Welat bihuşta mine

Mihemedê Seyid Husên

    Welato: piştî ku yezdanê gewre, bê hempa û yekpare fermana roja paşdawî da ye, hinga pêşmerge li bin sîtava daristanê, li ber himêza çiyan li hev civiyane, bi hev re şêwra yekrêziyê kirine, eniya xwe bi lat û zinarên welat xurandine, da ku tovê omîdan bi xaka welat ya pîtdan bispêrin.

*  *  *
    Welato: ji destpêka toşê ve, min evsaneya welatê xwe di çar pişkan de bi hûrbînî xwendiye, ji berbanga dîrokê ve, Zeradeştê pêxember sirûda nasnameyê, ji navkutka xwerista pirdan û comerd, ji reng, deng û dîmenên çaklewedî zimanê dayikê afirandiye, li ber kêla nemirên nependî, ayetên Zendavesta bo bêzaran kirine bazbend, ji sinc û dirûdên firiştiyane, xampera pêwanê bihuştê, li ser tabloya paraztî, navê Kurdistanê tomar kiriye.
*  *  *
    Welato: li ser lêvên te mame stiraneke xemgîn, bûme kilçîvê herdû çavên hêsirdayî, bûme keziyeke veçirî li ser milê periyan berdayî, xum-xuma cobaran li nêv bax û zeviyan, li êmîşên dehlên te yên çêjer û gezogirtî, bûme mêvanekî xerîdar, bûme xaleke xawer li jora tîpên navê te, bûme peyrewiyekî xwedawendane li ber mêrava te, salixekî şeyda li ser nûçeyên gerokekî eware, li dûv leylana te bûme gaziyeke dengirtî li benda hawara te.
*  *  *
    Welato: çelengiya etlesa te kirime dîlê evînê, biskeke şîlove li ser hinarkên rûyê te kirime evîndarê heyvê, bûme telpeke qetran li ser eniya mirovaniyê, bûme pirsgirêkeke aloz di gewriya dagîrkeran de, bûme razeke evra herdem kaniyên terorîzmê ziwa dikî.
*  *  *
    Welato: Kula mine ku zanibim tê bi kîjan zimanî nefretê bidî bextê minî likumî, tê bi kîjan zaravî jana bêdengiyê derman bikî, min li ser eniya xwe çiraxa evsaneyan daniye, warê te yê bihuştiyane li ser kolînka tarîewran terz û nimûş kiriye, li ser zendên xwe dîroka perçebûnê bi xîmava bextreşiyê daxkiriye, tenha ji bo ku razên yezdanê xwetenparêz, ji hemî zindîwarên gerdûnê yên bej û avî re eşkere û bi têrutese rave bikî.

Komara Çîk…3-2-2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Kovara (Hêviya Welêt) jî beşek ji dîroka çapemeniya Kurd e; ewa zimanê fermî ya ( komela xwendekarên Kurd li Ewropa bû), komele jî beşek ji tevgera azadîxwaza Kurdistanê bû,sernivîserê vê kovarê jî welatparêz û siyasetmedarê gewre nemir Hemreşê Reşo bû.Hejmara yekê di meha Razberê,sala (1963) an de ronî dîtiye û…