Mirov û nasname

Beyar Robarî

Wek têzanîn nasname bişêwak yekser, kerteke mirov bi xelkê dide nasîn û hin agahiyên bingehîn têde hene, wek nav, paşnav û mêjûya bûyîna mirov û çend tiştên din. Lê wek em zanin têgîna «nasname» ji wisa kûrtir û feretire.

Nasname wek têgînek felsefî, tê wateya hestyariya mirov û bîr û baweriyên wî, tev têkeliyên xweyên civak, yên kû mirov pê tê stran û dagirtin. Yek ji wan peywendiyan malbbete û taxe, dibistane û gund an bajarê kû ew kesa lê dijî. Di pê wan re, sendîkat tê, partî, welat, saziyên navnetewî wek Yekîtiya Xwendekarên Cîhanê û hin rêxistinin din.

Ji van gotinên jorîn tê xuyakirin, kû nasnameyên mirov zêdetirî yekêne, û her nasnamak ji wan bazingek û her bazinkek ya din temam dike. Lê herkî bazing ji mirov ve nêzîk dibe, w zêdetir pêve tê girêdan. Wek din em kanin bêjin nasname bixwe du cûrene ew jî evin:

Cureya yekemîn:
Yekemîn nasname kû mirov bidest dixe, dema ji dayîka xwe dibe ye. Ew jî ayenda wî ye û duyemîn jî netewîtiya xwe ye.  Û ev nasnameyan netên guhartin bi demê re, ger mirov bixwaze jî. Raste hin mêr hene, dixwazin birêya niştegeriyan zayenda xwe bigharin yanê bijin bin, lê ew bi sernakevin. Û mirovek çiqas hewil bide nikane ji netewatiya xwe derê û bughara. Hincaran mirov kane hevwelatiya dewletek din qezencke.

Cureya duyemîn: Ev cûreya bi xwe dubeşin:
-Beşê yekemîn:
Xudan (dayîk û bab) didin zarokê xwe, wek ziman, ol û çad.
-Beşê duyemîn:
Vê beşê mirov bi xwe de qezenc dike, û bi zanabûn û ezmûneya mirove girêdayî ye, wek endametiya sazî û partiyan.

Ev nasnameyan tên guhartin, û ew bi rewş û mercên jiyana her kesekî ve girêdayî ne. Guhartina olan hinekî zehmetî têde hene, jiber kû civak bi çavekî xerab li wan mirovên ola xwe digharnî, dinêre û liba mislimanan wî kesî dikujin!!

Wek din em zanin kû di hundir her nasnameyekê de, nasnameyên biçûk (şaxî) hene. Wek numîne:
Nasnameya niştimanî:
Nasnama niştimanî ji çend nasnameyên biçûk pêktê, wek nasnameya herêmî, bajarî an zaravî û kêm netewî.

Nasnameya olî:
Di hundir her olkê de, gelek nasnameyên çûk û cûda hene, wek numîne di ola Felehî de, Ketolîk hene, Prostêstantî, Angilîkî û Artodoksî hene. Her wisa dinav ola Îslamî de, Sunî hene û Şîhî hene û Henefî, Şafhî hene.

Nasnameya zimanî:
Wek têzanîn, di hundir her zimanekî de, zaravên cûda hene. Hûn bala xwe bi zimanê kurdî û erebî din, çend û çend zarav xwe hene.

Nasnameya ramyarî (siyasî):
Her dîsan di hundir her pratiyeka siyasî de, komên cûda hene, em dibînin komek ji wan çepe û yek rast û yan navendî ye.

Nasnameya çandî:
Ev nasnama bi zarav zimên û xwarin û tore, kinc, stran û reqsa xelkê her herêmekê ve girêdayî ye.
Pirsa din kû têkirin çawa guhartin di nasnameyan de tên pêkanîn?  
Jiber kû nasnameyên qezenckirî, bi jîngeha derdora wê ve girêdayî ne, bi demê re hêdî-hêdî tên guhartin û şêwak din dibin. Û hin nasname bi carekê re tên guhartin, wek dema Slovak ji Çîkan qetînî.
Wek din pêwîste, ez ji bêjim kû pir zehmeta miletek an komek mirov li nasnameya kevin vegerin piştî berdana wê. Wek Kurd û nasnameya xwe ya ola Zaredeştî. Û em ji dîrokê zanin, pir mirov hene dema nasnameya digharin, paşê dijminatiya wa nasameya xwe berê dikin!!

Ji bilî wê di nava her nasnameyekê de, kesên radîkal hene û bi çavek xerab li nasnameya kesên din dinêrin.

Pirsa din kû tê kirin, ma gelo mirov kane beşek ji nasnameya xwe ji kesek din re berde??

Ez kanim bi rehetî bêjim, belê mirov an dewletek, kane dest ji beşek nasnameya xwe berde, jibo hêlek din. Dema dewletek an mirovek dibe endamê sazî an rêxistinekê, beşek ji nasnameya xwe ji wa saziyê re berdide.

Helbet her nasnamayek tûşî gelek tehlûkeyan hundirîn û dervayî dibe, û Başûrî Kurdistanê ez kanim wek mînak bidim.
– şerê di navbera Berzanî û Telebanî de, herêm kir du perçe.
– Bi karanîna du zaravan bi şêwak fermî (kurmancî û soranî).
– Têkeliyên Berzanî bi Turkiyê re û yen Telebanî bi Îranê re.

Ger te nasname bi zanebûn vêre daûstand, kane gelek sûdeya xwe hebe, lê belam ger mirov bi çewtî bikaranî kane gelek ziyanê bi mirov gîne.

27 – 11 – 2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…