Dola penaberiyê

Mihemedê Seyid Husên

Silav û rêz bo lêkol mamostayê hêja Brahîm Mehmûd

Birîn kûre bê perave, kabûsê xewnê sar û xave, velerzina taya mirinê bê nave, karê qelsan gazin, keser û lavelave, xwezane û hêsir, şîn, gorî û pûçsrave, tenha balend li ser sînoran azad dirêsin, tenê pepûk li ser kavilan bê hêlîn û bendave, li nava sitrîdirkan bê nasname û zarave, azirdan û bêzariya rexê bendergahê ye, melevaniya nêv kevza genavê ye, penabere..li ber pêlên bêganeyê dipengize, pêwanê perava ye, li perîşanî û poşmaniya xwe mikur nayê, di pertwên îskeleyê de pirçonekî lûsiya ye, di himêza pêla hêç de ji nû ve dola xwe naskiriye.

*  *  *
    Destê wî ji toreyan hatiye birrîn, ji nû ve hînî kurmancî bûye, ji nû ve xwe diavêje hêtûna kêferatê, li ser kendalê oxirê, di nav keziyên rewrewkê de maye tovê bendemanê, bûye gaziya deng-girtî ya bê dûnde, ji nû ve bêriya taxê û şeqala girê gundê xopan kiriye, yên ku hîna bagerokên bîranînên zarotiya wî kedî dikin, li pey kar û berxikan, li ber sîka dîwaran halana lehengiyê da ye, cobarên ku di hinarkên rûyê wî de, li ber xuricîna hêsiran vebûne, kaniyên tometê pê re ziwa bûne, kulîlkên şîndariyê di dilê wî de kat dane.
*  *  *
    Tavsorkên rojava û tîrêjên rojhilatê, nema pêşwaziyan pê re dikin, xewnên ku bi keskesorê dîtine, bîna kulîlkên beyaran û gula lêvtenik, gerdena zêrîn û vehûnandina gurmitkên keziyan, yên ku di ferhenga bêrîkirinan de şewitîne, ariya ber tenûrê û toza ser bilûrê, pirtûkên ku derd û êşan dixwînin, gernejîna ku yadiyên cejn û sersaln, pêşbîniyên pêşerojê çaklewend û geşbîn dikin, ji wan herdû stêrkên çavên xumarî, lixêvên xwekujtinê ji nû ve li bîrê vejentiye, kula çerxê hevdîtinê û şikestina merbendên mişextinê ewe, ku careke din li kavilên wêraniyê vegerin.
*  *  *
    Careke din pişta xwe dide dîwarên xwîna evsaneyî, çeşmeyên keservendanê derdike, di nava argûşkên xilmaşiyê de xwe dirapêçe, ji kavilên dilê jar bi rex sirûda nasnameyê de gavda ye, ta ku ji şikêrên kelehên wêranbûyî dîwaran bilind rakin, evsaneyan bipesinîne û çiraxên rêya vegerê vêxînin, halana desthilanînê bang bikin, nûxwazên qûnaxê li babikin, ala reşgirêdanê biçirînin, keriyên karxezalan li deşt û zeviyên hoza xwe, li şûnwarê resen yê bav û kalan vegerînin.
*  *  *
    Ji navgîna xemgînî û hevgariyan qaşo min berê xwe daye kêliyeke aramî û tenahiyê, herweku ji nav me hinan giyanê xwe bo azadiyê ji destdane, û hin dîtirê li benda ku rewan perwayî rûmetê bikin, li devera hanê hin ji nav kavilên wêraniyê mişextî dewletên sînordaş bûne, weke wan û dehbare di hindurê welat de eware bûne, bi sedhezaran li her pênc parzemînên gerdûnê penaber bûne, welat li şênewarên resen bûye kavil û wêran, û her li şûna şêran kund dixwîne li ser şikêran, naxwe ji dîroka 15 çerxên paşdemayî, ji nav keldûmana fendên asoyên lewitî, rojhilata xopan li ser şingeşinga zulfeqarê Elî û vîzevîza şûrê Meawîye, şirûsa pêxemberên teroistê li serdema çerxê 21 yê cudaxwaz hişyar bûye, êdî min jî hewl daye ku serpêhatiyê di rûpelên dîroka dahatî de de pelge bikim.

….. komara Çîk    5-1-215

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…