Navdarekî Kurdên Cizîrê; Şêx Îbrahîmê Tilşiîrî (1885-1956)

Konê Reş

Mele Îbrahîmê Sofî Evdoyê Tinatî, bi koka xwe ji eşîra Omeriya bû, di sala 1885an de, li Kurdistana bakur, gundê Erbetê çêbûye, xwendina xwe di warê olîtiyê de li Wanê, Darê û Amûdê bi dawî aniye, li Cizîrê, gundê Girsiwar meletî kiriye û gelek feqeyên wî çêbûne. 
Vê paşiyê digel feqeyên xwe mala xwe bardike Tilşiîra Aşîtan û li wir, pêwendiyên wî bi malbata Şêx Îbrahîm Heqî re çêdibin û di encam de, dibe Xelîfeyê Şêx Îbrahîm Heqî û wiha rêçika Neqişbendiyê birêve dibe..

 Hingê ji nû, bi navê Şêx Îbrahîmê Tilşiîrî an Şêx Îbrahîmê Tinatî di nav gel de tê naskirin û navê wî belav dibe.. Li Tilşiîrê gelek melayên naskirî li ber destê wî feqetiyê dixwînin û fêr dibin wek; Seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî, Mele Tahir, Mela Yûsiv.. û wiha bi dehan ji Melayên din..
Di sala 1948an de mala xwe bardike bajarê Qamişlo, li taxa Qudûrbeg cîwar dibe û li Qamişlo jî feqeyên wî çêdibin.. digel ku di mizgefta bajêr a mezin de dersên olî jî dide.. Di sala 1956an de, bi egera nexweşiya penceşêrê koça dawî dike û li goristana Qudûrbeg tê veşartin. Rehma Xwedê lê be, buhişt mala wî be. Ew mirovekî jîr, zana û oldarekî kurdperwer bû.

Konê Reş, Qamişlo, 08.02.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...