(Tev li pey Bedlîsî bi dudilî dimeşin. Derdikevin. Dêw bi rengê xwe yê sawdar derbasdibe, jînewerekî girsî çar rû ye, her ruwek li aliyekî dimeyzîne, weke bahozê li dor xwe dizîvire û borîn jê dertê.. jînewerein xerîb ji bin kirasê [`eba] wî dertên û li dorê belav dibin. Aramî wî digre)
Dêw     : (bi fermanî) Ez naxwazim ew ji dest we herin. Ez wan dixwazim laşin zîvar zîvarî, û serîne jêkirî. Hûn têgihiştin?
Reşkên şevê : Belê ezbenî.
Dêw (tiliyê bi her yekî ji wan ve dike) : Tu û tu bi bakur ve herin.
Herdû reşik : Belê ezbenî. (derdikevin. Ji duduwên din re)
Dêw     : Û tu û tu bi bakur ve.
Herdû reşik : Belê ezbenî. (derdikevin. Ji yên mayî re)
Dêw     : û hûn herdû bi rojava ve.. û hûn herdû bi rojhilat ve..  bi lez.
Tev       : Belê ezbenî.
(xwe ditewînin û derdikevin. Dêw dîsa li xwe dizîvire û qîran dide).
Dîmenê 3
(Jûra[ode] pirtûkan.pirtûkxaneke mezin di sêngê de. Pirtûk bi cilên xweyî weke bergekî girs, naveroka wê bi serhevde tîne. Li derî dikeve, pirtûk li derî dizîvire)
Pirtûk  : Kiye? Kî li derî dixe?
Dengê Bedlîsî   : Derî veke dosto!
Pirtûk  : (ji xwe re) Ev dengekî nas e. Lê.. dengê kê ye?
Dengê Bedlîsî   : Derî veke ey çêtirîn hogir. Ez dostê te me, xwdiyê Şerefname.
Pirtûk   : Xwediyê kê? (tîne bîra xwe)
Hoho.. Şerefxanê Bedlîsî ye. Wey ser çava, û gelekî bi xêr Şerefxan. (bi stirana xwe re derî vedike)
Li ser çava Şerefxan   bi xêr hatiyî ji Wan
(derî vedike, Bedlîsî derbasdibe û paşre tîp komikî xwe davêjin hundir. Pirtûk di cihê xwe de sar û matmayî dimîne)
Ew kîne, ey mîr û dîrokûsê hêja? Tu çawa dihêlî biyanî derbasî ba min bibin, peyamnêrê Newrozê?
Bedlîsî  : Bibûre dossto! Lê ev ne biyanî ne, ev dostên te ne.
Pirtûk   : Dostê min?
(hûr li wan dinere) Nayê bîra min ko min berî niha ew dîtine!
(pirtûk bi hûrbînî li tîpan dinere)
Bedlîsî  : Evana dêwekî hov pey wan dikeve, û hatine xwe li te girtine, da tu wan biparêze; rizgar bike.
Pirtûk   : (matmayî) Wan ji dêwekî hov rizgar bikim?
(tev bi dilgermî li bende bersiva Pirtûkê ne)
Tîp        : Me rizgarke ezbenî.. ez dexîlê te me ezbenî.. heware.. ez dexîlê te me ezbenî!
K          : (bi fermanî) Bes
(Tev bêdeng dimînin û nerînin tengavî li tîpa K dinerin Pirtûk hûr hûr li wan dinere)
Dîmenê 4
(dîmenek giştî ji cihekî mîna avahiyeke bilind re ye. Du leşkerên mîna reşkên şevê ji zilamên Dêwin derbasdibin û cih saxtî dikin. Ji nişkêve yek ji wan bala xwe dide erdê)
Reşik 1 Reşkê şevê: Binêre.
Reşik 2 : Ev çiye?
Reşik 1 : (bi goman) Şûna xweliyê ye. Piyin xwelîgirtî di vir re çûne.
Reşik 2 : Mebesta te çiye?
Reşik 1 : Ji vir nêzîkin.
Reşik 2 : (bi tengavî) Ango evê ko navê wan tîp in hê saxin (bi dilreşî. Ji xwe re) Ev çi çîroka van çiyayiya ye, ko her piştî qirkirinekê dîsa weke teyrê Çilmurg têne vejîn?!
