Îro, li hola Navenda Osman Sebrî Konfiransê Şaxê Qamişlo, bi amadebûna serokê Yekîtiyê Mamosta Dilawerê Zengî û cîgirê serokê Yekîtiyê Mamosta Mihemed Şêxo û Mamosta Ehmed Heyder,Şehnaz Şêxe,Baran Baravî,Fewaz Osê û Zahid Xelef hat girêdan.
Mamosta Salih Cango,di destpêkê de, beşdar vexwendî xuleke bêdeng li ser giyanê cangoriyê Kurd û Kurdistanê kir.Piştre, mamosta Dilawerê Zengî li ser nîrên ku miletê me têre derbas dibe axivî û tekes kir li ser giringiya hevgirtin û yekrêziyê,nemaze di van nîrên dijwar de!!!!!

Û bi dilşadiyekê nasnameyên endametiyê li endaman hate belavkirin û sê nasnameyên endametiya rêzgirtinî ji sê kesayetiyê xwedan dan û wistan di ber tore û çanda Kurdî de hatin diyarî kirin, ew jî ev in:
Mamosta û helbestvan Hadî Behlewî,mamosta û helbestvan Mihemed Elî Hiso û zanyarê navdar Dr.Kesra Harsan.
Piştî çûna mêvanan rapora şaxê hate xwendin û çend pêşniyar hatin kirin û hilbijartin hatin çêkirin û ev bû encama wan:
Mamosta Ebdilbarî Xelef :Serokê şaxê
Mamosta Xunaf Kano :Cîgir
Mamosta Fadil Mûsa :Razgir
Mamosta Selman Xelîl û Mamosta Rêwî Dawid endam.
Qamişlo 30/10/2014