Rûpelekî windayî; Hecî Îbrahîmê Qaso serokê eşîra Bûbilana û beşdariya wî di biryara Komeleya Xoybûnê de

Konê Reş

Vê paşiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, eşîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beşdarbûna eşîra Bûbilana di alîkariya şoreşa Agirî de hatim.
Wek ku diyare di sala 1930î de, piştî ku êrîşên tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li şervanên azadiya kurdan bi serokatiya ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî hat kirin, hingî serokatiya komeleya Xoybûnê ji kurdên başûrî Kurdistana bakur û Binxetê xwest ku, her eşîrek ji rex xwe ve, eniyek şer dijî artêşa tirkan vekin û her yek ji hindama xwe ve êrîşî tirkan bikin. Hem ku xaka xwe rizgar bikin û hem da ku akam û bandora artêşa tirkan ji ser şervanên Agirî sivik bibe..

Wiha çend eniyên şer ji rex kurdan ve, li seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê hatin pêk anîn; yek ji wan eniyan, li herêma navberî Amûdê û Qamişlo bû, bi serokatiya axayê eşîra Bûbilana Hecî Îbrahîmê Qaso (1886-1976), û alîkariya axayê Darê Eliyê Ehmedê Çelebî û axayê Ewêna Hecî Ehmed axayê Ewênî bû.
Şerê eşîra Bûbilana bi tirkan re, çend rojan dirêj kir. di wan çend rojan de, çar-pênc neferên tirkan kuştin, çendek hatin dîl kirin û qereqola gundê Serçixanê bindestê xwe kirin û di encam de tev herêma navbera Mêrdîn û Nisêbînê kirin bin destê xwe de û di nav xelkê de belav bû û hat gotin: Dinya bûye Kurmancî.. Ta niha jî dema ku behsa wî heyamî dibe kalemêrên me dibêjin (Sala Kurmancî).
Lê xuya ye piştî ku ew çend eniyên din zû bi paş de zîvirine; wek a Tirbespiyê ku bi serokatiya Haco bû, a Derbasiyê ku bi serokatiya Qerdî Beg û Ekrem Begê Cemîl paşa bû, a Serê Kaniyê ku bi serokatiya zarokên Îbrahîm Paşayê Millî bû, a Kobanî ku bi serokatiya Mustafa Şahîn, Bozan Şahîn û Osmn Sebrî bû..
Di beravêtîkirina van eniyan de û bidûrxistina serokên wan ji bo rûniştna bi zorê li Şamê, ji rex hikumeta Fransî ve ya ku wê hingê di sûriyê de desthilat bû, fermana Hecî Îbrahîmê Qaso axayê eşîra Bûbilana ji rex dewleta Kemalî ve derket û artêşa Kemalî bi girsbûn lê geriyan.. Veca ji neçarî, jinên xwe şandin gundê Sîha bal malbata Ehmedê Ûsiv, axayên eşîra Kasika û ew, tevî gelek ji zilamên xwe daketin binya xeta fransawî, li gundê Doda û Bilêqiyê bi cî û war bûn.
Dibêjin, vê paşiyê Hecî Îbrahîmê Qaso hawara xwe gîhandiye Seîd Axayê Deqorî, wî jî, ji Qudûr Beg yê ku wê hingê Qayimqamê Nisêbînê bû, hêvî kiriye ku efûya Îbrahîmê Qaso Axayê Bûbilana ji bistîne.. Di encam de efûya wî ji Diyarbekirê hatiye standin û careke din zîviriye gundê xwe Zorava, jinên wan jî digel şarên bi qeseb, wek xelat, Kasika bi wan vekiribûn, vegeriyan gundên xwe Zorava..

Konê Reş, Qamişlo, 05.02.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...