Qamişlo Wê Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn Hebbêz Bike

Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket .
Di civata ku piraniya endamên komîta amadekar tê amade bûn , dem û cihê lidarxistina mehrecanê û şêweyê wergirtin û helbijartina helbestan hatin destnîşan kirin, herweha rewşa darayî û xelata mehrecanê û dabeşkirina kar li ser endaman , û weha biryar hatin dan:

Mehrecan wê roja înê  7/11/2014z li Qamişlo lidar keve û wê tenê rojekê dom bike ku wê ji demjimêr 10ê beyanî destpê bike ta demjimêr 3 piştî nîvro…
Komîtek hate destnîşankirin ji bo wergirtina helbestan ji helbestvanên dixwazin beşdariyê biklin:
–  Brahîm Mele Qasin ( bajarê Dêrikê û Girkê legê).
–  Miş´el Osman (Hesekê) .
–  Ebdulsemed Mehmûd û Dildarê Aştî û Mihemed Şêxo (Qamişlo û deverên dîtir)

Helbestvan dikarin helbestên xwe bi şêweyê faylekî(Word )  di riya nameyekê re li ser rûpelê Facebookê yê Mehrecana 19emîn li ser vê navnîşanê rêbikin:
https://www.facebook.com/pages/Mehrecana-Helbesta-Kurd%C3%AE/330889333760785?ref=ts&fref=ts
Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…