Vexwendin ji bo Civîna Komela Kurdên Sûrî li Berllîn

Endam û dostên hêja!
 
Em we dawetî civîna endam û dostên komelê dikin , ev civîn pêktê di roja yekşemê de, di 01.03.2015  de, saet 14.00 – 17.00  
Navnîşan : Kurdisches Zentrum e.V.  Navenda Kurdî
Dresdenerstr. 8, 10999 Berlin            U-Bahn Kottbusser Tor 
Em di vê hevdîtinê de dixwazin berî her tiştî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê li hev guhdar bikin .

Bêgûman hebûna komela me di rewşa îro de jî pir giringe û nûjenkirina wê jî  pêweste û erkerî netewî mezine û ji her kesî ji me tê xwestin .

Heviya me ewe ku jimarekî mezin li vê civînê amade bin .

PS.  Eger kesên ku dixwazin bêhtir li ser civînê bizanibin; dikarin têkilî bi van kesan re bikin .

       
        Baha : 0171 9500255          ,         Zinar : 0178 2746466

Di gel rêz û silavên me

Komîta Karê Birêvebir

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…