Heyder Omer
Ji roja, ku surûst (xwerist) peyda bû, û mirovê ku ji xaka wê pêk hatî, di hembêza wê bi cih bû, ji wê hîngê de derûna mirovatî ya helbestvan bêhna xwe ji ciwaniya dîmenên wê dadigre, û paşê jî bi stiran û helbetsên nazik û şîrîn diguhêze, û guhên demê pê dadigre û serxoş dike. Ji ber vê yekê jî surûşt, bi her tiştê xwe; baxçe û gulistanan, dar û kulîkan, çem û cûbaran, perende û sewalan, stêr û tav û heyvê, surûştê, bi van dîmenan tevan, bandora xwe kişandî ser wêjevan û helbestvanan, ku îlhamê jê werdigiein, û bû ye giringtirîn sedema aferîna helbestê û hemî çûreyên huner yên din, di kelepûra mirovaniyê de.
Ji ber vê ciwaniya surûştê, û ji ber hebûna vî hestê nazik di derûna mirov de, ku bi vê ciwaniyê hestdar e, ev pevgirêdan li gel surûştê dê her û her bimîne. Vê lomê kelepûra helbestî ya her miletekî bi rengdêriya surûştê û stirênan ciwaniya wê dagirtî ye.
Helbestvanê Kurd jî di vê meydanê de ne bê par in, wan jî çavê xwe li hemî dîmenên surûştê gerandine, û hestên xwe li hember wan dîmenan derbirandine. Çima na? Ma ne wêje berhema êkologiyê ye? Û kesayetiya wêjevan jî berhema nîr û hemî hêmanên derdora wî ye, û surûşt jî giringtirînê wan nîr û hêmanan e.
Vê lomê wek ku surûştê bandora xwe kişand ser helbestvanên miletên din, kişand ser helbesvanên Kurd jî, wan jî bervê xwe dan wê surûşta, ku di hembêzê de perwerde bûne, hulmên xwe ji bayê wê dadigrin, bi ciwaniya wê sermest dibin, pê re jî dîmenên wê di helbestên wan de diyar dibin, û pevgirêdana wan li gel wê diyar dikin.
Feqî yê Tîran, jî wek hemî helbestvanên Kurd ketibû ber dava evîna surûştê. ima na? Ew li Muksê hatiye dinyayê, şurûsta Muksê, bi baxçe û gulistanên xwe yên ku kulîlk û darên wê cûrbrcûr in, û berxwekêş e. Her weha birek jiyana xwe li Fînikê û birek jî li Botanê derbas kiribû, û her du dever jî bi ciwaniya surûştên xwe navdar in; Fînik xwe bi ser Dicleyê de ber dide û dîmenê xwe tê de dipelîne, û Botan jî Dîcleyê wek gerdenekî bi sîngê xwe ve dike, û çîya ber bi wê ve xwe ditewîn, tu dibêjî qey dê wê ramûs in.
Feqî yê Tîran bûbû dîlê ciwaniya surîşta van bajar û bajarokan, ciwaniya surûşta wan ew ber bi xwe de kişand, wî jî jê hez kir, û hestên xwe yên nazik di helbestên xwe re diyar kirin:
Mislê Muksê carê nebû dem dil pezîr.
Nehrê û Kewser misal est baxê ew cennet nezî(1).
Da ku hevgirêdana li gel surûşta Muksê biderbirîne, û xwendevanan jî bike hevparên wê hevgirêdanê, radibe tiştekên bala xwendevanan dikşînin, dipelîne, da wan û ava Muksê bide ber hev, vê lomê ava Kewserê hêja dibîne, ku ava Muksê bide hemberê, her weha wênyê herî paqij û ronak û ciwan, ku dikare bi qasî ciwaniya gulistanên Muksê be, wêneyê bihiştê ye. Ewî wêneyê bihiştê vebjartiye, ji ber ji gotina (bihişt), li gor baweriya kesê rojhilat ê misilman, aminiyê û aramiyê bi xwe tînê, û derûna wî rihet dike, vê lomê jî mirov dikarê weha biçê, ku Feqî yê Tîran bi zanebûn wêneyên helbestî vedibjêre, û ramana xwe di nav wan re diyar dike, gelek kêfxweş û amin e, ku di nava gulistanên Muksê de ye, wek çawa kesê misilman, bi bihîstina peyva (bihişt) re bi aminiyê diheste.
Nirxandina surûştê bi vî awayî, ango bi awayê ku dide diyarkirin çawa ciwaniya wê aminyê û aramiyê li ba mirovê peyda dike, ev awayê hestan di çarçewa tekekesî de namîne, belê derûnên mirovan, ji warê hêrs û hestan de, wek hev in, ew derûnan şa dibin û şîn jî dibin, hêrs dibin û hêdî jî dibin, pê re jî hemî li hember hukariyan hestedar in, tevî ku her yek bi awakî hest û hêrsên xwe diderbirîne. Feqî yê Tîran vê hestedariya hevbeş bi vî awayê jêrîn diderbirîne:
Xêr bê bihara havînê
Xuşîn bikeve ava zelal
Pê hêsabin dilên jar(2).
