Memdûh Selîm Begê Wanlî «1897 – 1976»

Konê Reş

Memdûh Selîm Begê Wanlî; Ji pêşengên dîplomatên Kurda ye, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê ye.. Ew ji xelkên Wanê ye, kurê Cemîl Tewfîq Begê ye. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navê Eskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê veşartî bû.

Memdûh Selîm Beg, di sala 1897 an de li bajarê Wanê çêbûye, xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefeye û siyasetê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî bûye

Di sala 1927an de, Memdûh Selîm, bi dîplomasî û dostaniya xwe bi Ermeniyan re, karîbû wan razî dike ku alîkarbin bi Kurdan re ji avakirina komeyeya Xoybûnê û şoreşa Araratê re.. Ji rexekî din ve Mîr Celadet Bedirxan jî têkiliyên xwe bi welatparêzên Kurdan yên revyayî û sirgûnkirî re girêda wek Dr. Mihemed Şikrî Segvan li Bexdayê, Şerîf Paşa li Parîsê, Mistefa û Bozan Şahîn li Cerablis û Kobanî, Elî Riza kurê Şêx Seîd, Haco axa û Emîn Axa Perîxanê li Sûriyê, gundê Dugirê..û ji wan xwest ku li Beyrûtê kom bibin.. Û wiha di roja 5ê çêriya pêşî sala 1927 an de bi navê (Xoybûn), rêxistineke nû di mala Vahan Papazyan de hat damezirandin. Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan ji hîmdarên damezirandina Xoybûnê yên sereke bûn..     
 Wek ku me got, Memdûh Selîm Beg, rojên dawî ji jiyana xwe li bajarê Şamê derbas kiriye. Di sala 1976an de, li Şamê koça dawî kiriye û li taxa Kurdan, di goristana şêx Xalidê Neqişbendî de, li kêleka rêhevalên xebata kurdewariyê mîr Celadet Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa û Qadrî Can hatiye veşartin.
   Gazindek: Di dawiya vê xepartinê de gazindekê ji serokên rêxistinên Kurdên Sûriyê yên wê hingê dikim ku, bi erkê xwe yê netewî derbarî Memdûh Selîm Beg ranebûne.. Her wiha gazina min ji Kurdên Şamê û tev welatparêzên Kurdên Sûriyê jî heye; çawa guhnedane gora Memdûh Selîm Beg ku niha kes cihê wê nas nake..! Wax li vê sosretmayê..
Qamişlo, 25.01.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...