Di 5 Saliya Koçkirina Rezoyê Osê de

Konê Reş

   Rezo! Stûnek bingehîn bû ji rewşenbîriya Kurdî re li Rojava.. Bi saya wî rojnamegeriya Kurdî derbasî qunaxek nû bû. Dema ku wî û hevalê xwe Zagrosê Haco di sala 1983 an de kovara Stêr bi rengekî nûjentir ji kovarên mayî wek Gulistan û Gelawêj çap û belav kirin..
   Rezo hezkerekî folklorê Kurdî bû..   Ew mîna şêxê rewşenbîrên Kurdan bû li Qamişlo û di nav tevayî nivîskarên Binxetê de wek şêxê rewşenbîrên Kurdan dihat naskirin. Civîna rewşenbîrî ku ew ne di nav de ba, ew civîn seqet û ne cihê baweriyê dihat dîtin..

   Her dem şagirtên wî hebûn, ew fêrî zimanê kurdî dikirin û gelek caran di buroya xwe de jî ew fêr dikirin.. Wek ku li berhemên dost û hevalên xwe guhdar û miqatebû, wiha li berhemên xwe ne miqatebû.  Ew mîna sembolekê bû ji zimanê kurdî re.
 Erê, Qamişlo evîndarekî zimanê Kurdî winda kir, belê bi saya keda wî û ew korsên ku wî ji şagirtan re vedikirin, roja îro bi hebûna wan şagirtan, ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya Kurdî li Binxetê xweş û geş bimîne.
   Bela koçkirina wî ji rewşenbîrên Kurdan re mîna likumandina hespê be. Hêviyên me bi xortên me yên nûhatî mezin e, hêviyên me bi evîndarên zimanê me mezin e û em xweş bawerin ku, ew xwe ji şop û rêbaza rehmetiyê Rezo nedin alî. Û wiha ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya kurdî a resen bê parastin û geş bimîne.
Konê Reş
 Qamişlo, 04/03/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…