Dîdarek Taybet Bi Serokê Hevbendiyê re : Esed Hevparê Tîrorê Ye Û Ne Beşek Ji Çareseriyê Ye

Hevpeyvînek taybet bi serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoca re , derbarî ramanên  şanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora.
-Nerîna we li ser plana şanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora çi ye?
Em bi erênî pêşwaziya her bizava ku dixwaze rêtina xwînê li Sûriyê rawestîne dikin, û ji destpêkê ve ev helwesta Hevbendiyê ye,  berî du rojan di peywendiyek telefonî de , Dî Mistora ez bi ramanên xwe yên di destpêşxeriyê de agahdar kirim , min jê re got ku ew raman hewcedarî gengeşekirina hûrgiliyan in bi rengekî bêtir , û divê rawestandina bombebarana asimanî li tevya bajarên Sûriyê be, û divê kuştin li ser erdê jî raweste.

-Hûn çawa li erêkirina Rijêma Esed li ser rawestandina bombebarana Helebê  bi dirêjiya 6 heftiyan dinerin?
Ezmûnek me ya berfireh bi rijêma Esed re di van çar salên bûrî de heye, ku çawa agirbest û rêkeftinên bi şoreşgeran re binpê dike, ev nîşane ku ew hîlebaziyan dike ji bo sûdeyê ji demê wergire da careke din şerê xwe bi rengekî hovanetir gurtir bike.
Pêkanîna aştiyê bi kirinê pêk tê ne bi gotinan, ji ber ku di eynî dema Dî Mistora erêkirina Esed li ser rawestandina  bombebaranê ragihand, rijêmê Xûta bi şêweyekî hovane bombebaran dike, û bajarê Dûma tûşî 1000 êrîşên asîmanî bû di dema 10rojan tenê de, her weha tara We´ir bi rengekî hovane bombebaran dike, û Pasevanên Şoreşa Îranê û milîşiyeyên Hizbullah ya tîrorîst di êrîşa li ser Der´a de bikar anînn.

-Di nerîna we de nerînên ku şanderê nvdewletî pêşinyar kirin çareyeke giştî ji miletê Sûrî re misoger dike?
Bo ku em bigihên çareyeke giştî, û bi nîvçareyan razî nebin, divê ku destpêşî rawestana hemû cureyên kuştinê ên dî û şerê dijî tirorê û di nav de jî tirora dewletê ku ji hêla rejîmê ve bikar tê misoger bike.
Rejîm ne hevparê şerê dijî tirorê ye, û nabe, ew bi xwe jêdera tirora rastîn e li Sûryayê, û metirsiya tirorê ji deverê hilnayê ger rejîma Esed ya wê hembêz dike neyê rûxandin û amûra wî ya tawankariyê û alavên ewlehiyê jihev nekevin.
Rejîmê roleke giring di anîna rêxistinên tundrew mîna Hizbillah ku ta niha kuştinê dijî milletê Sûrî dike lîst, herweha rê li pêşiya rêxistinên tirorist vekir bo belav bibin, û nuxumandinek azmanî dema ku şer bi Artêşa Azad re dikir bikar anî, dûrî armanckirina wargeh û serbazgehên rahênana taybet yên   tirorîstan ket, di heman demê de firokeyên wî wargehên Artêşa Azad gulebaran dikin.

-Eger hûn gihiştin lihevkirinekê, hûnê derbestiyê bi agirbestê bikin?
Serkirdayetiya erkanan û hemû yekîneyên Artêşa Azad yên di bin siya wê de ne, wê li gor vê lihevkirina ku eşkere bibe kar bikin, eger gihiştin çareyeke rastîn ya aramiyê ji milletê Sûrî re misoger bike, desteya Erkanên  Artêşa Azad bi pabendiya xwe bi hemû peymanên navdewletî ji berê de navdare.
Jêder: Hevbendî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…