Reşik 1 : Çi bela teye, tu weke dîna bi xwe re diştexilî? Heydê em bighin wan berî ko dûr kevin.
(derdikevin, şûna nigê tîpan dişopînin)
Dîmenê 5
(Jûra pirtûkan, Pirtûk li nav birrek pirtûkên bilindî li pêşiya xwe digere, di kar de newq bûye, weke şêweyin cilan li hinek tîpan dike, dengin ne xweş ji wan tên der)
Pirtûk   : (bi bêkêrî) Ez nikarim, nikarin kismê wan bibînim, nikarim dosto!
Bedlîsî  : Gelo tiştek ji form û şêweyên wan ên kevn; Xûrî, Somerî.. Evistî nayê bîra te?
Pirtûk   : Na, ziyan gelek gihaye wan, zore mirov karibe karekî bi mefa li wan bike.
(qarînek tê, tev matmaî û bi tirs guhdarî dikin)
K          : (bi tirs) Ewe..
Bedlîsî  : Dêw?
(Tirseke mezin dikeve nav wan. Deng dûbare dibe)
Pirtûk   : Dêw?
Tîp        : Hov.
Pirtûk   : Hov? Lê ez ti dengan nakim!
Bedlîsî  : Tiştekî normale ko tu wêya nebihîzî i`nbara zanîn û zanistê, Heydê dostno em ji vir derkevin.. bi lez.
(Deng dûbare dibe, saweke mezin wan digre, û dengin bi tirs ji wan bilind dibe. Dertên)
Pirtûk   : (ji xwe re) Dêw.. Dêw.. Dêw? Ev nav ne xerîb e..
(pirtûkekê vedike. Dixwîne) Dêw.. Dêw.. haaa (Qeda Xwedê bi hemû dêwan keve Ez tekez dikim ko dijminê hemû dêwan im. Peyeme ji Ehora re.) niha min nasî ko ew kî ye, gelo dikeve seriya ko hê Bedlîsî nizanibe Dêw kî ye? (Piştî mijûliyekê, dikene) Afferim, te qenq kir dîroknûsê jîr, aferim!.
Dîmenê 6
(Medresa sor, avahiyeke mezine li girekî avakiriye, Bedlîsî û tîp derbasdibin, tev bi seyr û mendehoşî li avahiyê dinerin)
Tîpek    : Eve dibistana [medresa] sor a ko tu ji me re li ser ştexilî kalko Bedlîsî?
Bedlîsî  : Belê. Kêfa te jê re hat?
Tîpek    : Çiqasî ciwan û spehiye!
Tîpek    : û mezine!
Bedlîsî  : Wê bihtir kêfa we jê re bên dema hûn derbasî hundir bibin. Ew di vê herêmê de nimûneke ji dibistanên pêşketî re. Heydê bibûrin hundir.
K          : Tiştê em lê digerin, emê tê de bibînin ezbenî?
Bedlîsî  : Heger hûn kêrhatî bin, belê. Ya giring ewe hûn ti carî armancaxwe jibîr nekin.
K          : Emê çawa wê bikin û Dêw li pey me ye û dixwaze serê me bixwe.
Tîpek    : Ez birçîme
Hin tîp  : Ez birçîme, û ez jî, ez jî…
Bedlîsî  : Hûnê tev niha bixwin û belaş jî.. û tiştê hûn ji bo wê hatine jî hûnê bidestxin, û belaş.
(Qîrek kêfê didin û berê xwe didin hundir û bi şadî distirên)

Dîmenê 7
(Herdû reşik derbasdibin, Reşik 1 bi hûrbînî li erdê li şûna nigê tîpan digere, û li cihê ko tîp lê rawestabûn, radiweste, û bi saxtî li şûna wan dinere)
Reşik 2 : Te tişt dît?
Reşik 1 : Li vir bûn.
Reşik 2 : Li vir bûn?
(Reşik 1 şopandina şûna nigê wan didomîne, dûvre li dûr, li aliyê medresa sor dinere)
Reşik 1 : Bê goman wê li wêdera han bin.
