Guman

Reşad şeref / Swêsra

Xunav piçûktirîn zaroka dê û bavê xwe bû. Çavekî diya wê li wê bû û çavê din li herpênc zarokên din bû, esmer û çavreş bû. Mezinbûna çavên wê şerîniyek hungivînî li ser ruwê wê dirijand, ne wekî xwîşk û birayên xwe gewr û porzer, kal û tehl bû.
dema temenê wê giha şeş salan bi bez xwe avête himêza bavê xwe, jê xwest ko qelem, defter û cilên dibistanê jêre bikire. Bavê wê awirên xwe jê guherîn da rondikên di çavên wî de nebûne.

 Lê Xunav li pey awirên wî dibezî. Serê xwe berda li ber xwede û kete gumana!? Xweîşk û birayên wê ji xwendinê direvin, li ber çavê wî ye.. çewa ji malê direviyan û dikirin hewar dema behs û qala xwendinê dihat holê. Yek ji wan, ji xola siyemîn derbas nebû ye. Rênberî û karên bêtûte dikin.
Xunava delal, pistuya çakêtê bavê xwe bir û anî, ji xewn û sawîran şiyarkir. Destê wê girt hemî pêdiviyên wê kirîn û bire dibistanê.
 Ew keça çavreş hingî jîrbû bibû şekirê li ser her zimanî, dema kesek ji zarwên xwe diqehirî digot, mala minî tujî ji minre Xunavî!
Bavê Xunavê ne xwendabû, rêncberî, lêkirina xaniyan û car..caran kirîn û firotina sewêl dikir. Tu kul û xemên wî tunebûn nejî li paşerojê difikirî, digot, em ji axê hatîne û em yên axê ne. Lê vê keça jîr û jêhatî, jiyana wî guherî. Gelek pêdivî û şiyanan dixwaze, hêvî û omîdên taze di serê wî de peydakir. Keça wî divê xwendina bilind bike û here zanko ê. 
Rojê bi qasî deh caran digote Xunavê, ez û diya te û hemî xwîşk û birayên te gorî û qurbana te bibin. Digot: Keça min divê tu bibî nojdar(Tixtor) da serê min li nik xelkê bilind bibî.
Xunavê rondik di çavên xwede asê dikir, eger hevsarê wan berdaya wê çemek ji gumana biherikiya. Keça jîr diçû ezmûnê, malbat hemî ketibû kêferatê. Ezmûn tewaw bû, bav bendewarî encaman bû.
 Di gavên wî de, bi kêşana qelûnêre, di sawîr û xewnande her Xunav bû.
Bi sihara sibê diçe ko nan ji firnê bîne mîna heroj, lê vêcarê rastî çavkerekî hat, çavkerê ko çavê wî ji tiştekî bigre mîna ko ji asîmanê bilind bikeve.
çavker jêre got: Tu bavê Xunavê yî! Kesek nikare li hemberî te raweste yan li ber sîka tere derbasbibe!
Li bîra wî tê, dema behsa beranê Ozmên kir, çewa kotek giha kêrê û serjêkirin. Jina wî..xelkîno…! Dema jina wî gezekî li sêvê dide dibêje xelkîno ma ev gez bû yan dirbê tifengê bû! Heftiya jina wî neqediya yek diran di devê rebenê de nema. Di taziya mirîkî de, zilamekî girî bilind derbasî konê taziyê dibe, çavker dibêje: Eger ev hespek bûya deh mirovan ne dikarîn ziblê wî bidin hev. Roja din termê wî veşartin.
Bavê Xunavê nanê xwe anî, destnimêja xwe girt..nimêjkir..impayî xwedê bû,  lav ji xwedê kirin di vê roja pîroz de Xunava wî biparê ze.
Sarmayek kete leşê wî, kete li nav nivînê, lê germ nedibû!
Rojê hilat, Xunavê taştê duristkir, bi sê dengan bang li bavê xwekir, tu pêjin jê nehat. Konê xemgîniyê raxistin, her yek xemxwarê xwendina keça jîr û jêhatî bû. Rûsipiyan gotin divê omîdên xwedê jêrazî pêre neçin gorê, ev keçik xwendina xwe temam bike.
Welatiyekî penaber ji welatekî biyanî hatibû, şert û merc û pêdiviyên xwendina wê li xwe girt.
Xunavê beşê tenduristî hilbijart û bû tixtorek bi nav û deng. Lê bi çu tiştên xwe ne weko malbata xwebû. Heval, hogir û gundî di gumana de bûn, car..carna, gale..gal li ber guhê wê diket. Ew bi xwejî kete gumanan. Dema birakî wê yan xwîşkek wê nexweş diket coreyê xwîna wan dibir û DNA ezmûn dikir. Gumanên wê bûne rastî ko ew malbat ne tiştekî wêne. Nema dikarî li rûwê wan binêre û bêje xwîşkê yan bira.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…