Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek ( 20 ) Doza kurdî û lîstika hêzên navdewletî yên mezin

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ne tenê hêmanê xweyîtî (lawaziya hişyariya netewî) û hêmanê herêmî (pirojeyên talanê) sedema nebûna dewleta kurdî ne, belê bi ser de jî hêzên navdewletî yên mezin rola giring he ye. Di wê dema ku piraniya Kurdan nizanîbûn çi li derveyî gundên wan diqewime, hêzên mezin Kurd û Kurdistan xistibûn nav pilanên xwe yên isteratîcîk û lîstikên xwe yên dagîrkirinê, ji ber vê yekê jî bêtarên mezin bi ser Kurdan de hatin.

Emê, li jêr, hema bi kurtahî, helwestên hêzên mezin, di tenga doza kurdî re, bidin ber çavan.
Hêzên mezin û hizra dagîrkirinê: Gêrbûna Qustentînê li ser destên Osmaniyan sala (1453 z) û bazdana zanyarên Bîzenta, ber bi Ewropayê de, ku destnivîsên Yewnanê jî bi xwe re birin, evê yekê rê li pêş serdema raperîna Ewropayê û diyarbûna tevgera dagîrkirinê dûz kir, pê re jî rojavayê Asiyayê bû meydana nakokiyên Îngilîstanê û Feransayê, û Almanya jî li gel dewleta osmanî hevbendî girêda, û çek û şêwirmendên leşkerî yên jêhatî dane wê, û di serdema nozdemîn de Rûsya tev li hêzên dagîrker bû. Ji bo misogerkirina berjewendiyên dagîrkirinê, evan hêzan hemiyan xwastin, ku Îran û dewleta osmanî lawaz bimînin.Mebesta wateya vê tevdîrê ew bû, ku Kurdistan di bin dagîrkirina Farisî-Osmanî de bimîne.
Hatiye zanîn, ku hizra hêzên mezin hizra dagîrkirinê ye, li ser parastina berjewendiyan,  ne li ser mafên gelan, ra dibe. Kurd wê hîngê ne hêzeke polîtîkî û aborî bûn, vê lomê jî hêzên mezin didîtin, ku ew (Kurd) ji bo wan tenê nêçîr e, pê re jî berên xwe dan Farisan û Turkan, û hevbendî li gel wan girêdan, û di pey re berên xwe, di sedsal bîstemîn de, dan Ereb-bûyan, û çavê xwe, li hember polîtîkayên şovenîst û faşîzima rêjîmên farisî û turkî û erebî dij kurdan, girtin.
Bi ser de jî, bîriya ewropî ji helewstên Selahedîn û Kurdên wî dij xaçeperestan dagirtî bû, ku ewana gelên rojhilata navîn parastin, û sêyemîn hêrişa xaçeperestan a herî mezin (dawiya sedsala 6 k/12z) têk birin. Ew hêriş bi serpereştiya hêzdartirînên qeralên Ewropa bû: Împeretorê Almanya Friedrich Barbarosê yekem, û qeralê Firansayê Auguste Philippe yê duwem, û qeralê Îngilîstanê Richard Lionheart(1).
Her weha bîriya ewropî ketibû ber dava bandora nakokiyên Kurdan û cînarên wan xaçeperest (Aşûrî, Keldan, Siryan, Ermen) û hewaldanên gerokan û olewerên xaçeperest, û ew jî bi piranî hewaldanine ne qenc bûn. Bi encama vê yekê hêzên ewropî helwestên neyênî li hember Kurdan diyar kirin, û ew di nav destên dewletên dagîrker de hêştin.