(amajê bi cihê Medresê ve dike)
Reşik 2 : (bi dilreşî) Heydê em êrîşî wan bikin û wan careke din biperçiqînin.
Reşik 1 : Na.
Leşker 2   : Çima?
Reşik 1 : Divê em zû herin bighînin cenabê Dêw.
(Ji nişkê ve tarîbûn digre cih, û ji nava wê dengê reşikên Dêw bi tundî bilind dibin)
Dîmenê 8
(Medresa sor, panaveke fereh, hawîrdora wê deriyê holan e, her derîk tablowek pêveye, navê holê li ser nivîsiye (Hola zanewendiyê[feqetiyê], Hola helbest, Hola rêziman..) Tîp derbasî holeke ko pirtûkxaneke mezin têdeye dibin, û destê xwe di ser hûrê xwe re dibin)
Tîpek    : Xwarna me bi tewaş bû.
Tîpek    : û pir bû
Tîpek    : Min xwar ta zikê min êşiya.
(çavên xwe li hawîrdor li holê digerînin. Dengekî dibihîzin helbestê dixwîne. Dikin pistepist)
Tîpek    : Ev çi hol e?
Tîpek    : Ew yek ji van holên ko em di wan re burin; ya felsefê, yan rêziman, yan feqetiyê ye.
Tîpek    : Hema bi xwadê min tiştek ji yê ko me li van holan guhdarî kir, fêm nekir.
Tîpek    : û ez jî.
K          : Lê min mefa jê girt, û çiqa dixwazim ko mamostayên vê dibistanê bibînim; Melayê cezerî, Feqê Teyran û Ehmedê Xanî.. Hişşşş bêdeng.
Tîp        : (bi tirs û saw) kî ye? Dêw e?
(ber bi holê ve dice, guhdarî dike, li wan vedigere. Bi pistînî)
K          : Heydê.. bi lez derbasbin hundir.. Heydê.
Tîpek    : Te çi dît?
Tîpek    : Bi lez bêje, zû.
Tîpek    : Dêw giha vêderê? Derbasî dibistanê bû? Bêje.
K          : Na birano, na. ev Ehmedê Xanî ye
Tîp        : Kî?
K          : Helbestvanê me Ehmedê Xanî çîroka Mem û Zînê ji şagirtên xwe re dixwîne. Bidin dû min û hûn poşman nabin.
Tîp        : Mem û Zîn?
K          : Çîroka herdû evîndara û çawa Beko ew ji hev dûr xistin.. heydê derbasbin.
(Bi dudilî derbasî holê dibin)
Dîmenê 9
(Holeke mezin, li aliyekî jê helbestvan Ehmedê Xanî şipya helbestan dixwîne. Tîp hêdî bi aramî derbasdibin, û “K”  amajeje dike ko deng dernexin. Helbestvan matmayî li wan dinere dûvre bi hezkirin bi wan re digirnije. Dixwîne)
Helbestvan       : Saqî tu ji bo Xwedê keremke
Yek cur`yê mey di cami Cem ke
Da cam bi meyê cîhannuma bit
Herçî me îradeye xuya bit
Şûrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
(Tîp dixurcilin, dûvre yeka yeka derdikevin.. hebestvan li wan dizîvire û bi dilgiranî li pey wan dinere. Tev derdikevin ji bilî ”K” ko bi dilşadî guhdarî dike)
Ez mame di hikmeta Xwedê de
Kurmanc i di dewleta dinê de
Aya bi wechî mane mehrûm?
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Wan girtî bi şûr i şehrî şuhret
Tesxîr i kirin bîlad bi himmet
(Tîpa “K” li paş xwe dizîvire tîpan nabîne, dilteng dibe, û bi hêdî ji holê dertê)

Dîmenê 10
(Holeke li ser nivîsiye “Hola feleknasiyê”, tîp di rewşeke ajawe û qerebalixê de ne.)
Tîp        : Fal.. Fal..
Tîpek    : Fal fal, werin şensê xwe binasin.
K          : Ev çiye birano? Weha nabe.
Tîpek    : Fal, fal, û em zanin bê nervînê [qederê] çi ji te re veşartiye.
Tîpek    : Feleknas.. feleknas! Ez dixwazim tu falekê ji min re vekî.
