Carek din NEWROZ Bi xwendevanên xwe re ye

Desteya sernivîser/Rêberê Silîvî *
   Ev derdora çar salan e ku welatê me Sûriyê di rewşeke zor taybet û awarte de dijî,  navnîşana wê şer, pevçûn, kuştin û golên xwîna mirovan û wêrankirina gund û bajaran e. Li hêlekê, bi hovîtî û şêweyekî kesnedî, li ber çavên şaristaniya cîhana modern û demokrat, termên zarok, jin, pîr û kalên xelkên Sûriyê bi sedema bombebarankirina top û bermîlên teqîner ên rijêma har a destbixwîn, di bin kavilên wêrankirî de têne veşartin. Li hêla din jî, gelek mirovên bê sûc û bê guneh ên ji vî şêweyê mirinê reha dibin, li ser destê çeteyên terorist rastî recimkirin û serjêkirinê tên!. Ji bilî koçberbûna dora nîvê nişteciyên Sûriyê li hundir û derveyî welêt.

   Di vê rewşa têkelhev û aloz de ku dengê gule û qurşînan dengê herî bilind û berz e, û dengê zanîn, hişmendî û aştiyê nayê bihîstin. Mixabin di vê çarçewê de  dengê weşana we NEWROZ jî piştî derçûna hejmara (104-105)an a Êlûna 2012an hate rawestan û nema karîbû çanda nûjen a Kurdewarî û  mirovheziyê biweşîne.
   Mixabin ku ji  mêj ve û îro jî, rêz û rûmeta qels û sêfîlan di civakê de nîne, tenê aliyên xurt û bi hêz dikarin serfiraz û payebilind bijîn. Piraniya dewletên Ewropayê dewlemend û zengîn in, azad û xwedî al in, xwedî artêş û leşker in û di Yekîtiya Netewan de jî endam in… Lê ew têgihiştin ku eger ew rêzên xwe nedin ser hev, dewletên mezin dê wan daqurtînin. Û ji ber wan dizanî ku dermanê êşa wan yekîtî ye, berî çend salekî, berpirsên wan dewletan ji bo parastina berjewendiyên gelên xwe, nakokiyên xwe dane hêlekê û li ser yek maseyê guftûgoyên yekîtiyê kirin û pêngavine giring di warên aborî, rêzanî û civakî de avêtin. Vêca eger pêwistiya wan dewletên serbixwe carekê bi yekîtiyê hebû, ma gelo ya me Kurdên belawela, bê dewlet û kêmrûmet çiqasî û çend caran pê heye?!.
   Guhertinên mezin li cîhan û devera me rû didin, giring e em Kurd hişyar û zîrek bin, bi hûrbînî bûyeran bixwînin û şirove bikin, civaka xwe ji nakokî û tundûtûjiyê biparêzin, piraliya netewî, olî û rêzanî bipejirînin û çanda rêzgirtin û jihevhezkirinê, çanda mirovheziyê belav bikin, biweşînin û bê dudilî  her em li ser rêya xebatê bo bidestxistina azadî, aştî û wekheviyê bi rê ve herin.
* Rojnama Newroz – hejmar / 106 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...