Belgeyên dîrokê:
Şoreşa Bedirxan Beg: Gava Bedirxan Beg sala (1843-1874z) li hember dewleta osmanî bi şoreşê rabû, hêzên Rûsyayê gîhabûn sînorên bakurê Kurdistanê, û ketibûn hundirê rojhilatê Kurdistanê, û gef dabûn berjewendiyên Birîtanyayê yên li Bosfûr û Îraqê û Hindistanê, vêca berjewendiya Birîtanyayê ew bû, ku alîkariyê bide dewleta osmanî, û nehêle dewleta kurdî di devereke çiyayî ya xweparast de, were avakirin. Gerok û siyasetmedarê Îngilîz Austen Henry Layard nivisiye: „gêrkirina mîrnişînên kurdî yên xweser dê bibe alîkar da Birîtanya ji her warên aborî û bazirganî ve têkeve hundir Kurdistanê“(2), mebesta wî ew mîrnişînên kurdî bûn, yên ku osmaniyan sedsala nozdemîn gêr kiribûn. Êdî çawa Birîtanya dê, li hember avakirina penahekî kurdî yî xweser û nû, an jî nîvxwesr, destbest bimîne?
Hinek olewerên Îngilîz û Emerîkan Aşûrî ber bi şerê Kurdan de têve dan, û her du aliyan jî hêriş hev du kirin. Hewaldanên Ewropî ziyanên Aşûriyan mezin kirin, û gotin, ku Kurdan komkujî bi ser Aşûriyan de kirin, û mal û milkên wan dizin, û kelîseyên wan herifandin, jinên wan dîl kirin, zarok û olperestên wan kuştin, lê di heman demê de jî çavên xwe li hember  kuştina Kurdan bi destên Aşûriyan girtin. Hinek serbazên Alman, generalê navdar Helmut von Molkê di nav wan de bû, tev  leşkerên osmanî bûbûn, û ji bo gêrkirina şoreşê kar dikirin, û bi encamê jî şoreş têk çû(3).
Şoreşa Şeyx Ubeydulla Nehrî: Semta netewî xweserî ya şoreşa Şeyx Ubeydulla Nehrî (1880 – 1883 z) berztir bû, û Ubeydulla karînên hêzên ewropî zanîbû, ve lomê hewil da, ku têkiliyên baş li gel Îngilîz û Emerîka û Rûsan girêde, û wan bi piştgiriya rizgarkirina Kurdan û welatê wan bide bawerkirin. Her weha hewil da, ku têkiliyên baş li gel Ermen û Aşûriyan jî girêde, da dij Kurdan ranebin(4). Lê encam çi bûn?
Hêzên ewropî yên mezin weha çûn, ku şoreşa kurdî nayê pejirandin, û Rûsiya ji avakirina dewleta kurdî li ser sînorên wê li Qefqasiya tirsî, û Birîtanya jî ji bo berjewendiyên xwe li navend û başûrê Asiyayê tirsî.Lêgervanê Emerîkî Robert Olson nivisiye: „Hemî hêzên ewropî yên mezin, wek ku di hevpeymana Berlîn de dupat bû, dij tevgera kurdî xweserî bûn“(5). Hevpeymana Berlînê, bi sedema cenga Rûsya û osmaniyan, di 13ê pûşberê de sala (1878z) hate girêdan, û parastina Ermenan ji kurdan yekek ji bendên wê hevpeymanê bû(6). Û Ermenan jî ragihandin „ku afirandina doza kurdî doza ermenî difetisîne(7). Û Rûsan Ermen livandin, û Birîtanya jî Aşûr livandin, û bi encama vê yekê şoreşêtêk çû.
Gelek hûrgiliyên girêdayî polîtîk û awanbaziyên, ku balyozên hêzên ewropî yên mezin dij şoreşên kudî, hene, ku Robert Olson di pirtûka xwe de ( The Emergence of Kurdish Nationalism 1880-1925), û Celîlê Celîl di pirtûka xwe de (Raperîna Kurdan 1880) wergera erebî, û Bedî Juweyde di pirtûka xwe de (Kurdish Nationalit movement), û Osman Elî di pirtûka xwe de (El-Hereke El-Kurdiyye El-Muasîre / Tevgera kurdî hemdem) li ser nivisîne.