Tîpek    : Destê xwe veke kurê min!
(Tîp destê xwe vedike, tîpa din hûr lê dinere, dûvre bi dilxelandin bihn dike. K derbasdibe û bi tengavî li wan dinere)
Tîpek    : Bêje min ezbenî, nîşana xêrê heye?
Tîpek    : Ev destê gemarî ji nîşana nexweşiyê pêve nade.
(bi bangkirina xwe re dûrî wan dikeve, tîpa mayî destê xwe bihn dike, dêmên xwe diqermiçîne, yek din li devê hevalek xwe dinere)
K          : Çima we wilo kir? Çima hûn ji hola Helbestê derketin û Ehmedê Xanî helbesta xwe dixwend?
Tîpek    : Em nehatine vêde ko li helbestan guhdarî bikin.
Tîpek    : Em hatine vêde xwe vehesînin piştî wê riya dirêjî bi azar û tirs.
Tîpek    : Bi Xwedê ev a raste
K          : Xwiyaye we ji bîr kiriye ko em di dibistanê de ne ne di cihê henek û laqirdiyan de.
Tîpek    : (gotina wî qut dike) Hoo! Em dîsa li van gotinan vegeriyan! Çima te dev ji helbestê berda û tu hat?
K          : Na, we çima weha kir? ne min?
Tîpek    : Niha tu di hola feleknasîyê de ye. Ka destê te em ji te re bixwînin!
Tîpek    : (li cih diçe û tê) Fal.. fal
K          : (bi mixabinî) Ta feleknasî jî li vir ne weke ko hûn dizanin. Ew zaniste, ne aşopî û vir mir in.[derew merew in]
..
Tîpek    : (bi henekî ji K re) Ka destê te, da ji te re bixwînim.
(ji neçarî destê xwe vedike. Bi qeşmerî lê dimeyzîne) Tu kesekî têrşitexalîyî û xwe dibînî û ji ştexaliya zêde tê bimrî!
(destê wî berdide û dûrî wî dikeve, û bang dike) Fal.. fal..
K          : Ez?
Tîpek    :   (destê xwe ji tîpa falçî re vedike) Hê! Falçiyê pendiyar! Ka bextê min jî bibîne!
Tîpek : (li kefa destê ber pêde dirêjkirî dinere) Biner dosto! Heger tu diranê xwe her roj firçe nekî, û tu serçavê xwe û devê xwe xweşik neşo ez sûnd dixwim welleh û billeh û tilleh ti kes bi te re nabe dost, ne tenê wilo, lê belê wê şiqamekê xurt li te xin; weke vêya.
(Sîlakê [şeqamekê] lê dixe û direve. Ya din piştî matmayekê bi dû dikeve, dibe qerebalix)
K          : Gelî bira! Wilo nabe. Hûn şaşin.
(Tîp tev pey hev dikevin û qerebalixê dikin. Kurtedemek dibûre û hê “K” ne dûrî wan rûniştiye, bi keser li wan dinere. Bedlîsî derbasdibe bi acizî li wan dinere çend kêlîkan)
Bedlîsî  : Bisekinin! Hinek aramî gelî tîpan!
(Tîp hinekî aram dibin)
Divê anha em ji dibistanê derkevin. Zû bilez..
Tîp        : Çima? Çi bûye? Bihêle em li vir bin; vêde xweşe, xwarina xweş û belaş heye..
Bedlîsî  : Dijminê we naskir ko hûn li virin, û wa bi rê de ye; tê we!
Tîp        : (bi tirseke mezin) Dêwê çarserî?
Bedlîsî  : Bi lez em derkevin, berî ko bên û wê bi ser serê me de bînin xwar.
Tîpek    : Lê em..
Tîpek    : Hê em ji vir têr nebûne.
Bedlîsî  : We dema xwe tev winda kir, û windakirina demê ji yên weke we re bêaqiliye, na, xwekuştine.
K          : Min ji wan re got ezbenî, lê kesî guh neda min.
Tîpek    : (bi qehr) Derewîn
Tîpek    : Lewlewoke, têrştexaliye. û
Tîpek    : Derewîn û têrştexalî û xwe dibîne jî.
Bedlîsî  : Ev çi gotinin gelî tîpan?
