Deham Ebdulfettah
Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!
Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêş di serê min de digeriya : Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek şarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe kirine û her yekî ji wan bersiva pirsê , li gora têgihiştina xwe daye .
Em dizanin ku hevoka kardarî (lêkerî) ew hevok e ya ku karek di binesaziya wê de hebe , wek :
- Ez çûm dibistanê
- Tu fêrî zimanê petî dibî
- Kulîlkên daran vedibin
Lê eger kar di hevokê de nebe , gerek ew hevok ne kardarî be , anku gerek hevok navdarî be , wek :
– Em li gundê xwe ne
– Hûn jî li bajêr in
– Tu li kû yî ?
Li vê gorê hebûn û nebûna hevoka navdarî bi danasîna van kurtebêjeyan ve “im , î , e , in”girêdayî ye , Kesên ew kurtebêje kirine karê “bûn”di dema nuha de ,hevokên wan jî kirine hevokên kardarî . Lê kesên ew kirine paşkokên nav û cînavên raweya salt (bê verês) , yan jî ew kirine cînav , hevokên wan jî kirine navdarî .
Di pirtûka xwe de ya ku bi navê “Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî”[1] minjî li ser şopa Dr . Qenatê Kurdo ew kurtebêje kirine paşkokên nav û cînavan û hevokên wan kirine navdarî , Digel ku min hebûna hevoka navdarî di wê pirtûkê de erê kiribû jî , lê dilê min li wê erêkirinê rûnedinişt . Min hest dikir ku tûtekî kêm di pêvajoya wê pênasîn û erêkirinê de heye . Ji ber wî hestî jî ez gelekî bi mijarê mijûl bûm û li ser hêmanên binesaziya hevokan rawestiyam .
Li encama wê tevdan û lêgerînê ez gihiştim baweriyekê ku hevoka navdarî di zimanê Kurdî de nîne û hemû hevokên zimanê me (weku hemû zimanên Ewropî) kardarî ne .
Mebesta min ji vê gotarê ew e , ku ev gotar bibe bersiva vê pirsa rewa : Gelo çawa hevokên van kurtebêjeyan “im ,î ,e ,in” wek (ez şagirt im) , te ew kirine navdarî , lê di pirtûka xwe ya bi navê “kar…”[2] de te ew kirine hevokên kardarî ?! Anku , ne durist e ku em vê hevokê “ez şagirt im”carekê bikin navdarî û careke dîtir jî wê hevokê bixwe , bikin kardarî …
Dema ku min ev hevok “ez şagirt im”kiribû hevokeke navdarî , min bawer dikir ku ev kurtebêje “im”paşkoka cînavê ” (ez) e û cînavê “ez”jî di hevok . de dibe serwer (mubteda) . Şagirt jî pêvebir e (pêxistî ye) , rewa (ez) ya saloxî berçav dike .
Bi vê dîtinê kar di wê hevokê de nîne . Em dizanin , çi hevoka ku kar tê de nebe û wateyeke sergihayî bide ew hevokeke navdarî ye . Lê piştî ku ez careke dîtir li mijarê vegeriyam û gelekî li ser wê rawestam , baweriyek dî bi min re peyda bû . Baweriya min ew bû ku karê bûn di dema borî û paşeroj de diyar dibe , wek :
-Ez Şagirt bûm (borî)
-Ez ê Şagirt bim (paşeroj)
Di raweya fermanî de jî :
-Şagirtekî baş be (tu)
Lê di dema nuha de karê “bûn”, bi dirêjahiya demê re hatiye avêtin :
– Ez Şagirt (di b) im
( ez şagirt (…) im = Ez Şagirt im)
Dêmek karê “bûn”di dema nuha de tê avêtin , pêjina dem û rûdana karê “bûn”a avêtî ji paşkokê tê , loma em dibêjin , pêjna dema nuha ji vê hevokê (ez şagirt im) tê , Anku , nuha ez şagirt im .
Li gora vê baweriyê min karê “bûn”û paşkokên “im , î ,e ,in”, di pirtûka “Kar di Zimanê Kurdî”de şirove kirine û min ew hevok kiriye kardarî .
Vêca , ji ber giringiya mijarê û wê tevheviya nêrînên derbarî karê “bûn”û paşkokên nav û cînavan em ê careke dîtir jî li mijara xwe vegerin û hemû xalên tarî tê de ronî bikin .