Kurd masiyekî biçûk e: Rastî ew e, ku şoreşên Kurdan, çi li rojhilatê Kurdistanê û çi jî li bakur û başûr, li dirêiya sedsala bîstem nikanîn ji dest-têwerdana hêzen mezin derkevin, ew hêzan jî her tim dijî Kurdan bûn, û ji bo lîstika xwe ya dagîrkirinê li gel dewletên, ku Kurdistan dagîrkirine, her tim têkiliyên wan hêzan li gel Kurdan di asta nizim de bûn, û paşê jî ji nişkave cil ji bin piyên Kurdan dikşandin, û ew ji bo çarenûsa nependî dihêştin.
Hevgirêdana sala (1975)ê, di navbera Şahê Îranê û Seddam Husên de, bi alîkariya serokê Cezayîrê Hewarî Bomedyen di bin sîbera Emerîkayê de, û awanbaziya hêzên mezin yên Ewropayê û Emerîkayê sala (1999)ê , ku Ebdulla Ocelan girtin û radestî Turiyê kirin, da şoreşa bakurê Kurdistan têk bibin; ew hevgirêdan û ew awanbazî nêzîktirin nimûneyê dest-têwerdanên hêzên mezin e.
Her weha gava, beriya kurtedemekê, serokê başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî mafê xweseriya Kurdistanê ragihand, hema şalyarê kar û barê derve yê Emerîkî John Kerry bi lez roja 24. 06. 2014 çû Hewlêrê, û yê Birîtanyayê William Hague jî roja 27. 06. 2014 çû wur, ew her du şalyar ne ji bo serxwebûna Kurdistanê, belê ji bo avanekirina wê çûn Hewlêrê, ji ber ku serxwebûna Kurdistanê rista Saykis-Pîko ji hev dixîne, û rê li pêş gelên dagîrkirî vedike, da dewletên xwe yên niştimanî ava bikin.
Li gor Jeff Simmons, di nîvê salên nodî yên sedsala bîstem de, ji bo Kurdan berpirsiyarekî Emerîkî,  hate pirskirin, ewî berpirsiyarî got: „Masiyên mezin di destên me de hene, ku em biqewirînin, Kurd ne masiyekî pir mezin e“. Simmons bi ser ve dike, û dibêje: „Waşuntun dîtiye, ku Kurd ji bo cenga 2003ê sûdar in, lê ne tenê wek alava ragihandinê, belê ji bo hinek gavên pirgmatîkî yên din jî, û mijara dewleta kurdî ya xweser, xwediya hemî hêmanên serdestî wek penahekî polîtîkî yî xweser, di lîsteya karên Emerîkî de tune bû“(8).
Ku em Kurd ji helwestên Hêzên rojav mezin dij me bixeyidin, têra me nake, xeyd ne kêr hatî ye, divê em vê diyardeyê kûr şirove bikin, û em  alaveke, ku me bike „masiyekî mzin“ bipelînin, û hêzên mezin ji nexweşiya (tirsa ji Kurdan) derman bikin.
                                       Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                                                                                                     10. 08. 2014
Jêder û çavkanî:
(1)   Ibin Şeddad: El-Newadêr El-Sultaniyye, rû 115.
(2)   Osman Elî: El-Hereke El-Kurdiyye El-Muasîre, rû 61.
(3)   Jêdera navborî, rû 54-58.
(4)   Arshak Safrastian: Kurd and Kurdistan, bi zimanê îngilîzî, rû 62-63.
(5)   Robert Olson: Tarîx El-Kîfah El-Qewmî El-Kurdî, rû 28.
(6)   Jêdera navborî, rû 25, 26.
(7)   Jêdera navborî, rû 28.
(8)   Jeff Simmons: Îraq El-Musteqbel, rû 153.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…