Sipas Serok Mesûd Barzanî (2)

Salar Salih

Ev sipasname ya diwem e, ku ez ji berêz cenabê serok Mesûd Barzanî (serokê herêma Kurdistana Iraq) re rêdikim,çiku serok Barzanî bûye simboleke netewî ji gelê kurd re li her çar parçeyên Kurdistanê, bûye mertalê parastina kurd û kurdistanê, wekû pêşmergeyekî li sengerên şer tevdigere, çavdêriyê li sînorên Kurdistanê dike, merema wî ew e ku miletê wî bi aramî û azadî bijî…., sipas kak Mesûd Barzanî.

Sipasname:
·  Sipas serok Barzanî, ku tu cardî bi moralekî bilind vegeriya sengerên şer nav hêzên pêşmerge, ku tu bi xwe jî, ji mêj ve pêşmergeyî, moralên pêşmerge bi hebûna te bilindbûn û gelê kurd bi dîtina te di sengerên şer de bi serkeftinê geşbîn û bawerbûn, wek serokekî netewî xemxurê parastina miletê xwe û xaka welatê xwe ye.
·  Sipas serok Barzanî bo ku te şengal bi tenê nehişt, û bi hemû şiyanên xwe destê alîkariyê dirêjî birayên kurdên êzîdî li şengalê kir, ji alîkariyên serbazî ta yên mirovahî û veguhestina xelkên şengalê bo hundirê herêma kurdistana azad, û di hemû hevpeyvînên xwe de Barzanî tekez dikir ku rizgarkirina şengalê dê nêzîk be, û pêşmerge amadebaşiyê jêre dikin.
·   Sipas serok Barzanî bo ku te cardî herdû layenên kurdî li rojavayê Kurdistanê ENKS û TEV- DEM li bajarê Dihokê civandin, bi mebesta ku yekrêziya kurdan bête çespandin di vê rewşa aloz û metirsîdar de, û jibo parastina xwîna kurdî ji şerê birakujî, di demekê de ku rêkxistinek terorîst êrîşeke hovane li dijî miletê kurd bikartîne ji Celûla ta Kobanê, û di encamê de herdû layenan rêkeftina Dihokê imzekirin bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî, û xewna Ehmedê Xanî bicih hat çaxa ku di Memozînê de got:
Ger dê hebûya me ittifaqek      vêk ra bikira me inqiyadek
·  Sipas serok Barzanî ji bo ku te hêzên pêşmerge hinartin Kobanê li rojavayê kurdistanê, ku hêzên pêşmerge di sînorên sê dewletan re derbas bûn ta ku berevaniya Kobanê bikin digel hêzên YPG û artêşa azad de, ev yek jî helwestekî netewî dîrokî bû  ji serok Barzanî re ku Kobanê wek Hewlêrê dît, û yekemîn car bû hêza pêşmerge li dervî başûrê kurdistanê bervaniyê dike, wek hêzek netewî û beşek ji hêzên hevpeymaniya navnetewî li dijî rêkxistina Da””””””””iş ya terorîst.
·  Sipas kak Mesûd Barzanî bo we fermangêriyek çak li başûrê Kurdistanê avakiriye, têde hemû layenên siyasî cih girtine û li ser perensîpên demokrasî û lîbralî  kar dimeşe, û operasyona geşpêdanê li başûrê Kurdistanê her berdewam e, çav li rêne ku ENKS û TEV-DEM fermangêriyekê çak li rojavayê Kurdistanê avabikin, li ser nimûneyê başûrê Kurdistanê ku bingeha wê hevbeşî û hevkarî be.
Di vê qunaxa dîrokî de, ku êrîşek hovane li dijî Kurdistana pîroz tê kirin ji rex rêkxistina Daiş ya terorîst di demekê de ku sînorên Kurdistanê tên danîn, û Kurdistan di projeyên navnetewî de ji bo herêma rojhilata navîn cih digre wek dewleteke serbixwe di paşerojê de, û Kurd wek miletekî hevalbend tên nirxandin ji bal dewletên hevpeymaniya navnetewî, serok Barzanî wek lêvegereke siyasî ji Kurdan re tê destnîşankirin ji rex civaka navnetewî, û piştgirî li projeyê wî bo serxwebûna Kurdistanê tê kirin, jiber ku dema niha sînorên (saykis-bîko) diherifin û sînorên nû li navçeyê şûna wan tên danîn, yek ji van sînorên nû ew e sînorê Kurdistanê ye ku cihê xweyî dîrokî di rojhilata navîn de digre, wek dewletek serbixwe di paşerojê de.
Ev guherînên ku di herêma rojhilata navîn de çêdibin bigiştî dikevin xizmeta projeyê serxwebûna Kurdistanê yê ku serok Barzanî ji demekê ve hewldanên xwe dike da ku vî projeyî veguhêze warê praktîkê, lewra em ji serok Barzanî re dibêjin ku destê me bi te re ye bo serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê, û em hemû pêşmergeyên te ne, digel ku ji mafê miletê Kurd e li gor yasayên navnetewî û perensîpên netewên yekbûyî û mafê çarenivîsê yê gelan, ku dewleta xwe ya azad û serbixwe avabike.
Salar Salih
Rojavayî Kurdistan-Hesekê
28/11/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…