Ev wêneyê jorîn gelekî guvastî xuya dibe, pêjnê bi kar tîne, tenê biharê bi nav dike, lê rengdêran nabêje, ji xeyala mirov re dihêle, pê re jî zemîn bi keskayî ya xwe ve yekser tê ber çavan, keskayî ya wê, xunava li ser pelên daran û geyayan, kulîlk û çîçekên bi bandora bayê hênik, û di ber awaz herikîna cûbaran re, vir de wê de li ba dibin, tu dibêjî qey dixwazin biçin rûyên hev du, û ramûsan bi hev biguhêrin, vê lomê bihar şahiyê û nûbûnê bi xwe re tîne.
Bihar ne tenê tê û hew, lê belê xêr û bêrê jî bi xwe re tîne, ew xêra ku hemî kesan şad û bextewar dike, lê helbestvanê me, dawî xwe dide kêlek xizanan, û weha diçe, ku dilêna xizanan û jaran bi biharê geş dibin, xwe davêjin hembêza bihara, ku dibe sedema şadî û bexteweriyê, û hinekê xem û qisawetan, hema kurtedemk be jî, ji dilên wan bi dûr de dixîne.
Eger em ji bîra nekin, ku bihar ne tenê ji bo kesên xizan û jar e, wek çawa xêza pêşîn diyar dike (Xêr bê bihar), lê em bawer dikin, ku ew dixwaze mêldariya xwe ber bi kêleka kesên xizan û şîndar de biderbirîne, vê lomê jî tenê geşbûna dilên wan diyar dike, (pê hêsa bin dilên jar).
Surûşt di piraniya helbestên wî de, di navbera wêneyên guvaştî û pêjindar re, û di navbera hevgirêdana pergalên surûştê û yên derûna mirovane re diyar dibe. Wek nimûne, surûştê di dema payîzê de yekser pêş me nake, û ne jî rengdêrên wê pêş me dike, belê di navbera wêneyê çiyê, ku pelên daran zer bûne yan jî weşîne, pîqinên daran rût bûne, rê û rêçên ku daran bi pîqin û pelên xwe veşartibûn, numa tên xuyakirin, vî dîmenê çiyê û rû yê pîremêrê heyştê salî, ku salan xêz li ser rû yê wî neqşandine, dide ber hev, û surûşta pêyîzê di navbera vê berhevanê re li me dimîne:
Payîz ku tê hemû alî,
iyayê bilind dimînin xalî,
Mîna kalê heyştê salî(3).
Wêneyê çiyê dide hember wêneyê pîremêrê heyştê salî, û rû qurmiçî, ji ber ku çiya jî, bi sedema zerbûn, an jî weşandina pelên daran, rût xuya dibe, rê û geliyên biçûk, ku pelên daran veşartibûn, wek xêzên ser rûyê pîremêr in.
Ji bo ku guhertina payîz di surûştê de peyda dike, ew rengêrên çiyê nade pêş çavan, belê xwendevanê xwe ber bi wê yekê de têve dide, ku durvê çîyê û pergala pîremêrê heyştê salî bide ber hev, da di nav bergala wî re rengdêrên çiyê u guhertina, ku payîzê di rewşa surûştê de peyda kiriî binase.
Ev wêne ji êkologiya çiyayî hatiye wergirtin, ew jî êkologiyeke bi çiyayên xwe yên bilind, di nav mijê de serî ber bi jor de hil didin, û mij jî li ber piyên wan raketiye, û xeman bi xwe re tîne, û bêhnan teng dike:
Mij û dûman li rû erdan,
welat girtiye mîna perdan.
Ew jî tîne kul û derdan.(4)
Bi vî awayî pevgirêdana pergalên surûştê û yên derûna mirovaniyê sayî xuya dibe. Ev wêneyê jorîn mij û xeman li gel hev dibdstîne, mij xeman bi xwe re tîne; heye sedema ve yekê ew be, ku mij karînên nerîn û dîtinê kêm dike. Helbestvanê me mijê wek çeperekê dibîne, ku nahêle ew dûr binêre, pê re jî bêhnteng dibe, vê lomê gava mij ji holê radibe, û asîman sayî dibe, xelk şad dibin:
Wextê sayî, dûman tune.
Evd û beşer tev dikene.
awa bûka dest bi hine(5).
Feqî yê Tîran pirîcar surûştê ji hev dixe, wê ker ker dike, û carê li ba dîmenekî wê radiweste, wek ku li ba tavê radiweste, mirovekî hişmend jê dafirîne, û li gel wî daxife, hejêkirina ronahiyê li dij tariyê, û hejêkirina azadiyê li dij koletiyê diderbirîne:
Tu çira her çar qulbanî.
Guman û sekna her bendanî.
Her hizkiriyê Feqî yê Teyranî(6).
