Qamişlo..!



Konê Reş

 

Qamişlo..! 

Tu ketiye dilê me de û jê
dernakev e!

Te hêlîna xwe di peravê
bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..!

Tu ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye;

Sînga wî, ji kul û xem, kêf û
şahiya me re vekiriye û firehe..

Bajarê ku em di tax û cadeyên
wî de mezin û belav bûne..

Bav û kalên me di destpêka
çerxê bîstan de;

Bi hêla destên xwe bingehê wî
danîne,

Govend û dîlan li hawîrdora wî
gerandine..

Erê Qamişlo!

Tu bajarekî awarte ye.

Awarteye bi her tiştên xwe:

Bi desthilata rêjîmê û xelkên
xwe..

Bi aqilmend û dînên xwe..

Bi rind, xerab û Bekoyên xwe..

Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û

Çiyayê Omeriyan ji bakur ve û

Firehbûna Beriya Mêrdînê û

Deşta Xelef Axa ji başûr ve..

Bi havînên gerim û zivistanên
sar..

Ji kaniyên te, yên ker,

Em fêrî bêdengbûnê bûne..

Ji taxên te (Hilêliyê,
Enteriyê..),

Em fêrî hawar û berxwedanê bûne..

Û em xwîna xwe ya gerim,

gorî xaka te ya pîroz dikin..

 

Konê Reş, 16,09.2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…