Rastiya serhildana (12) Avdarê li Qamîşlo

Diyar Ehmed

Bê guman dema ku mirov li ser rastiya rûdan û buyerên li seranserî bajarên kurdan li Rojavayê Kurdistanê,ku piştî roja (12) Avdarê hatin rûdan, rawestê.

divê mirov li buyera ku li bajarê Qamîşlo rûdayî vegerê û rastiya naveroka wê nasbikê yan jê bidê naskirin. Ka çi berhevî berî lehîstka Fitbolê, ya ku wê li yarîgeha Qamîşlo, di navbera tîma Cîhad ya Qamîşlo û tîma Fitoyê ya Dêra Zorê de biba, hatin kirin û karên berî wê hatîn amadekirin û rîsê tevna pîlankariyê di sewdanê hişgenî û çavtengan de, bi çi rengî, hate hûnandin û girêdan…???.
Belê. Eve ne cara pêşîn bû, ku tîma Fitoyê yan jê tîmên dî yên Fitbolê li bajarê Qamîşlo dilehîzin. Lê dem û berheviyên ku vê carê hatîn kirin, çi ji aliyê kesên ku ji bajarê Dêra Zorê, bi navê tagir û piştgirên tîma Fitoyê hatîn. kêr, xencer, dermance, dar û berên ku bi xwe anîn, yan jê pirkirina jimara hêzên ewlekarî û esayîşê, û pêçana wan bi cil û bergan, bi kumên hesinî cuda ji her carên dîtir. berî ku yarî û lehîstik destpêbikê, ewên ku hatîn bi navê tagir û piştgirên tîma Fitoyê wêneyên Sedamê Dîktator bilindkirin û dest bi silogan û durişmên mîna ((bijî Sedam, bimirê Barzanî û Talebanî)),((bijî xweragir û qehremanên Feloce, nemînê Fîdralîzma kurdistanê û bingor bibê…..HD)) û ev yeke di bin roniya rojê de, li pêş çavên hêzên ewlekariyê dihate kirin. gelo ma çima ev buyer divê demê de û li vî cihî û bivî rengî hate ristin û hûnandin …!!? Ne tiştekî veşartiye ku piştî hilweşana yekîtiya Sofyetan ya berê, kêşa kurdî ji çarçovên odên tarî û rûniştinên veşartî derket û li seranserî kurdistanê gurbûna xebatê vekêşa meydanê û şaxvedaneka nêvdewletî veda û cihekê xuya di rojeva cîhanê de, girit û deng veda, ku kêşeka rewaye û pêtviyê çareserkirineka dademande, tevî ku berî wê qûnaxê rêjîmên desthilatdar yên ku Kurdistan li ser wan hatî parvekirin, ev kêş û maf bi dest û darên wan hukmet û desthilatdaran, dihate perçiqandin û ji aliyê hêzên nêvdewletî ve yên beryar di dest wan de, ku palpişt û hevalbendên wan rêjîman bûn, dihate pîrozkirin. lê di salên peyî re wek hat xuyakirin ku ew rêjîm nikarin xwe nûbikin û gorî xwestekên demê xwe biguherin û pirsgîrêkên xwe çareserbikin. gelek xwestek û pirsên nû ji wan hatin kirin, têgehên mîna parastina mafên mirovan û pêkanîna dîmoqrasiyetê û çareserkirina pirsgirêkên netew û kêmnetewan, bi xurtî xwe dan pêş û li hêviya bersivê, di ser hev de pengan û li benda wê rawestan. Di nava van guhertinan de û peydabûna van nîr û mercan û derketina wan delîv û derfetan, Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî xwest, xwe bigihînê semt û asta wan guhertinan, siyaseta hêvî û lave lavan yan jê gilî û gazindan paşgulê xwe ve avêt û ber bi nûkirin û vejandina rengê xebata xwe ya siyasî ve çû û li yekkirina gotara siyasiya kurdî û ji nû ve raxistina mala kurdî re karkir û xebitî , şêwazên xebata siyasiya aştiyane mîna girava birçîbûnê, lêdana daxuyaniyan li dîwar û celdan, rêpîvan û xwepêşandan li hundirê welêt, hatin sazkirin. ev