Lê tevî vê têkiliya germ li gel surûştê jî, nikare pê re bibe yek, ji ber vê jî wêneyên wî yên helbestî hissî ne, ku veqetandina wî û surûştê ji hev sayî didin xuyakirin, û hewesdariya wî ber bi diyardeyên bûjenî (maddî), de diyar dikin, pê re jî hêmanên wêneyê hunerî siwe xuya dibin, û danagerin kûraniyê.
Feqî yê Tîran, di hin helbestên xwe de, ji tevlêbûna surûstê nêzik dibe, lê naghêne wê yekê. Ev yeka di helbesta (Ey avê av) de sayî diyar e, ku mirov dibîne wek romantîkan li gel çem daxife, û di navbera axiftina li gel çem re hinek rengdêrên xwe yên pisîkologî diderbirîne:
ira bîna xwe nasîtînî?
Timê mezîla dûr diqedînî.
Ji pêlê çûyî paş namînî
Hero dikşî usa bi lez.
Divek tu jî bûyî qerez.
Şewata tu li ser, usa jî ez(7).
Helbestav dixwaze tev li surûştê bibe, dîmenên wê di navbera derûna xwe re wêne bike, vê lomê jî em wî û çem vekra di pergaleke agehî, tev de êş û şewat bê tebat de dibînin, wek çawa di vî nimûneyê jêrîn de jî diyar e:
Bê rahet û bê sekneyî.
Yan aşiqê baxwey xweyî.
Yan şubhetê qelbê meyî.
Ji işqa kê natebitî?
………………………
………………………
Bo min bêje heyranê kê yî.
Da ez bizanim qissetê(8).
em, ku diyardeyeke srûştê ye, weha xuya dibe, ku tev derûna helbestvanê me bû ye, helbestvan jî giyanê çem û pergala wî wek yên xwe dîtine. Her du jî bê tebat in, û di donê evîna xwe de dikelin, û her du jî şevê bê xew derbas dikin. Helbestvanê me deriyekî di helbesta surûştê de vedike, diyardeyên wî dê li ba Ehmedê Xanî gelek sayî diyar bibin.
Ev nêzîkbûn û tevlêbûna surûştê bûne sedema pirbûna wateyên wê di helbesta evînî de jî, ta ku gîhane rengdêriya ciwaniya (qeşengî) jinê jî.
Helbestvan, bi gelemperî, surûştê û dîmenên wê, ji hêlekê de, û ciwaniyê jinê ji hêla din de didin ber hev, û wekheviya ciwaniya wan diderbirînin. Feqî yê Tîran ji vê yekê ne bê par e:
Wey dîlbera reng sihanî.
Weke hîva li rû ezmanî.
Şewqê didî çiya û banî.
Ez motacê bejna tem e(9).
Û va ye jî dîlbera xwe wek guleke biharê dibîne, û pê re daxife:
Hey gulbihara xet û xal.
Methê dila kirin bê pergal.
Bejn û bal gerden şemal.
Ji stêrkan çekim yaxûd û lal(10).
Ev wêneyê jorîn bingeha xwe di efsaneya kurdî de dibîne; efsan weha diçe, ku tav pêşî keçikek bû, dezgirtiyê wê qelenekî bigha dayê jî ew pê qayîl nebû, hema wî jî kire qîrî, û got (xwazî tu bibî tiştek, ku dest negihên te), pê re jî kecik bû tav, û xort jî bû heyv(11).
Tiştê, ku di wênekirina surûştê de xuya ew e, ku wêneyên wê li ba Feqî yê Tîran, hissî ne, li ser bingeha durv û rengan peya dibin, û hin caran jî ronîdar in, lê pirêcaran ne zindî û bê tevger in, ango wêniyine çavberî û encama lênerînê ne, û tiştan bi pîvanên bûjenî (maddî) dipîvin, wek wêneyên, ku ji ber kamêra ya wênekêşekî derdikevin in.
Tevî ku ev awayê huner gelekî dupat e, û encama jêhatîbûnê ye, û dikar bala ramanê bikşîne, û hizra mirov matî bihêle jî, lê nikare ne bandorê li derûna mirov bike, û ne jî ageha wî bihejîne. Ji ber ku pirê caran ne encama îlhama dil û pertewa derûnê û hejîna ageh û hest in. Bi baweriya min sicên wî yên tûj û hişk sedema vê yekê ne.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Ebdulreqîb Yûsif: Şaîrên klasîk ên Kurd, rû 32.
(2) Tembûr, rû 60.
(3) Zargotina Kurda, rû 66.
(4) Jêdera navborî, ru 68.
(5) Jêdra navborî, rû 68. Evd peyveka erebî ye, lê hatiye kurdîkirin, wateya wê mirov e.
(6) Jêdera navborî, rû 66. Bende bi wateya mirov e.
(7) Jêdera navborî, rû 69.
(8) Dîwana Feqî yê teyran, rû 30-31.Bawey: xweda. Qisset: çîrok. Şubhet: wek. Qelb: Dil.
(9) Tenbûr, rû 64.
(10) Jêdera navborî, rû 57.
(11) Basîl Nîkîtîn: Kurd, rû 215.