Ji Nivîskarên Kurd Banga Netewî


Banga Netewî

Wekî tê zanîn nêzîkî mehekî ye rêxistina terorîst û faşîst
DAÎŞ bi mebesta bidestxistinê, bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanî dorpêç kiriye.
Heta niha di vî şerî de bi dehan şervanên Kurd şehîd ketine. Şer niha jî bi
hemû dijwariya xwe li nêzîkî bajêr didome, topbarana êrîşkeran nava bajêr
kiriye armanc. Bi kurtayî, Kurdên Kobanî û şervanên bajêr niha şerê man û
nemanê didin. Niha nêzîkî sed dewletên cîhanê li dijî DAÎŞê yekîtiyek ava
kirine. Ew tenê di axa Kurdan de şer dike, qetlîaman pêk tîne, kesên ku sing bi
singê li dijî wê şer dikin jî Kurd in. Ev şer êdî ne tenê yê Kurdan e, ev yê
hemî mirovayetiyê ye. Digel vê rewşê, koalîsyona navdewletî ya li dijî vê
rexistinê heta niha tu bombebaranek bi bandor li devera Kobanê pêk neaniye. Ev
yek jî bizava vê rêxistinê xurt kiriye û şer gihandiye vê astê.

Ger Kobanî bikeve destê DAÎŞê dê qetlîam û karesatek mezin
pêk were û ev jî dê ji ya Şengalê mezintir be, belkî komkujiya Helepçe dubare
bibe. Tesîra qetlîamek wiha dê darbeyek mezin li “Pêvajoya Çareseriyê” ya
Kurdên bakûr jî bike. Dibe ku şer li Tirkiyeyê dîsa dest pê bike. Tê îdia kirin
ku hin dewlet alîkariya vê rêxistinê kirine û niha jî dikin. Ev sûcekî
mirovayetiyê ye ku xebatek zanistî jê re divê. Divê çiqas belge, nûçe û
agahiyên derbareyê vê yekê de hene werin tomarkirin, bo Dîwana Dadê ya
navdewletî werin şandin. Bila herkes bizanibe ku, çawa hevalbendên Baasî û
Naziyan hatin darizandin û cezakirin, dê roja darizandina hevalbendên DAÎŞê jî
were.

Di van hel û mercan de, partiyên Kurdan hêj yekitiya xwe ya
netewî ava nekirine. Neyarê wan di bin ala îdeolojiyek paşverû û xeyalperest de
sînorên welatê wan dibezîne, lê ew digel ku miletek in û birayê hev in nikarin
ji parçeyekê derbasî parçeyê din ê welatê xwe bibin, tixubê siyasî ji nav xwe
rakin, yekitiyekê ava bikin. Mixabiniyeke ku, seba doh li Şengalê karesata bi
serê gelê Kurdên Êzidî de hat nebû dax, lewma niha dor hat ser Kobanî. Nivîskar
û rewşenbîrên Kurdan çi di nivîsên xwe de, çi di medyaya civakî de zimanekî
neteweyî pêk naynin, ew geh “destkeftiyên YPG yê” piçûk dibinin, geh “kêmasiya
pêşmergeyan” di bûyera Şengalê de mezin dikin û geh jî “yekpartî” û
“yekhêzbûna” PYD û YPG ya li Rojava dubare rexne dikin. Her yek alîgirê hizbekî
qelema xwe dibezîne, lê kes hay ji qirkirina miletê xwe namîne. Em bang li hemû
hêzên Kurdistanî dikin, ji bo Kobanê çi ji dest were bikin! Hemî neteweyên
cîhanê di cengên wiha de bûne milet. Ev ceng jî ji bo yekitiya Kurdan û
rewşenbîrên wan fersendeke zêrîn e, ferqa Şengal, Celewla û Kobanê ji hev nîn
e, gerîla jî û pêşmerge jî parçeyek ji canê vî miletî ne. Bi vê mebestê em bang
li hemî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li yên hemî
dunyayê dikin; roj roja tevgereke Kurdewar e, şervanên me li çeperan mil bi mil
şer dikin, divê em jî yekîtiya xwe ava bikin, dev ji zimanê cudakar, hizbîparêz
û heqaretwar berdin, qelem û hunera xwe bikin xizmeta gelê Kobanê û bihêzkirina
yekîtiya gelê Kurd

Yên ku îmze dane:

