Yekîtiya Kurdan Rizgarkirina Kurdistanê ye.

Merwan Berekat


Dema ala yekîtiya Kurdan bilind dibe, hemû dagîkerên Kurdistanê, xêrnexwezên gelê Kurd û keyzebazên Kurd çavsor û bê tebat dibin. Ew bi hemû rêbaz, pilan û pîlanan hewil dikin, ku ew yekîtî bi serî nebe û encamê nede, ji ber ku berjewendiyên wan serûbinî hev dibin, û wek nas e, Kurd miletekî  xwedî dîrok, şaristanî, mirovperwer û dîmoras e, ango dema bibe dewlet di herêmê de rewşeke nû tê peydakirin, ew jî jiyana demoqrasî, wekhevî û miletperweriyê ye, ji ber wê jî hemû rêjîmên zordar û dijî demoqrasiyê li pêş yekîtî û rizgarkirina Kurdan disekinin.
Di baweriya me de, keysebazên Kurd, ên ku dijîtiya yekîtiya gelê Kurd dikin, rola wan di paşxstina serkeftin û rizgarkirina kurdan de, ne kêmtirî  ya dijminan heye.     
Lê.. li aliyê din, dema tevgera Kurdan gavine yekrêzî û yekîtiyê davêje, li seranserî xaknîgariya Kurdistanê, û serûberê cîhanê gelê Kurd radibe ser pêyan û wê yekîtiyê pîroz dike. Ji ber ku bi sedê salan e, ew hêvî û armanca her Kurdekî ye, lê mixabin ew hêvî û armanc hertim di tûrikê tevgera siyasî de dîl mabûn. Lê wek xuyaye çarîka yekê ji sedsala bîst û yekê serdema jidayîkbûna rasteqîn a yekîtiya kurdan e. Belê.. dema îro hêzên Pêşmergeyên başûrê Kurdistanê di riya bakurê Kurdistanê re derbasî  Rojavayê Kurdistanê dibin, ji bo digel hêza Y.P.G bervaniya Kobanê bikin ,ew bixwe encama yekîtiya kurdan e, bêguman ev gaveke zor pîroz e.
Dema hêzên Kurdan çi yên siyasî  û çi jî, yên leşgerî û nemaze Pêşmerge û Y.P.G di yekeniyê de bervaniya Kurdistanê bikin wek çawa îro li Kobaniyê û berî wê jî li Şengalê, ew bixwe geweretirîn serkeftin  û ykîtiya gelê Kurd e.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…