Werger: Heyder Omer
Ramana netewî ya her miletekî awayekî hişyariya netewî komel e, ji bo mêldariya bi ser milet ve, diyardeya hişmend e. Li gor vê yekê berpirsiyariya her tekekesekî ji bo milet tê sînorkirin. Bi gotineke din: Ramana netewî giyanê milet e, rutma jiyana milet di her warên jiyanê de, û têkiliya milet li gel miletên din organîze dike.
Ramana netewî, bi vê wateyê, ne tenê milkê entilcênsiyayê ye, belê para her kesekê, li gor asta zanîna xwe, tê de he ye. Ramana netewî nûnerê kesayetiya milet e, û çarenûsa wî sînor dike (dide naskirin), û di nav boçûn û helwest û nirx û tevdîrên siyasetmedar û rewşenbîr û bazirgan û cotkar û şivan û karker re diyar dibe, û bi vê ramanê her hemwelatiyek li gel yên din hukardar e, û di çêkirina jiyan û çarenûsa netewî de dibe hevpar. Giringiya damezirandina vê ramanê û lêhûrbûn û pêşvebirina wê ji ber vê yekê peyda dibe. Hin bingehên, ku bawer im, ji bo ramana me ya netewî pêwîst in, ev in:
Bingeha niştimanî: Divê kurdayetî ji bo ramana me ya netewî bingeha herî giritir be. Bîst û pênc sedsalên dagîrkirinê em ji kurdayetiya me kirin, û têgihêştina me, ku em miletek in, qerêj kirin, û çand û nirxine havî tev li çanda me ya niştimanî kirin, hinek ji me yekcar pişaftin, ta radeya ku xwe Faris an Tirk an jî Ereb nas dikin, û ji ber reseniya xwe ya kurdî şerm dikin, ne tenê wusa, belê hinek bûne dijminên Kurd, û ziyanên giran gîhandin me. Nimûneyê vê yekê gelek in.
Kesê Kurd, nemaze jî rewşenbîr û siyasetmedar, yê ku xwe nebîne, ku ew berdewamiya pêşiyan ya dîrokî ye ji pênc hezar sal de, û erdnîgariya Kurdistanê nizane, û nizanibe, ku berpirsiyarê dîrok û welatê xwe ye, û kesayetiya wî li gor kelepûra kurdistanî (Ayîn, wêje, mûzîk, rêz û bawik) nehatibe damezirandin; kesên wusa dê nebin Kurdên resen, dê nebin xwediyên boçûn û helwesta kurdistanî ya resen, û heye milet ji riya rast bi derxînin, û dê ziyana giran, ku dijimin nikarin, bigihênin milet.
Bingeha realîte: Di kelepûra her miletî de hinek êdyalî (ne realîte) û xurafet û efsan he ne, xweristiya rêveçûna jiyana mirovane vê yekê peyda dike, mîthologî û ayîn, bi sedema xweristiya wan ya nediyar û hiş derbas dike, bûbûn hêlîna ku neralîte û xurafet û efsan tê de geş bû ne. Lê gelo, çi pêwîstî he ye, ku êdyalî li ser nerîn û boçûna miletan destladar be? Gelo destlatdariya xurafetê û efsaneyê li ser çarenûsa miletan logîk e? Na.
Wer in em vê yekê bêtir rava bikin: Em miletekî kolonî ye, welatê me dagîrkirî ye, her weha em miletekî ji her warên civakî, çandî, aborî, û polîtîkî ve perçekirî ye, mirovaniya me beriya netewa me pêwîst dibîne, ku welatê xwe rizgar bikin, û rûmeta xwe vegerînin, û azad bijîn. Li hêla din, divê em ji bîra nekin, ku dagîrkerên welatê me xwedî çanda talanê û împeretorî ne, û hizra wan li ser dek û pîlan û dirindeyê hatiye damezirandin, û tarîperestî û tunekirina kesên din li ser nirxên wan destladar in.
Vê lomê divê em nebin qurbana ramana xurafetê û efsaneyê, ku bi paş demê de mane, û ne jî bibin qurbana ramana êdiyal, ya li dervayî demê ye, û ne jî karîn û cangoriyên gelê xwe ji bo felsefe û pirojeyên yotobiyayê ( di ser mirovaniyê re), ku bi careke pêk natên, ber ba bikin.
Bingeha zanistî: Helwest û gotinên lezok berhema coşa hestewerî ne, û divê çarenûsa miletan nekeve destên dîmagogiyan û siwarên piropagandayê. Bi sedema hêrsên dîmagogî, miletê me gelek azar kişandin, û gelek rondik rijandin û gelek xwîn jî da ye, çê nabe ku em cangoriyê (şehîdbûnê) bikin riya berjewendiyên kesayetî û partiyane, çê nabe ku em miletê xwe ber bi cengên, ku têkçûna wan garantî ye, têvedin, çê nabe jî em ziyanan û têkçûnan wek serkeftiyên mezin bidin xuyakirin, wek çawa hin rêjîmên paşvemane li rojhilata navîn wusa dikin.