Komeleya Nivîskarên Kurd, Berken Bereh, A.Hicri İzgören,
Suzan Samancı, Fırat Cewerî, Îlhami Özer, Osman Özçelik, Îrfan Babaoğlu, Yavuz
Ekinci, Mehdi Perinçek, Abdullah Demirbaş, Muharrem Erbey, Sami Tan, Haydar
Diljen, Konê Reş, Sidqî Hirorî, Tosinê Reşîd, Edip Polat, Îrfan Amida, Dilawer
Zeraq, Mehmet Yılmaz, Remziye Aslan, Îlhami SÎdar, Yaqob Tilermenî, Mahmut
Alınak, Adil Zozanî, Fadıl Bedirhanoğlu, Aydın Alp, Roşan Lezgîn, Zinarê Xamo,
Sabiha Diljen, Doç. Dr. Osman Aytar, Sedat Yurtdaş, Şerefxan Cizîrî, Fatma
Savcı, Ronayî Önen, Mihemed Şarman, Rukiye Özmen, Recep Dildar, Husên Duzen,
Lal Laleş, Loqman Ayebe, Lokman Polat, Hesenê Dewrêş, Hamid Omerî, Ferzan Şêr,
Umran Aran, Netice Altun Demir, Kristin Özbey, Enise Çağer, Rodi Zinar, Hogir
Berbir, Yıldız Çakar, Çidem Baran, Felat Özsoy, Salih Sezgin, Mazhar Roj, Fewzi
Bilge, Ali Oruç, Fêrgîn Melik Aykoç, Ali Gurdilî, Özgür Tüzün, Feratê Dengizî,
Newaf Mîro, Aydın Üneşi, Azad Zal, Bozan Yaman, Azad Ekkaş, Çiya Mazi, Yeqîn H.
Serhat Hemdem, Rojîn Zarg, Janez Sar, Cemil Denli, Alaattin Aktaş, İhsan Colemêrgî,
Ayşe Gökhan, Şêxmus Sefer, Muharrem Cebe, Abdullah Kaya, Welat Dilken, Nezirê
Cibo, İsmail Dîndar, Sîdar Jîr, Omer Dilsoz, Eyup Güven, Mehdi Tanrıkulu, Tayip
Temel, Nuri Fırat, Mizgin Bingöl, Miraz Ronî, Masyan Mîr Qasimlo, Nûroj Munzur,
Elixan Loran, Mem Bawer, Yaşar Eroğlu, Rizoyê Xerzî, Ahmed Kanî, Dawud
Yeşilmen, Tahir Taninha, Bawer Berşev, Emin Aslan, Özlem Akkan, Semra Güçlü,
Şengul Ogur, Reyhan Sarhan, Amed Çeko Jiyan, Gulgeş Deryaspî, Roşeng Rojbîr,
Necat Ayaz, Beni Saadet Erdem, Zeynep Yaş, Ahmet İnan, Aziz Gül, Jîr Jan Amedî,
Mehmet Kaynak, Ayhan Erkmen, Ramazan Turan, Beşir Ant, Mustafa Borak, Mamoste
Bawer, Doğan Çermugi, Ahmet Avcı, Hilmi Akyol, A. Rahim Temel, Nadir Arzu,
Mehmet Çakmak, Müslüm Aslan, İlhami Tanış, Cebeli Akyol, Zülküf Kışanak,
Zülfikar Tak, Miran Janbar, Mustafa Balbal, Ömer Fidan, Ömer Fidan, Hamid
Dilbahar, Mehmet Deviren, Mehmet Şahin, Mehmet Öncü, Çetin Duran, Cihan
Yıldırım, Dibizarê Bêkes, Doğan Munzurlu, Sipan Xizan, Gülçiçek Günel Tekin,
Hasan Baraçkılıç, Murat Kaçmaz, Hüseyin Elçi, Hasip Yalnıç, Mirza Kurt, Kerem
Soylu, Süleyman Yıldırım, Qahir Bateyî, Mehmet Sait Üçlü, Abdullah Yaman, Rêzan
Tovjîn, Abdurrahman Baqir, Ehmed Roniar, Eslixan Yıldırım, Jan Dêran, Feramez
Elbaki, Fevzi Yetkin, Hasan Özgüneş, İbrahim Omerî, İbrahim Altunışık, İshak
Tepe, Kadri Kaya, Kasım Yavuz, Leyla Yarar, M. Emin Yalçınkaya, M. Ferruh
Teymuroğlu, M. Sait Alpaslan, Mahmut Barık, Mazlum Öncel, Mustafa Demirel,
Müslüm Aslan, Nesrin Nergiz, Nusret Süer, Şeyho Filik, Şerif Çelebi, Nihat Ekinci,
Ramazan Yaman, Omer Cangir, Faysal Özdemir, Seydayê Xelatî, Seyyit Kekil, Sinan
Çiftyürek, Şakir Epözdemir, Şeyhmus Aslan, Veysel Çamlıbel, Zeki Görgü, Ziya
Okçu, Zülfikar Tak, Mehmet Rıfat Irgat, Erdal Alper, Hesen Güneyli, Musa
Demirel, Abdullah Kanat, Mehmet Aktarlı, Akif Arda, A. Vahit Güneş, Mehmet
Gündoğdu, Doğan Karaağaç, Hamid Gökmak, Yalçın Sarsılmaz, Serdar Balcı, Dursun
Yıldız, Yusuf Baran Beyi, Hüseyin Akıncı, Abdurrahman Kılıç, Özgür Amed, Rêzan
Nas, Çetin Taş,Yakup Meşe.

06.10.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…