K          : Ew ji min diqeherin ezbenî; ji min diqeherin ji ber ko ez ne weke wan bêaqilim..
Bedlîsî  : Weha nabe. Ev tiştê tu dibêjî xwedîtine.
Tîpek    : Ma min ne got xwe dibîne!
Tîpek    : (bi dilreşî) Xwe dibîne, û sîxurê dijmine jî. Dema me bi ya wî nekir çû cihê me naşî Dêw kir.
K          : Min?
Tîpek    : Ji dil?
Tîp        : (êrîşî wî dikin) Tewankar.. Xayin.. wî bikujin. Rehmê li vî xayinî nekin!
(wî dorpêç dikin, dikin lêxin û wî bikujin, çend kêlîk bi qerebalix dibûrin. Dengê Dêw dikin. Bêdeng dimînin sawek wan digre)
Dêw hat; nêzîkî vir dibe.. heye di vê kêlîkê de derbasî vir bibe. Bi lez dev ji dibistanê berdin berî ko bê û we bikuje, û titşê ko birayên we avakirine jî hilweşîne. Heydê bilez.
(Tîp ên bizdyayî ji dibistanê derdikevin.. Dêw û herdû reşik pê re derbasdibin, û ew dike borrîn. Herdû reşik cih saxtî dikin)
Dîmenê 11
(Tîp li pey Bedlîsî westyayî xuyadikin, û leşkerên “Dêw” bi pey wan dikevin, tîpin dikevin, hin alîkariya wan dikin, “K” nav di wan dide.. dîmen didomîne, Bedlîsî hinekî dûrî wan rawestyaye)
Bedlîsî  : Bilez, zû bikin dostno!
Tîpek    : Ez westiyam.
Tîpek    : Dixwazim hinekî bihna xwe berdim.
Bedlîsî  : Tişt nema.. va em gihan Hewarê
Tîp        : Hewar?.. Hewar..
(Tîp derbasî malê dibin.. du leşker ji peyên “Dêw” li cih rawestyane û bi hûrbînî dinerin û awirin bi tirs di çavan de)

Dîmenê 12
(Di hundirê dibistana Hewar de, hewşa maleke biçûk, di dawiyê de du derîyên depî diyar dibin. Ji deriyekî ji wan qorziyek ji pirtûkxaneke ne mezin xuya dike. Deriyê din girtiye. Her odek du pencerê wê ne, derîkî biçûk diçe kîkerê, û yek diçe serşokê. Her tişt di hundir de nîşana feqîrtiya xwediyê wî diyar dikin, tîp tev li cem mîr Celadet Bedirxan kom bûne, awirên Mîr di navbera tîpan û Bedlîsî de ne)

Bedlîsî  : Te ew naskirin mîr?
Celadet : Zarokên Dayka Niştiman in.
Tîp        : (matmayî) Zarokên Dayka Niştiman?
Bedlîsî  : Û çawa te ew nas kirin?
Celadet : Ji dengê wan.
(Tîp bi awirin matmayî û mendehoşî li hev dinerin)
Gelek ziyan û xirabî gihaye wan.
Bedlîsî  : Ji bo wilo em jî hatine cem te.
Celadet : Ne bi hesanî wê vegerin rewşa xwe ya rast dîroknûsê hêja!
Bedlîsî  : Û kî ji bilî Mîr Celadet Bedirxan dikare bi vî karî rabe?
Celadet : Divê bi hevre alîkar bin, û bi deyax bin.
Bedlîsî  : Wê bikin Mîr, wê bikin. Yan na wê serê wan tê here.
(Ji tîpan re) Ne wiloye?
K          : Belê emê bikin.
Tîp        : Em amade ne.. emê bikin.. belê emê bikin.
(Ji tirs û dilgermiyê dengên wan bilind dibe û tevliheve)
Dîmenê 13
(qesreke şahane, hola şahane, yek derbasdibe, li paş kursiyê mîrîtiyê radiweste, em komek mask dibînin [sultan, dêw, leşker…,] serê Dêw hildigre, li xwe dike û dizîvire li ser textê mîrîtiyê rûdinê. Serokleşker û zilamin ji yên mîr bi tirs û bê deng rawestane)
Dêw      : Navê wî zana yê ko tîpan xwe lê girtiye çibû?