Di ziman . me de dû kar bi teşeya “bûn”hene :
1-“Bûn)a ku bi wateya (çêbûn) û ev kar weku hemû karên nederhingêv (t .neper) di her dem û raweyê de tê veguheztin , Anku , karekî sergihayî ye (temam e) :
– Ez bûm karmend (dema borî)
-Ez dibim karmend (dema nuha )
-Ez ê bibim karmend (dema paşeroj)
–Bibe / bibin karmend (raweya fermanî)
2-“Bûn”a rêzder (awarte) . Ev kar bi wateyeke nêzî wateya (heyîn- hebûn) tê û ne di hemû dem û raweyan de tê veguheztin , Anku ,karekî kêm e :
- Ez karmend bûm (dema borî)
- karmend (…) im(dema nuha)
- Ez ê karmendbi (dema paşeroj)
- Karmend be /bin (raweya fermanî) Ji van mînakan xuya dibe ku her dû (bûn)ne yek in , ne ji hêla wateyê û ne ji hêla veguheztinê ve jî . “Bûn”a ku mijara vê lêkolînê”bûn”a rêzder e (to be- être)[3] . Bûn û Paşkokên (im , î , e , in) : Berî nuha me gotibû “bûn”a ku bi wateyeke nêzî wateya (heyîn- hebûn) di dema nuha de vederî hemû karên asayî tê veguheztin . Anku , ev “bûn”di hemû dem û raweyan de diyar dibe , wek :-Em dostên hev bûn (borî)-Em ê dostên hev bin (paşeroj) -Dostên hev bin (fermanî)-Lê di dema nuha de tîpek tenê jî , ji binesaziya “bûn”ê diyar nabe , wek :
- Em dostên hev in (nuha)
- Ez karmend im
- Tu karmend î
- Ew karmend e
- Em karmend in Derbarî van kurtebêjeyan “im ,î , e , in”pirsek raberî me radiweste : Gelo ev kurtebêje çi ne û zimanzanan ew çawa dane nasîn ?!Zimanzanên Kurd , di pirtûkên xwe de , ne wekî hev ew dane nasîn :-Reşîdê Kurd , Samî Tan û hinin dî jî ew kirine cînavên kesane û navên (cînavên dûma , cînavên pêvebestî û cînavên paşgînkirî”li wan kirine .- Celadet Bedirxan , Kamîran Bedirxan , Sadiq Behaddînê Amêdî , Nûrî Elî Emîn û gelekên dîtir jî ew kirine karê “bûn”di dema nuha de .-Qenatê Kurdo , weku paşkokên nav û cînavan di raweya salt( bê verês) de , ew binav kirine .Ev her sê navlêkirinên têvel jî , cihên xwe di pirtûkên rêzimanî de girtine û di nav destên xwendevanan de ne .Ev jî ne durist e ku ev mijara giring bi van danasînên ciyawaz di zimanê me de bimîne . Berî ku ez nêrîna xwe derbarî vê kêşeya rêzimanî berçav bikim , ez ê wan her sê danasînan di ber çavan re derbas bikim û hindekî li ser wan rawestim , wan gotebêj bikim :
- Cînav :
1-Em dizanin ku cînav ew bêje ne , yên ku cihê navdêran digirin û li şûna wan bikar tên .
Wek :
- Azad çû dibistanê
- ( ew çû dibistanê)
- Zînê pirtûk xwend
- ( kê çi xwend ?)
- (wê ew xwend) Li gora vê danasînê , gerek ew kurtebêje jî (eger cînav bin) cihê navdêran bigirin û li şûna wan bikar bên . Gelo , di vê mînakê de (Azad şagirt e) , ev (e)dikare cihê (Azad) bigire (e şagirt e) , ?! Dibe ku ji pêvajoya qissekirinê bê zanîn ku ( e ) li (Azad ) vedigere , lê di vê mînakê de (Azad û Zîn şagirt in) , (…û… şagirt in) , yekcar nayê zanîn ku ev (in) li kîjanî ji van cînavan (em , hûn , ew) vedigere .
- 2-Di vê mînakê de (ez şagirt im) , ev (im) cihê çi girtiye ?! Berçav e ku (im) bi cînavê kesîn (ez) ve girêdayî ye , cihê wî girtiye . Lê ku em çavên xwe ji gelek pirsan bigirin û bibêjin , ev (im) cîgirê Cînavê (ez) e , gelo bi çi behaneyê û bo çi sûdê (cînav) cihê Cînavekî diyar û eşkere digire ?!
