ez bi kurdî nizanim ez tirkim

kasî yûsiv

ez ji ber êşa diranê xwe neçar mam, sozekê ji bijîjkê swîsrî bigrim, lê ez ne di taya ti tiştîdebûm weke ku ez di taya li berxistina bijîjikbûm, ka gelo ezê çawa çîroka êşa diranê xwe bêjim.
ez ji malê derketim berf û sermayê bêtir diranêminî avdizî, li min dihilgirt, û êşa wîjî dijwartir dibû.
bi dilekî giran ez bi pêpelûkê bijîjkgê ve di hilkişîm ber bi qada jor ve.

li ber devê derî ez bihnekê rawstiyam û min ji xwere got: lo keko ka ezê çawa jêre bêjim, ez nû hatime vî welatî nû min mafê rûniştinê wergirtiye, neçûme tu mektebên wan yê elmanî,ne bavê min elmanbû , ne diya minjî, em tenê kurdin, lê em li sûrî di bin destê rêjîma elewiyan dijîn, ew rêjîma dijî kurdan, weke be, siyên xwe, û dijî zimanê kurdî, me erebîjî baş dizanî, lê ema kurdî ya xwe me di ser hemû tiştîre didît, ji ber zimanê meyî zikmakiye, û yê xwezayiye, hin bêjeyên firensîjî dihatin bîramin hêji dema xwendina minî kutayîve, li dibistanên qamişlo,lê dem gelek buhirtiye di ser zanîna mina bi wî zimanî, gelek pirs min ji bîr kirine, hew gelek alav têne bîra min, engazên nîşanê jî min ji bîr kirine,herwiha pîşk û pîşkar, tenê bihna firensî ji çend bêjeyên ku di bîra minde mabûn dihat.
min li zengilê derî da, dengekî zirav û zelal ji hundir hat, bi dengê vekirina derîre:salî
minjî got grêtsî;ew herdû bêje yên bixêr hatinêne bi elmanî….û  dûvre??
ka ezê çawa wan li ber bixim
ez derbasbûm, min dît du qîz hene, yek jê swîsriye, bi gewdê xwe û bi lebta xwe xwiyaye  xwediya ciye, hemwelatiye, yeke por zer û êav kesk û bejin zirav û dev li kenbû, lê ma ka ezê çi jêre bêjim eger pirsek ji min kir?
xwedê ez sitirandim ti pirs ji min nekirin  awireke bi xêr hatinê di gel devlikenkirenekê da min, û vegeriya hundir
piştre bi çend xullekê, qîzek dî hat,ev ne jivir xwiya dikir, esmereke xwîn şêrînbû, çav reşbû,te digot qey min gelek caran ew diye, dev li kenbû, bi elmanî  slav kir, û ji min xwest ez bersifa çend pirsekî binîvisênim, li ser pelekî, ewjî wê dabû min, têde nav û paşnav, û zimanê ku ez pê dizanim, û ez ji kû hatime, li kû dijîm temenû min.
mijî li gor têgihiştina xwe ew bersif nîvisandin, lê her ez li wê dinerim, gelo ev qîz ne kurdbê?min ji xwe di pirsî.
demek têve çû, ez derbasî odeya bijîjk kirim, li wir  ez û ya  esmer bi tenê man, rabû min jêre got: ez kurdim;ma tu jî ne kurdî,got na ez tirkim.
min di dilê xwede got: belkî ez şaşbûme ji ber êşa diranê xwe
demek çû, yê bijîjk hat,çend pirs ji min kirin, mixabin min nizanîbû çi dibêjê.
ji minre bi nîşanê got divê ez diranê te rakim,min deyn nekir.
lê min jiwîre got: ez kurdim û bi kurdî ez dinîvisênim, û ez hinekî bi firensî  zanim, û bi erebîjî baş dizanim, dema min got ez kurdim, yê bijîjk bi awirek pirskirin li ya berdestîka xwe ya esmer meyzand, û got:mane tijî kurdî?
lê ya tirk got: ez kurda ku bi kurdî nizanim ez tirkim
benc li diranê min da, û bi kilbetana kete ber diranê minde, êş nebû, min bi tiştekî hest nemabû di şikefta devê xwede, lê nizanim çima ez digrîm ,bi şewata kezeb şewitiyan
swîsra 12/1/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...