rengê karî li berahiyê partiyekî destpêkir û di peyî re xwepêşandanin dî, bi beşdarbûna hin partiyên dîtir hatin bikaranîn, û piştî borîna salekî di ser wan rengê karan re, tevaya partiyên kurdî li Sûryê û bi beşdarbûna jimarekî ji partiyên Erebî yên berhingar û rêxistinên berevaniya mafên mirovan û saziyên zindîkirina civaka sivîl li Sûryê û kesatiyên navdar yên serbixwe, navendên rewşenbîrî û civakî jî tevlî van rengên karan bûn, hêjayî gotine ye,ku diber van karan re û bi wî rengî revenda kurdî jî ji derveyî welêt, bi germî dest bi wan kar û çalakiyan kir û daxwaza çareseriyê ji kêşa kurdî re li Sûryê, hate xwestin. ev tev ji aliyekî ve, ji aliyê dî ve imzekirina yasaya rêveberiya dewleta Iraqê ya demikî û danpêdan bi fîdralîzmê ji bo kurdistanê.di vir de, çespandin û misogirkirina fîdralîzmê bi rengê yasayê ji bo kurdistanê,û derbaskirina kêşa kurdî sînorên xwe yên teng û dorpêçkirî, û girêdana wê bi xebata dîmoqrasî ya giştî ve, û nêzîkbûna di navbera Tevgera Kurdî li Rojava û hêzên siyasiyên Erebî û miletên dî, bû egera geşkirin û pêşvebirina xebata miletê kurd li Sûryê û di encaman de, bû geşkirin û xurtkirina xebata tevaya pêkhatiyên civakê, tex û çînên cuda cuda ji miletê Sûryê. Lihevbanandin, gihandin û girêdana van eger,encam û hokaran bi hev re, bû cihê dilêşî û nerazîbûna hişemendiya reş û ziwa ya şovînist û kevnperistan û di gerînekeka hêzger de li kar û pîlankariyên  wêrankar û xirabkarî gera û guman kir, ku eger miletê kurd yê mêr û hişyar,û tîyê serfrazî û azadiyê di nav tevaya gelê Sûryê de,werê tirsandin û  çavşikestî kirin. dibê ku divê qûnaxê de geşbûna xebata miletê Sûryê vemiranê û bi vê yekê  desthilatdariya xwe dirêj bikê. ji ber wek tê xuyakirin û naskirin ku miletê kurd miletekê,ji ber zor û sitema li ser mile wî, ji kar û xebatê re berheve û raxistiye yan jê mirov di karê bê dudilî bêjê ku hêza siyasî ya bi tenê ye di hundirê Sûryê de, bingehê wê yê cemawerî û rêxistinî heye û ev milet ber bi wê ve dicê, ku nema ji girtin û zêndanê di tirsê, xebatkarên wê bi mêranî û serbilindî daxwaza mafê vî miletî dikin, berdewamiya kar û xebata Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û girêdana vê xebatê bi xebata demoqrasî ya miletê Sûryê ve, metirsînek li cem rêjîma Bas ya seranserî peydakir û pêşbînkir ku dema miletê kurd di bajarê Qamîşlo de wek tê naskirin, serkaniya xebata miletê kurde, bi tirsînê û çav şikestî bikê, ev yeke wê bibê çav tirsîk û dilsarîk ji miletê kurd re li tevaya bajarên dî, ji bajarên kurdan. Lê wan çal ji kurdan re kolan ew bixwe tê werbûn, encam ne gorî xwestek û pîlanên wan yên şovînist û hişemendiya wan ya reş û tarî hatin,ba vê carê ne gorî hêviyên wan barî, û ji wan re hate xuyakirin, ku îrade û mafên miletan ji her tiştî mezintir û xurtire û dema bayê hêris û mêraniyê rabê, kes nikarê li ber lehî û pêlên wê rawestê , milet tucarî bibinbirkirin,paşguhve avêtin, çavjêgirtin,çewsandin, tepeserkirin û qirkirinê xelasna bin û dest ji mafên xwe jî bernadin.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…