Şêwirdar  : Mîr Celadet Bedirxan. Yek ji malbata Bedirxan a ko xwe ji vî karî re; ji bo van bêaqilan vala kiriye.
Dêw      : (bi dilreşî) Belê, Bedirxanî?
Şêwirdar  : Tê gotin ko wî dibistaneke taybet ji wan re avakiriye, û navê wê kiriye Hewar.
Dêw      : Bi sûnd, berî ko ez serê wî daqurtînim, ezê wê dibistanê bi ser serê wî de hilweşînim.
(bi fermanî) Serwer!.
Serokleşker      : Belê ezbenî
Dêw      : Leşker amade ke û bidne pey min. bi lez,
Serokleşker      : Belê ezbenî. Em amadene. (dertê)
Şêwirdar  : Ezbenî! Ez dibînim ko em xapan bi vî mîrî re bi kar bînin.
Dêw      : Xap?!
Şêwirdar  : Belê ezbenî! Xap û rîp çareke bi mefa û serkeftî ye.
Dêw      : Xap çareya bêkêr û lawazane şêwirdar. Û ez ne bêkêrim!
Şêwirdar  : Bibûre ezbenî! Lê ev mîrekî ciyawaze û…
Dêw      : (fermandan bi dengê xurt) Ber bi dibistana Hewar ve.
(Dengê leşkeran bilind dibe û tarîbûn vedide)
Dîmenê 14
(Gasîna [Hewşa] dibistana Hewar, Tîp lê belavbûyîne, her yek taceke zêrîn li serî ye, Bedlîsî li tacan dinere, her tacek tîpek li ser hatiye neqişandin, Mîr Celadet derbasdibe)
Celadet : Ha. Bi dilê te ne?
Bedlîsî  : Çawa ne bi dilê min in û ez zanim ko gelek miletan xwe bi wan nas kirine, û serê xwe ji şûrê dijminan parastine.
Celadet : Tu rast dibêjî.
Bedlîsî  : Sîh û yek kêsim ji sîh û yek dengî re.
Celadet : Bi rastî ew bihtirî sîh û yek dengî ne dîroknûsê hêja!
Bedlîsî  : Ez vê zanim, lê ev besin, xwestekê pêktînin.
Celadet : Wê ev wêneyên ber te, li gor dengê her yekê ji wan bên belavkirin.
Bedlîsî  : Lê ew dengin ciyawazin?!
Celadet : Û ji bo wilo wê her tîpek kêsmê li dengê wê dibane bibe.
Bedlîsî  : Nerîneke hêjaye.
(hûr li wan dinere) Çiqa bedew in!
Celadet : Ez hêvî dikim ko bi dilê wan bin.
Bedlîsî  : (bi dengekî şad û bilind bangî tîpan dike) Gelî tîpan! Zarokê Niştiman! Neviyên Mîdya û mîtan! Werin vane xelatên we amadene; xelatên Newroza îsal, û hemû salên werin.
(Tîp derbasdibin, bi kêfxweşî û heyranî li wêneyan dinerin)
Dîmenê 15
(Li derdora dibistana Hewar, valahiyeke fereh, dengê borînekê bilind dibe, piştre Dêw derbasdibe û Şêwirdar û reşik li peyin. Tev ji nişkave radiwestin dema ko Dêw dibistanê dibîne)
Dêw      : Gelo, eve ew cih?
Reşkê şevê       : Belê ezbenî!
Dêw      : (bi qeşmerî dikene) Koxikeke, bi leqandina destê xwe, na, na.. lê belê bi tilîkekê ji tiliyên destekî xwe ezê wê hilweşînim.
Şêwirdar  : Ev dibistane ezbenî!
Dêw      : Navê wê çi be ne giringe. Ezê wê bi ser serê xwediyê wê yê bedirxanî de bînim xwarê.
Şêwirdar  : Lê ezbenê..
Dêw      : (bi fermanî) Hişş, heydê herin hemû riyên revê li ber yên di hundir de bigirin.
Reşik tev  : Weke tu dixwazî ezbenî!
