Dr. Omer Şêxê û Xwendina bi Zimanê Kurdî

Konê Reş

   Mebesta min ji vê nivîsandina li dor Dr. Omer Şêxê ku ez wek nameyekê ji doktor, endizyar, avokat û rewşenbîrên kurd re pêşkêş bikim. Ewên ku di malên xwe de bi zimanê kurdî xeber didin û xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nakin.. 
   Dr. Omer Şêxê, ji sala 1990î ve bi zimanê kurdî dixwîne û propagenda ji xwendin û nivîsandina zimanê kurdî re dike.. Vêca ez Dr. Omer Şêxê ji bijîjkên me yên kurd cuda dibînim û wî wek nimûne şanî wan didim.
   Dr. Omer Şêxê yek ji pêşengên bijîjkên kurd yên pêşî ye di nav kurdên rojava de. Ew nemroya çara ye piştî Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa û Dr. Dara Arif Beg Abbas. Wî jî digel van hogirên xwe, derman û çareserî ji êş û nexweşiyên xelkên Cizîrê re bi tev netewên ku têde dijîn daye nasîn û ew rehet kirine.
   Ew bi koka xwe ji Êzidiyên eşîra Bilika ye, bapîrê wî misilman bûye û ew di sala 1939an de li Cizîrê gundê (Bitenê), başûrî Amûdê çêbûye. Xwendina xwe di bijîjkiyê de di zankoyên Misrê û Sûriyê bi dawî aniye. Di sala 1967an de yekemîn kilînîk li Dêrikê vekiriye, paşê li Derbasiyê û Til Temir û ji sala 1976ê ta bi sala 2005an ku malnişîn bûye kilînîka wî li bajarê Hesekê bû û niha mala wî li bajarê Amûdê ye û xelkê belaş derman dike.
Her û her daxwaza wî, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ye.
Em jî, bi dil û can spasiyên xwe ji Dr. Omer Şêxê re pêşkêş dikin û dibêjim; xwezî doktorên me bidin ser şopa wî..
Konê Reş, Qamişlo, 08.11.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…