Doza me yekeke metirsî ye (Miletê kolonî û welatê dagîrkirî), û gelê me ji her warên civakî û çandî û polîtîkî ve ji hev ketî ye, û ji warê aborî de jî lawaz e, dijminên me jî xwediyên sermiyanê kolonkirinê û serpehatiya dagîrkirina gela ne, dirinde û du rû ne, çekên cengê yên giran di destên wan de he ne, divê bi çavê biçûk li karînan wan neyête nêrîn. Vê lomê divê em bi hûrgulî li gel xwe û dijninên xwe jî têkildar bibin, divê em ji her warên kurdistanî û herêmî û navdewletî ve nîran analîze bikin, û tiştên piçekî ji yên tevayî, û yên demdemî ji yên herdemî, û yên gengaz ji yên bêçare, û yên giring ji yên giringtir, û yên lezok ji yên bipaşxistî, û yên sûdar ji yên ziyandar, û yên sûdartir ji yên sûdekêm, û yên ziyantir ji yên kêmziyan veqetînin, û paşê biryarên netewî bistînin.
Bingeha demikratîk: kesê ku di kesayetiya kurdî ngihêne, nikar baş li gel gelê me têkildar bibe, û nikare baş rêvebiriya miletê me di cenga rizgarkirinê bike.
Berztirîn rengdêrên kesayetiya me ya netewî ew e, ku mirovperedstiyê napejirîne, çanda me ya çiyayî em bi evîna azadiyê perwerde kirine, em hîn kirine ku rêza gewre û rêvebirên xwe bigirin, lê wan nekin pêşmirovên sitemkar û bê çewtî.
Li dîroka me ya ji çar hezar sal de vegerin, emê bibînin, ku awayê rêvebiriya demikratîk yê hêrî pejirandî bû, ne awayê tekmirovî yê sitemkar. Encûmena êlîtî Gotî qeralek ji bo 6 salan hildibjart, û rê nedida wî, ku bi tenha destlatdar be, û endamên encûmenên pendiyaran jî alîkarên qeralê Men-nayî bûn ji hêla hukumdariyê de, her weha ev awayê hukumdariya şahnişîna Med jî bi vî awayî bû.
Ev awayê destlatdariyê taybetmendiya çanda gelên Arî bû, Yonaniyan û Romanan ew afirandin, û di piraniya serdemên xwe de xebitandin, Ewropayê jî ev awaya di serdema raperînê de, ji wan wergirt, û şopên zimanewanî yên wî awayî hîna jî di peyva (Congress) diyar in. Kon gir, yanê konê mezinan / rêvebiran. Gelek pêwîst e, ku em vê çandê di ramana û tevdîrên xwe de pêk bînin, û çanda xwe ji ya hizra tekemirovî û sitemkariyê, ku ji çandên dagîrkeran derbas nav ya me bû ye, paqij bikin, divê em sitemkaran ji nav xwe çê nekin, û çarenûsa milet nexînin destê mirovekî bi tenha, çiqas ew mirov zîrek be jî, ji ber ku zîrekiya milet, ne ya tekekes, mezintirîn garantiya serkeftina pirojeya me ya rizgarî ye.
Ev yeka diva dibîne, ku em kadirên çanda wan, di her warên pisporiyê de bilind be, pêk bînin (dîrok, erdnîgarî, aborî, zanista cengê, civaknasîn, derûn-nasîn, êkologînasîn û h. w. d), komîteyên lêkolînan û tembiyan ji wan peyda bikin, divê ev komîteyan ji navenda biryargirtinê de nêzî bin, da şêwirmend bin. Bidaxawa (mixabin) partiyên me, heya nûka, tenê dixwazin dengên xwe bibihîsin, û tenê boçûnên xwe û yên pesindarên derdorê dipejirînin, vê lomê jî bobelat û bêtarên mezin car caran bi ser me de tên, û em gavekê ber bi pêş de diçin, û du gavan jî ber bi paş de.
Bingeha mirovbendî: Em jî wek miletên din in, di kesayetiya me ya netewî de tiştên baş û yên ne baş jî he ne, û di dîroka me de tiştên payebilind û yên nirxnizim jî he ne, gewreyên ku em bi wan serbilind in he ne, û derûn-nizmên, ku em ji ber wan de şerm dikin, jî he ne. Divê yotobiya me negihînê wê astê, ku xwe miletekî bê kêmasî, an jî miletekî ji xweda de bijarte ye, bêjmêrin, em ne baştirîn milet e, û miletên din jî ji me ne kêmtir in.
anda me ya kurdisdtanî resen çanda pejirandina kesên din in, çanda jiyana aşîtiyê bi kesên din re ye, em ne miletê talanên împertorî ne, di piraniya dîroka xwe de em bervedêr bûn, ne hêrişker bûn, tenê gava talankeran didan ser me, me jî hêriş dikir. Rast e ku vê rengdêra netewî ziyanên giran gîhandin me, lê ew nirxekî mirovbendî payebilind e, duwaroj (mande) jî ji bo me û her miletên vê çandê dipejirînin e, ne tenê wusa, bi ser de jî bervedêriya vê çandê gewherê cenga dij tîrorê ye.
Vê lomê ne li gorî me ye; em miletê şaristaniya Gozana û ayîna Ahoramezda, xweda yê ronahiyê, ne logrî sincên me ye, ku em ber bi qerêjgolên şofonîzmê û faşînîzmê de dagerin, û çê nabe ku olperestî an rêbazperestî (Taîfî) an jî netewperstî li me siwar bibe, divê em gelan û rêjîmên ku welatê me dagîr dikin, ji hev du veqetînîn.
Kurdistan ji bilî serdemên, ku çandên dagîrkeran derbas civaka me bûne, her tim ji bindestan û sitembaran re cîgehê aram û ewleh bû. Li gorî vê taybetmendiya resen ya çanda me, divê em li gel kesên din, ji her warên netewî û ayînî û rêbazî û ramanî de, têkildar bibn.
Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.