(xwe ditewînin, derdikevin)
Dêw      : (bi qehr) Bi sûnd ezê vê carê wan bikim piçik piçik, û ezê vê koxkê ji wan re bikim goristan.
Dîmenê 16
(Di hundirê dibistanê de, Bedlîsî û Celadet guhdanê bi tîpên ko tacên zêrîn dane serê xwe dikin, Tîpên li ser tacan neqişandî bi rengê fosforî diçirisin. Tîp bi dilşadî dilîzin û navên xwe û hevalên xwe dûbare dikin)
Tîpek    : Ez: Hê me.
Tîpek    : û ez: Sê me; Aras: Tîpek ji çiyakî welatê xwe me
Tîpek    : Wa: Gola Wanê
Tîpek    : Û ez, Navê Niştiman bi min bidawî dibe, N
(Tîp di nasîna xwe de berdewamin, bi kêfxweşî dilîzin)
Bedlîsî  : Çiqa ez bi kêfxweşiya wan kêfxweş dibim!
Celadet : Kêfxweşiya min naçe serî ta ez nebînim ko ji qûnaxa tîp û navan, derbasî qûnaxeke din bibin, qûnaxeke karibin tê de lêkeran ava bikin.
Bedlîsî  : Wê bikin, Xwedê bê erê.
Celadet : Divê bikin, yan na wê nikaribin gelekî xwe ser xwe bigrin.
Bedlîsî  : Bêyî van kulehan, wê serên wan parîne rihet bin, di devê dijmin de.
(Tîp dûrî Celadet û Bedlîsî dikevin, bi pevçûn dengên wan bilind dibe)
Tîpek    : Ez ji te dirêjtirim.
Tîpek    : Ez ji te ciwantirim.
Tîpek    : Û ez ji te rûgeştirim.
Tîpek    : Hiş quto!
Tîpek    : Tu hiş. Tu yî yê ko gerek deng neke dirêjê tiredînî!
Tîpek    : Ez dînim qulpisko!
Tîpek    : Dengê xwe bilind neke Daholo!
Tîpek    : Ez daholim lalê lal?!
(Reşik 1 serê xwe ji qorzîkekê derdixe û bi kêfxweşî nakokiyên wan dişopîne. Celadet nêzîkî têpan dibe, dêmên wî tengavî û matmayîbûnê nîşan didin)
Celadet : Çi bûye? Çi bi we hatiye?
(pevçûn didomîne, Reşik 1 vedikşe dêmên wî nîşanên serkeftin û tolhildanê diyar dikin)
N          : Pev diçin ezbenî!
Celadet : Hêdî, bihna xwe ferehkin delalno..
K          : (bi fermanî) Bes.
(Tîp bêdeng dimînin, ingişkan li hev didin, û bi pistepist gefa li hev dixwin)
Bese Zêt, bese Cê, Sê devê xwe bigir.
(aramî wan digre, bi kîn li hev dinerin, bi tirs paşde diçin)
Ev fermana Mîr e. Ji me tevan hinek aramî xwest.
Celadet : Belê. Ev raste.
(dest ji gefan berdidin)
Çi bi we hat ta ko kêfxweşiya we qulipî pevçûn?!
Tîpek kurt : Evê dirêj henekê xwe bi qama min a qut dike Mîrê min!
Tîpek dirêj : Vî qulpiskî xwest wê nîşana te li ser kulehê min daniye birevîne, Mîrê min.
Tîpek    : Ev henekê xwe bi dengê minî pistpistî dike.
Tîpek    : Na, wî henekê xwe bi dengê minî bilind kir.
Tîpek kurt : Ez nîşanekê ji ewa te daniye ser kuleha Û yan ya tîpa Î dixwazim.
Tîpek kurt : Û ez jî yekê ji wan nîşanan dixwazim.
(bi pevçûn dixwazin tacên zêrîn ji serê hev kin, Belêsî derbasdibe tiştên dibin dibîne û Mîr maye heyirî û aciz e)
Bedlîsî  : Çi bûye? Ev çi pevçûn û qarwara we ye?
Tîp        : (bi dengin dinav hevde) Tîpên dirêjin ezbenî!
– Na, hûn bûn yê pêşî dest bi pevçûnê kirin qutikno!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…