- 3-Di pêvajoya hevokan de nav dibin kara (kirde) û berkar (bireser) . Dema ku nav tên avêtin cînav cihê wan digirin û li şûna wan dibin kara û berkar . Wek :
- Hevalan mêvan dîtin ( hevalan ew dîtin)
- Heval mêvanan dibînin (ew mêvanan dibînin) Di mînaka (1)ê de “in”bi navê (mêvan) û cînavê (ew) ve girêdayî ye . Ev nav û cînav jî , di hevokê de berkar in , Vêca ku ev “in”jî cînav be gerek ew jî cihê (mêvan , ew) bigire û wekî wan bibe berkar , Wek:- Hevalan (in) dîtin ?! Di mînaka (2)ê de jî (heval , ew) kara (kirde) ne û (in) a (dîtin) bi wan ve girêdayî ye , Gerek ev (in) jî cihê wan bigire û li şûna wan jî bibe kara Wek : – (in) mêvanan dibînin ?! Ev jî nabe û ne durist e ku bibe !
- 4-Di şêwezarê Kurmancî de cînavê kurtkirî “ê”tenê cînavekî pêgir (pêvebestî) ye . Ev cînav bi dû şêweyan ji cînavên kesîn (wî , wê) kurt dibe :
1-Bi pêrbestan re (bi , ji , li ,di) :
-Bi + wî ,wê = bê =pê
(Min bi wê nivîsî = min pê nivîsî)
-Li + wî = Lê
(Min li wî da = (min lê da)
-… . .
2- Bi karan re :
– Min da wî = min dayê
– Ez ketim wê = ez ketimê
Lê di şêwezarê Soranî de cînavê (pêvebestî) heye û bi navê (ranawî likaw) tê nasîn . Ji van mînakên jorîn tê zanîn ku ev kurtebêje (im ,î ,e , in) ne cînav in .
b-Karê “Bûn”:
1-Çi karê heye dû mercên sereke bi xwe ve digire :
– Demeke destnîşankirî (borî , nuha , paşeroj).
– Bûyerek (rûdanek , bizavek)
Karê “bûn”jî , di dema borî û paşeroj de , ev her dû merc lê xuya dibin :
-Ez şagirtekî jîr bûm (borî)
-Ez ê şagirtekî jîr bim (paşeroj)
Lê di dema nuha de : (Ez şagirtekî jîr im) ,pêjina dema nuha , bi egera “im”ê ji hevokê tê (nuha ez şagirtekî jîr im) , lê ka rûdana bûyerê ?! Anku , bûyer , bi şêweyekî diyar û eşkere , di van pirtikan de (im ,î ,e ,in) nîne .
2- Dema ku karekî nederhingêv (têneper) di dema borî de bikar tê yek ji van pirtikan (im ,î ,e ,in) digihêje wî karî : – (Ez ketim ) Vêca ku ev (im) karê . “bûn”ê di dema nuha de be , çawa karekî borî (ket) digel karekî dema nuha (im) , her dû kar bi hev re , karekî di nêzboriya xwerû de saz dikin?! Anku , (ket+im= ketim) .
3-Eger (yî) , di vê mînakê de (tu hevalê min bûyî) karê bûn di dema nuha de be , gerek karê (bûyî) karekî lêkdayî (hevedûdanî) be , ji (bû+yî)[ anku ,( bûn) di dema borî de+ (bûn) di dema nuha de = (bûneke) lêkdayî di dema borî de . ?!!
4-Eger rast ev (im ,î ,e ,in)karê “bûn”di dema nuha de bin , gerek hemû kar di zimanê Kurdî de lêkdayî bin . Anku , binesaziya her karekî (lêkerekî) di zimanê Kurdî de ji (2) karan pêk hatiye , wek :
-Çûn : Ez diçim = (diç + im)
-Hatin : Tu hatî = (hat + î)
-Nivîsîn : Ew dinivîse = (dinivîs + e)
-Ketin : Em ketin = (ket+ in)
Eger em bibêjin ev (im ,î ,e ,in) ,di van mînakan de karê “bûn”in , ji xwe wê karên (diçim , hatî[dinivîse ,ketin)lêkdayî bin û karên xwerû (sade)di zimanê me de wê nebin . Ev jî gotineke nayê gotin , ku bê gotin jî nayê pejirandin