Ger em çekan nedin Kurda xwekuştin e

Elî Cefer

 

Roja 5. 9. 2014 an,
siyasetmedarê Elman yê navdar Siggi Martsch li bajarê ( Stadtlohn ) semînarek
li ser rewşa başûrê Kurdistanê da. Zorbey zorê beşdaran ji siyasetmedar û rewşenbîrên
Elman bûn. 

Di destpêka axaftina xwe
de, Siggî  kurt gotinek dîrokî li ser
Gelê Kurd kir û da diyar kirin ku va gela di dîrokê de pir caran toşî
komkujîyên mezin bûye, lê bi mêrane li ber xwe daye. Û tu carî wan ji aliyê xwe
ve êrîş nebirine ser tu miletî û nejî ziyan û ezyat gihandine kesî. Hemîşe
deriyên xwe ji mêvan û gelên din re vekirî bûye.  Roja îro jî bêhtirî ( 1, 5 ) penaber li
Hewlêrê bi cih bûne.

Pişt re gotarvan hat ser
rewşa îroyîn ya başûr û bi wêne û gotin danberhevdinek ji beşdaran re kir. Ewî
diyar kir û got, rast e li wir gendelî heye û kêmasî pirin, lê pêşketinek
berbiçav, nemaze di aliyê aborî û avahî de roj bi roj berdewame. Asta jiyana
xelkê, li gor berî Kurd bibin deselat pir bi pêş ve çûye. Bajarê Hewlêrê
bajarekî herî kevnare di şîniyê de. Eger rêjîma Bexdayê para Kurdistanê ji
mêzaniyê nebiriya wê hîn rewşa nişteciyên wir baştir biba.

Kurd ne miletekî ser hişk
û tundrewe. Şîiî û Sinî hewil didin bi darê zorê û tundiyê ola Îslamê li ser xelkê
bimeşînin, lê Kurd ne wiha ne, Kurd lêberal in. Di vî warî de, da zanîn ku
biryar e 30% ji endamên perlemana Kurdistanê divê jin bin.   

Xala dawiyê ya gotarvan
li ser rawestî ew bû; bûyerên li va dawiyê li Başûr rûdane. Ango êrîşên hovane
ya rêxistina terorîst ya Daiş ê li ser gelê me li Şengal û derdora wê bû, û
got; Daiş rêxistineke pir talûkeye li ser hemî mirovatiyê, roj pê rojê kiryarên
wê firetir dibe, loma jî divê bi hemî şêweyan ev rêxistin ji holê rabe. Herweha
divê Ewropa û hemî dewletên demoqrathez piştgiriyê bidin Kurdên başûr da
karibin pilanên qirêj yên Daişê beravêtî bikin. Divê em vê bêjin ku ji mafê
Gelê Kurd e, yê ku hejmara wan 35 milyon mirov derbas dike bibin xwedî
dewleteke serbixwe

Li dawiyê rê ji pirsan re
vebû. Piraniya pirsan li ser sozên çekdayîna Kurdan ji lay dewleta Elmanya ve
bû. Hinek ji beşdaran nerazîbûna xwe dan diyar kirin û gotin divê Elmanya çekan
nede Kurdan. Lê gelek jî  ligel dayînê
bûn. Bersiva gotarvan ew bû; divê çek ji vê miletî re bên şandin, çimkî ev
necara pêşin e ku Kurd rastî komkujiyan tên, eger em çekan nedin Kurda
xwekuştin e. Ez nikarim tê bigînim ku çawa hin aliyên cîhanê petrolê ji Daişê
dikirin, lê rê nadin Kurdan ku petrola xwe bifroşin.

Di vê derbarê de, xwediyê
va çend gotinan jî nirîna xwe da û got: Tu netew mîna Kurdan ji şer û
bikaranîna çekan ziyan nedîtine. Kurda bi dirêjahiya dîrokê tucarî dest bi şer
bi nekiriye, her û her dema çek bi kar aniyê tenê bo bervedêriya xwe bike. Dema
roja îro serkirdayatiya Başûr çekan ji Ewropa û Emerîka dixwazin, ew ne tenê
şerê parastina xwe dike, belê şer ji ber Ewropa ve jî wê bi wan çekan bê kirin,
çimkî Daiş rêxistineke sînoran nasnake. Ji ber vê jî, dema Elmanya çekan bide
Kurdên başûr, berjewendiyên xwe diparêze. Dewletên xwedî gotin, ne tenê divê
berjewendiyên xwe biparêzin, belê  berpirsiyarik
wan ya sincî ( exlaqî ) jî heye.

Di vî warî de, tiştê ku
mirov nikare tê bigîne ew e, ku çawa rêxistineke xwe ( Kurdistanî ) dibîne
alîgirên xwe dişîne pêş perlemana Elmanya û ji wan dibêjin: ( Em nerazîne hûn
çekan bidin Pêşmergên başûrî Kurdistan ) ??.

Hêjayî gotinê ye, ku
Siggî Martsch çend salan endamê perlemana wîlayeta (Nordrheinwestfalen                                 ) bûye. Yek ji
dostên herî nêzîk yê Gelê Kurd e. Ev bû çend sal in li Hewlêrê dimîne, û
serokatiya ( Navenda Kulturî ya Elmanî ) dike.          

6. 9. 2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…