Gelo, hun Mihemed Berzencî nas dikin? Apo Osman Sebrî li ser kêla ber serê wî nivîsandiye

Konê Reş

Dema ku Mihemed Berzencî di sala 1981ê li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê, Apo Osman Sebrî ev gotin ji bo kêla ber serê wî hunane:
Ev xortê ciwan
Ji dil xwe diwestand ji bona ziman
Gelek xort jê nasîn; gelnasî çiye?
Ziman e, ziman e, bê wî gel niye..
Mixabin zûka çû, ji vê dinya han
Jê xweş bin, heval û hoir û Xwedan
Osman Sebrî 1981

Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bû. Ew kurê mela Sebriyê Berzencî bû, li Qamişlo hatibû dinyayê û li Şamê, ber destê Apo Osman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibû û wiha hezkirina zimanê kurdî pêre mezin bibû.. û vê hezkirinê hişt ku pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) berhev bike. Pirtûka (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), yekemîn pirtûka fêrkirina zimanê kurdiye bê mamoste.. Belê wek ku em tev dizanin, gelek Alfabe ji zimanê kurdî re hatine weşandin, wek Alfabeya Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî.. Lê eva rehmetî Mihemed Berzencî ji wan cuda ye..
Erê wî ev pirtûka xwe (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), di bin şêwirdariya Apo Osman Sebrî de berhev kiribû û di dawiya salên 1970î de, (Dibe ku sala 1978an be), li Beyrûtê, di Hevbena Kawa de, bi alîkariya mamoste Salah Bedreddîn û mamoste Rebhan Remezan çap kiriye.. Di havîna 1980î de, dema ku yekemîn car hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer hat Beyrûtê, li ser daxwaza wî ez û hunermend Seîd Yusiv çûn Beyrûtê, piştî ku me ew dît.. Me rêka xwe bi bureya mamoste Salah Bedreddîn xist.. hingî wî danayek ji wê pirtûkî diyarî min kir..
Not: Fermo, ji bo bêtir pêzanînan li dor rehmetî Mihemed Berzencî, hun dikarin van herdu kurtenivîsên bi zimanê erebî yên ku mamoste Rebhan Remezan û Siyamend Brahîm li dor nivîsîne, bixwînin:
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…