Çend gotin di 13 saliya koçkirina Seydayê Tîrêj de (1923 – 2002)

Konê Reş

Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê meha Adar de bû. Ango ev 13 sal in ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye. Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê de bikim.
    Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifşê Kevin, ew nifşê ku ji destpêkê de pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifşî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M.Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…

   Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî, û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li Şamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr.Kamîran Bedirxan de.
   Ango: ji wê hinge ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewşenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve heye û di nav refên rewşenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye..Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
   Wiha ji hinge de ta roja îro pênûsa Tîrêj nerawestiyaye û her û her wê pênûsê, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta reş û şîn nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, şoreşa Barzanî. Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
   Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewşa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.
Em serwxtî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî.. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiştiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê dilşadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
   Wiha piştî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed Şêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser şopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eşkere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser şopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paşiyê, nifşekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
Bi vê helkeftina 13 salan ji koçkirina Seydayê Tîrêj, em bihuşta rengîn wek mal jêre dixwazin.
 
Konê Reş, Qamişlo, 23.03.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...